Tag Archives: Ersîn Tek

Tebax, 2021

  • 31 Tebax

    Her Tiştekî Wextê Xwe Heye

    Demsal bi me dide zanîn ku her tiştekî wext û armanceke xwe heye; ji bo amedehiyê, ji bo berdana reh û rîçalan, ji bo çandinê, ji bo mezinbûnê û ji bo dirûn û palehiyê… Her tiştekî wextê xwe heye. Ti tişt tesadufî nîne. Tu jî ne tesadufek î. Ji bo armancekê li vir î. Qedereke te heye; pîvan û wext… …

Adar, 2021

  • 25 Adar

    Peyv

    ‘‘-Mîrê min tu çi dixwinî -Peyv, peyv, tenê peyvan…’’ (Shakespeare) Erê. Peyv, peyv, tenê peyvan… Heke meriv dixwîne, dinivîse, diaxive, dikene, diqêre, dipelîne, direve, ser dikeve, berze dike, dixapîne, hez dike, maçî dike, bêdeng dimîne yanê ew zerf û etîketên ku em her demekê û her derekî bikar tînin peyv in; êdî me bivêt an nevêt… Peyv malê me hemûyan …

Adar, 2019

  • 22 Adar

    Jîyan mafê min e!

    Jîyan mafê min e! Ez li ber derê jîyanê disekinim. Çimkî jîyan mafê min e. Heger wisa neba ez li vir nedibûm. Ez ne tesadûfek im. Ji ber sebebekî ez li vir im. Çarenûseke min heye. Armanceke min heye. Kenê zarokî li ser lêvên min, ez ji cûcikan bextewartir im. Şev û roj, xewn û xeyal, hebûn û tunebûn li …

  • 3 Adar

    Arjîn

    Tu dizanî çima ji te ra dibêjim eşq? Ez wek zarokekî bêkes û bexweyî li kolaneke tarî û zaboq de mabûm û digirîyam. Paşê tu hatî, te destê min girt tenêtî û tarîtîya min belav kir û tu bûyî ronahîya paşeroja min. Tu gaziya dilê min, hawara gîyanê min î. Ronahîya çavên min, wateya jîyana min î. Kena li ser …

Sibat, 2019

  • 24 Sibat

    Zarok û Gul

    Dema ku ez li parqê û di bin siya darê de rûdiniştim û min pirtûka xwe dixwend; li derdorê min ti kes tune bû. Haya min ji vê dinyayê tune bû û navçavên min girê bû, bêmede û rûtirş. Xemgîn, têkçûyî û bi zêdekirina wechên jiyana xwe ya raborî ku bi paşmayîn û poşmaniyan ve dorpêçkirî di nav pirtûkê de …

  • 19 Sibat

    Befr û Bajar

    Ev bajarê ku çiya bi sekna riman ber bi asîman ve berz dibin, li Geverê zivistan pir bi îhtîşam e. Eva çend roje kuliyên befrê diporin û duh bi şev gurtir bû. Nasekine. Mirî di nav qebrên xwe de dicemidin? Gelo ajalên li serê çiya çi dikin? Ne bawerim ku ji xwe re xwarinek peyda kiribin. Zimhêrê wan nemaye… Tu …

  • 14 Sibat

    Rûpelek Ji Rojnivîska Dilê Min

    Çi wext  yekemîn car pê agah bûm ku dem dibore? Şevên min ên bêxew kengê dest pê kirin? Nizanim. An jî nayê bîra min… Bi pirranî xewa min nayê, nikarim rakevim. Her dixwînim, difikirim û dinivîsim. Bi min her tiştek şikestî, windabûyî, tunebûyî ye… Westiyayî me. Rih û giyanê min westiya ye… Çavên xwe ji tarîtiyê re vedikim. Lê ew …

  • 1 Sibat

    Em Peyrewên Ebûzer in…

    “Ger neyarên min, min yek bi yek di rûçikê mezlûm û bindestên hemû dem û dewranan de nebînin, (tu bizane ku) ji zû ve mirî ne.” (Elî Şerîatî / Ebûzer) Min evîneke wiha qet nedîtiye; Ji ber xatirê heq û heqîqet, îman û îslam, azadî û edalet, bindest û mezlûman germeke çilê havînê de û di nava çolê de tenê …

Rêbendan, 2019

  • 29 Rêbendan

    Mirina Bavê Min!

    ‘‘dayik ax e bav jî av e, bêbav û malxê jiyan qetran e  xwûşk mewîj e bira xweşav e  bêmalî tembûreke bêkilam û stran e…’’ Di nava bêdengiyeke xemgîn de li bendê me ku zarokatiya min (bîranînên min yên li gel bavê min) wê were bi destê min bigire û min bibe mal. Wek ku ez di zarokatiya xwe de …