Rêwîyê Hewlêrê – 1

Du sal bû li benda vê rêwîtîyê bûm. Axir îro ew roja hat (25-06-2023) û niha diçim balafirgeha stenbolê. Ez û birayê xwe bi hevre ne her çiqas du salan ji min mezintir be jî em weke hevalê hevin. Di zaroktîyê de weke cêwî bûn. Bavê min heman kinc ji me her du yan re digirt. Dema em di cejnê de diçûn malan bo şekir, digotin: ê tu carê hatî lawo dîsan çi dixwazî. Min jî digot: wele ez nehatime ew birayê min bû lê bawer nedikir in. Felan bêvan çîroka wê dirêje lê ez serê we neêşînim.

Em çûn balafirgehê û ketin hundir,çûn cîyê balafira xwe FlyBaghdad ê û bilêt Chek-in kir û man li benda seata wê. Seata wê 16:50. Hinekî li wan deran çûn hatin piştre çûn cihê kontrola pasport û ji wir jî derbas bûn alîyê xetên derveyî. Helbet em ne tenê bûn gelek kurdên başûr jî hebûn ew jî weke me li bendê bûn. Piştre me çû ji xwe re ji starbauckê qehwe girtin û dest bi xwendina pirtûkê xwe kir. Min pirtûka Mizgîn Ronak/ Sêv jî me dikujin birayê min jî Jan Dost/ Dîwana wî xwend. Bi qasî 20-25 deqan şûnve em çûn derîyê balafirê. Heta vê kêlîyê qe problem çênebû. Em bi rihetî derbas bûn.

Çend xalên giring:

– ji bakur an ji tirkîyê çûyîna başûr hêsane dibê tenê pasporta we hebe. Vîze ne hewceye.

– berîya ku hûn biçin kontrola pasport dibê xerca derketina derveyê welêt bidin, ew jî gelek hêsane li wir bi awayekî basît çêdibe. Makîneyên weke bankayê hene hûn dikarin nakit an jî bii kart heqê wê bidin. Bo kesekê 150 lîra ye

Bi rastî balafirgeha stenbolê pir mezine. Hema ji her nijadî û rengî însan hene. Jixwe rojane bi milyonan mirov tên û diçin. Êdî dema balafira me jî hat û em hêdî hêdî çûn ber derî û me bilêtê xwe nîşan da û ketin hundirê balafirê. Li cihê xwe rûniştin. Mixabin balafira me ne baş bû. Başî ya wê ewe ku tenê erzan bû. Serê meriv 2. 800 lîra bû. Du kes dike 5. 600 lîra. Matematîka min zaf baş e haaa😂

Balafira me ne baş bû lê xwarin û av belaş bû. Lê weke dolmişa gundan bû. Zaroka ji xwe re dilîst hîç xema hostesa nebû. Anons tenê bi erebî û îngilîzî bû. Tişta ku ez aciz kirim jî ev bû. Em bêtir kurd bûn û diçûn Kurdistanê lê bi kurdî nayê deng kirin. Wellehî em pir qelsin ! Li alîyekî kelecana min li alîyê din jî hêrsa min. Carna em diaxivîyan carna pirtûk dixwend û carna jî mûzîk guhdarî dikir. Çend wêne kişandin.

Êdî wext temam bû. Em li ezmanê Hewlêrê bûn û me temaşeya jêr dikir. Çi deşteke xweş û rast e. Balafir ber bi balafirgeha Hewlêrê dadiket xwarê, dilê min jî dikir biçe jor. Balafir daket û em hêdî peya bûn ketin otobûsan û çûn balafirgehê. Cara ewil min bi çavê serê xwe asayîşa Kurdistanê dît. Em çûn kontrola pasport bo “hemwelatîyên biyanî” em dîsan biyanî bûn bes îja cûda bû. Berpirsîyarê kontrola bi kurdî diaxivin. Çi xweşe. Got: tu ji kûderê yî? Bo çi hatî ? Min got ez ji bakur im û bo geştê/gerê hatime. Got bixêr bî. Min jî got zor spas. Hesreta, xewna, xeyala, jîyana bi salane, êdî rastî bû. Dengê kurdî bilinde. Tiştekî din bala min kişand ew jî, karkerên li balafirgehê hemî biyanî bûn. Ji suretên wan dîyar bû ji Asyayê bûn. Taybet bangledaş,filîpîn,malêzya û hwd. Derketin derveyî balafirê çend wêne jî li wir kişandin. Di vê proseyêde ez û hevalê Rizo ew ji xelkê Hewlêrê ye. Em di têkiliyê de bûn. Mala wî ava. Ew û hevalên xwe: Mamoste Mihemed, kekê Ehmed hatin em ji balafirgehê girtin û birin navenda Hewlêrê, em çûn kolana îskan got ev der gelek navdar e. Her tişt li wir heye. Em çûn xwaringehekê me zikê xwe têr kir û piştre çûn çayxaneyê çay û ava xwe jî vexwar. Suhbeta xwe jî kir û rabûn çûn hotel eyar kir û tevî wê xeta înternetê kirî. Ew çûm em jî bi cî bûn û me serê xwe şûşt û raketin.

Bo mêvandarî ya mamoste Rizo, mamoste Mihemed, kekê Ehmed û kekê Mûhsîn spasdarim…🙏🌸

Nivîskar: Zerama Bakur

Çavkanî: https://zaremabakur.wordpress.com/

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply