Pêncşem , 6 Gulan 2021

Sunnet

Xwedî û karbidestê vê kaînatê helbet bi zanîn tiştan çêdike, wan bi hikmet bikar tîne. Ew her tiştî dibîne û wisa ahengekê didiyê û perwerde dike. Hikmet, armanc û feydeyên her tiştî bi hemd çêdike û wan îdare dike. Madem ew dizane, helbet yê ku dizane wê biaxive jî. Madem wê biaxive, wê demê yê bi kesên xwedîşuûr re, bi yên ku difikirin û dikarin bipeyivin re biaxive. Madem wê bi kesên ku difikirin re biaxive, wê di nav wan de jî bi mirovên ku şuûr û têgihiştina wan herî kûr û berfireh in re biaxive. Û madem wê bi wan mirovan re biaxive, wê di nav wan de jî bi mirovên bêqusûr û qabilê xîtabê re biaxive.

 

Madem wê bi mirovên herî mukemmel, jêhatî û xwediyê exlaqê bala re; yanî bi wan mirovên ku bikaribin rêberiyê ji mirovan bikin re biaxive, naxwe helbet wê bi wî zatê ku bike pêxember û ji temamê mirovan re bike rêber; Muhemmed eleyhisselatu wesselam re biaxive. Jixwe Xwedê ew kiriye pêxember, kiriye rêber û pê re axiviye jî… Ew Muhemmedê ku bi tifaqa dost û dijminan xwediyê qabiliyetên herî mezin, exlaqê herî xweş. Ewê ku pêncyeka mirovan bûye peyrewê wî, nîvê alemê ketiye bin hukmê wî yê manewî. Ew Pêxemberê ku ev 1300 sal in, paşeroj/îstîqbal bi nûra ku wî aniye, ronî bûye. Ew zatê ku mirovên pak û xwediyê îmanê her roj pênc caran peymana xwe pê re nû dikin, pê re bîet dikin, rehmetê lê dixwînin, dua jê re dikin, kamraniyê jê re dixwazin, pesnê wî didin û jê hez dikin…

(Mektubat: 121)

Çavkanî: Rêbera Xîzmetê Beşa Yekem- Zehra.com.tr

 

About ziman

Avatar

Check Also

Şeva Beraetê (Xutbe)

  حم (1)وَالْكِتَابِ الْمُبِينِ (2) إِنَّا أَنْزَلْنَاهُ فِي لَيْلَةٍ مُبَارَكَةٍ إِنَّا كُنَّا مُنْذِرِينَ (3) فِيهَا …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.