Kurteromaneke Serketî: ‘MIRINA XORTEKÎ RIND’

Di van çend salên dawîn de di nav eniya wêjeya kurdî de gelek kurteromanên serketî hatine weşandin. Mirov van kurteromanên serketî bi hêsanî dikare bi kurteromanên nivîskarên ewropî re miqayese bike.

Kurteromaneke serketî jî romannivîser û helbestvanê kurd Îkram Baban nivîsîye. Navê wê “Mirina Xortekî Rind”e. Pirtûk ji nav weşanên Sîtavê de li Wanê derketiye.

Min nave Îkram Baban wek edîtorekî zimanê kurdî bihîst. Spas jê re ku wî editoriya du pirtûkên min jî kiriye. Ew digel ku hêj xortekî 25 salî ye, di hêla zanîstiya ziman de xwe baş gihîştandiye, bûye zanayekî zimên. Paşê ez pê hesiyam ku ew hem çîrok û romannivîs e û hem jî şair/helbestvan e.

Min pirtûka wî ya bi navê ”Mirina Xortekî Rind” kirî û xwend. Pirtûk di esasê xwe de kurteroman e. Lêbelê li ser berga wê çîrok nivîsîne. Ji vê cureyê berheman re Hesenê Metê dibêje novel. Hinek weşanxane dibêjin; romançe, hinek dibêjin çîroka dirêj û piraniya weşanên ewropiyan, tirkan û li gorî dîtina min jî kurteroman e.

Mirov li hinek nivîskarên kurd dimîne şaş û ecêb. Yek roman dinivîse dibêje ev çîrok e. Yek çîrok dinivîse dibêje ev roman e. Yekî rabû ji vegotineke rojane ya 36 rûpelî re got ev roman e û weşanxaneya ku ew weşand mohra romanê li ser berga wê xist. Yekî dîn romaneke 96 rûpelî nivîsî got ev ne roman e, çîrok e. Werhasil diyar e ku di tesnîfa berhemên edebî yên kurdî de tevliheviyek heye. Ez hêvîdar im dê di pêşerojê de edebiyatzanekî jîr û zana ê lêkolînvan dê tesnîfa gelek berhemên kurdî bike ku ka çi ne çi nîn in.

Pirtûka Îkram Baban a bi navê ”Mirina Xortekî Rind” kurteroman e. Lê, li ser berga wê hatiye ”çîrok” hatiye nivîsîn. Ev jî bû wek mesela romana Hesenê Metê ya bi navê ”Labîrenta Cinan”. Kî ew pirtûk xwend, kê derbarê wê de nivîsî got ”ev roman e”. Lê Hesenê Metê got na,  ev ne roman e, novel e. H. Metê peyva ”novel”ê di şûna çîrokê de bi kar tîne. Amerîkî ji romanê re dibêjin novel. Hinek ewropî jî novelayê weke kurteromanê bi nav dikin. Hinek jî di şûna çîroka dirêj de bi kar tînin.

Li gorî min pirtûka Hesenê Metê jî pirtûka  Îkram Baban jî, kurteroman in. Pirtûka Îkram Baban ji nav weşanên ”Sîtav”ê de li bajarê Wanê derketiye. Pirtûk 96 rûpel e, di sala 2021ê de hatiye nivîsîn û di sala 2022an de hatiye weşandin. Di berga pêşîn de wêneya xortekî çeleng, lê mirûz, diyar e bi derd û kul e, bêmirad e heye. Di berga dawî de jî çend gotinên Hesenê Metê yên derbarê pirtûkê de hene. Hesenê Metê derbarê pirtûkê de çend gotinên gelek baş gotine.

Hesenê Metê dibêje ”Bi tevahî berhem gelekî baş û xweş e. Hilbijartina motîfê, teswîr û nîgar, stîl û hûnandin, her wiha ziman û herikîna berhemê gelekî baş û balkêş e. Destpêk û dawiya bûyerê balkêştir û herikîna wê xweştir e, li gel ku mirov ji ber motîfê piçekî xemgîn dikeve. Destpêk û dawî pir baş bûye û meraqê li xwendevan bilind dike.”

De ka em lê binêrin naveroka pirtûkê li ser çi ye? Di pirtûkê de motîfên çi hatine bikaranîn? Mijara bîngehîn û bûyerên di cîhana romanê de hatine ravekirin çi ne? Û herweha tişta meraqê li xwendevan bilind dike çi ye? Ez ê bi kurtahî van tiştan ji xwendevanan re qal bikim, pirtûkê binirxînim, şîrove bikim.

Niha em lê binêrin ka mijara naveroka pirtûkê çi ye? Li ser çi mijarê hatiye afirandin. Di destpêkê de vebêj behsa êşê dike û dibêje; ”êşa giyanî naşibe tu êşekê.” Rastî jî wisan e, êşa giyanî êşa herî zor û zahmet e, êşa herî bi êş e, herî xedar e. Di destpêka pirtûkê de behsa êşa xedar a giyanî kirin û balkişandina ser vê êşê xwendevan/xwîner dixe meraqê. Ka gelo çi bûye ku ew ewqas êşiyaye.

Êşa giyanî di hest û ruh û tevgerên lehengê  kurteromanê de guherînên berbiçav pêk tîne û ev bala nas û dostên wî û herweha bala diya wî dikişîne. Diya wî bi halê wî digirî. Ew gelek li ber kurê xwe dikeve.

Vebêj ango ciwanê nexweş bi hêvî diçe cem doktor/bijîjk jê re rewşa xwe rave dike, lêbelê bi şêweyeke bêhêvî ji cem doktor derdikeve. Vebêj bi forma ”Ez” tiştên ku qal dike tam rewşeke şîzofrenîk e. Dema min xwend çend xortên şîzofren ku ez wan baş nas dikim û bi rewşa wan baş dizanim, hatin ber çavê min. Vebêj rewşê wisa baş û bi zanîn rave dike ku…tam li gorê hunera romanê teswîr û ravekirin bi hest û rih bûye, jîndar bûye û berhemeke wêjeyî ay serketî hatiye afirandin.

Nivîskarê kurd Îkram Baban bi vî temenê xwe yê ciwan kurteromaneke ku naveroka wê bi mijara derûnî/psîkolojî ve xurt e afirandiye û bi ser ketiye. Kurteromaneke ku ji hêla derûniyê/psîkolojiyê ve ew qas xurt li edebiyata kurdî, li berhemên edebî, li romana kurdî zêde kiriye. Ez hêvîdar im ew ê berhemdariya xwe bidomîne û hêj gelek çîrok, helbest û romanên kurdî binivîse.

Vebêj ku hem vebêjê kurteromanê û hem jî lehengê kurteromanê ye, diçe cem du doktoran, derman dixwe, lê di nerehetiya wî de tiştek naguhere. Dîsa deng tê pê, bê xew dimîne, dîsa nerehet e, bêhizûr e. Doktorê duyem berê wî dide nexweşxaneyeke din, dibêje here wir, ew der bi taybet li vî nexweşiyê, li van nexweşiyan dinêre. Ew jî diçe wir. Lê ji wir jî korpoşmanî vedigere malê. Du, sê meh dermanê ku doktor didine wî, dixwe. Rewşa wî hinekî baş dibe û êdî pirtûkan jî dixwîne.

Di hiş û mejiyê kesên şîzofren de piştî demekê fikir û ramanên meyla xwekuştinê pêk tên. Ew difikirin û ji xwe re dibêjin; ”Tu armanceke min li vê jiyanê nemaye. Çima ez dijîm.” Û gelek kesên şîzofren xwe bi xwe dikujin, întîxar dikin. Ew çareseriyê di mirinê de dibînin. Meyla xwekuştinê bi lehengê kurteromana Îkram Baban re jî çêdibe. Ew jî zêde derman dixwe û dixwaze bimire, xwe bikuje.

Lê, baş e ku ev car namire. Ev car hewldana wî ya xwekuştinê bi ser nakeve. Di kesên nexweş ên şîzofren de ne carek çend car hest û ramanên xwekuştinê, fikra ku întîxar bikin pêk tê. Hinek kesên şîzofren di encama hewldana çend caran de, dawî xwe dikujin. Piştî dermanxwarinê ji bo ku ew nemir keyfa min hat, lêbelê navê pirtûkê ”Mirina Xortekî Rind” ez tirsandim û min got ev car nemir dê di hewldaneke din de bimre.

Di çîrok û romanan de mijara xwekuştinê qet li xweşa min naçe û ez ji vê mijarê qet hez nakim. Helbet di naveroka berhemên edebî de ravekirina vê mijarê bi gelemperî edebiyata kurdî dewlemend dike, lêbelê mijareke ne xweş e. Di gelek berhemên edebî yên cîhanê de ev mijar hatiye nivîsîn.

Lehengê nexweş ê bênav ku bi nexweşiya şîzofrenî carinan baş dibe û carinan xerab dibe, dema xerab dibe dîsa dinê/cîhan li ber çavê wî reş dibe, meyla xwekuştinê pê re çêdibe û dixwaze xwe bikuje.

Heger ev pirtûka Îkram Baban weke ku li ser berga wê hatiye nivîsîn ”çîrok” bûya mijara tê de di pênc, şeş rûpelan de wek çîrok dihat nivîsîn û hew. Lê ji bo ku bi teknîka hunera romannivîseriyê û bi şêweya romanê hatiye nivîsîn loma jî şeş rûpel nîn e, nod û şeş rûpel e. Û nexweke çîrokê, weke romanê bi teferuat û bi teswîran hatiye xemilandin û afirandin.

Ez mijara naverokê bidomînim; vêca ew li nexweşxaneya dînan ango li timarxaneyê didin razandin û dest bi tedawiya wî dikin, derman didine wî. Birayê wî jê re pirtûkên kurdî dibe, ew li nexweşxaneyê pirtûkan dixwîne. Bi nexweşên/dînên li nexweşxaneyê re diaxife, sohbet dike. Di pirtûka Îkram Baban de derbarê dînan û nexweşxaneya dînan de agahdariyên berbiçav hene. Di nav dînên di nexweşxaneyê de dînên baş û nebaş, dînên jîr û zana û biaqil hene. Lê, dînên hov, nezan û olperest jî hene.

Dînê ku navê wî Mûrad e, dînê herî biaqil e û ji bo doza netewa kurd, ji bo mafê kurdan dîtinên gelek baş û rast tîne zimên.. Lehengê bênav ê kurteromanê li ser pirsa yeka biaqil dibêje : ”Dema ez ji vir derkevim ez ê rojên xwe yên nexweşxaneyê/timarxaneyê bi kurdî binivîsim.” Û nivîsiye. Waye di destê min de û ez wek xwendevanekî dixwînim, dinirxînim, şîrove dikim. Belê, xwendevanên ezîz min ew xwend, divê hûn xwendevanên/xwînerên kurd jî vê pirtûka hêja bixwînin.

Min behsa fînala wê ango kurteroman çawa dawî dibe nekir. Di çend rûpelên dawîn de melayek heye, tam melayekî ehmeq û herweha sextekar e. Ev mela xwedêgiravî dînan çawa biaqil dike, nezerê çawa pûç dike, çi dike û çi nake, tê qalkirin. Tenê ji bo vî melayê ku tiştên ecêb dike jî ev pirtûk hêjayê xwendinê ye. Vebêj dibêje; ”Ez nizanim min ev berhem çima nivîsî.” Ez jî wek xwendevanekî pirtûkê dibêjim; te baş kir ku nivîsî û min baş kir ku xwend û derbarê wê de ev gotar nivîsî. Lehengê romanê dibêje ”Niha li ser avahîyekî bilind im û hevoka xwe ya dawîn dinivîsim” û li pey xwe vê çîrokê dihêle.

Û wek gotina dawî; Pirtûka Îkram Baban berhemeke ekola realîzma civakî ye. Kurteromaneke derûniye/psîkolojîk e. Tiştên ku di kurte romanê de tên qalkirin mirov di jiyana rasteqîn de  vê rastiyê dibîne. Çend ciwanên ku ez bi xwe wan nas dikim û şîzofren in, di rewşeke weke legengê kurteromanê de ne. Mirov dibêje qey nivîskar wan ciwanan nas dike û li ser ji wan yekî nivîsiye.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply