Pale

Va dike meha îlonê biqede lê karê me yî darê fisteqa hîn neqediyaye. Ez di tatolêde me bê ka em ê çawa karê erdê biqedînin. Gava ez serê xwe datînim ser balîfê ez xwe li ser dikê difikirim.

Merheba ji wer canik û camêrno. Di van çend salên dawîn de ez têgihiştim ku karê herî zahmet palebûn e. Yê herî bêqimet jî palebûn e. Heqdestê wan pir kêm e. Lê divê yê herî zêde heqdest bê dan, karê palebûnê ye. Havînan di bin tavê, zivistanê jî di bin sermê de ye. Kesê ku nejiyabe vê yekê nizane. Wek min di serî de got ev çend salên dawîn ji ber ku ez jî karê paletiyê dikim, êdî ez têgihaştim.

Min di nivîsa xweyî bi navê Fistep qal kiribû. Perçeyek erd ji bavê me ji me re mayî. Me jî ew kiriye darê fisteqa. Dar jî weke zarokan e. Gere tu li wan miqatebî. Îja ez wer di nav wan de me û ez paletiyê dikim. Tevir di destê min de çi kar hebe ez dikim. Karê min yê dawî jî ev bû. Me dar qelem kirin. Cîhê ku hatiye qelemkirin bi paç hatiye girêdan. Îja piştî demekê divê ew paç bê vekirin. Dara ku qelem girtiye divê tu berê şaxa wê bi jor de û wê girêdî. Lo bavoo îja ne darek û ne du dar. Bi sedan dar. Çelê havînê û di nava wî erdî de dar bi dar bigere û li ber wan rabe û rûnê. Jixwe ji ber ku ev çend salin li ber wan dara radibim û rûdinêm min çongê xwe xira kir. Di herdu çongên min da meniskus derda.

Îja bi vê nexweşiya xwe de wer palatiyê bike. Min dît ku bi min tenê naqede. Tu pale jî bibî, dibe ku ser guhê xwe biavêjin û ew şaxa hatiye qelemkirin û nû şîn bûyî bişkînin. Ez mecbûr bûm û min ji birayê xwe re go. Ji xwe ji biraya ew tenê li Mêrdînê ye. Min jê ra go bi min tenê nayê qedandin û divê tu were alî min bikî. Îja camêrê birayê min parêzer e û ji van karê paletiyê û her wekî din dûr e û nake. Gava karê wiha dihûkûme divê dev ji min berdin. Lê vê carê dît ku ez di çi tengasiyê de me û go temam ez ê werim alî te. Em çend caran bi hev du re çûn lê bi serê we yî delalî tu kar ji min nekir. Wer ax û waxa wî bû. Deh deqa dixebitî nîv saetê rûdinişt. Çelê havînî di bin tava bi şewat û xwedana di ser me de diherike ne rehet e. Îja min jê ra digo; birêz parêzer paletî kete serê te lo. Ka te îja halê min fam kir gelo. Gava min jê ra wer digo deng jê nedihat. Tenê digo ha hoo çi germ e.

Belê, cara dawîn ku em çûn min xwe birîndar kir. Şaxên ku ji binî de aciro dayî me bi meqesê wan dikesixan. Li ser eceleyê gava min şax kesixan bi şaşî min tiliya destên xwe jî birî. Lo bavoo we xwîna tiliya min bidîta. Tişkî me lê girêda jî tunebû. Hema min perçeyek naylon dît û bo ku xwîn bisekine min lê gerand û girêda. Birayê min çav xwina min ket go; rabe em herin nexweşxanê. Min jî go; kuro hey em hatine, ne tilî ez destê xwe jî jêkim ez ji ser vî erdî neçûm. Îja bi destekî û bi êşa tiliyê min berdewam kir. Gava ro çû ava me jî berê xwe da ereba xwe. Di erebê de gava em vedigeriyan malê, birayê min go; min wextekî romanek xwendibû. Ew kesê romanê zaningeh xwendibû û jiyanek entelektuel dijiya. Lê ji ber rewşa siyasî neçar mabû ku derkeve dervî welat û bibû penaber.

Li welatê ku çibû bo ku jiyana xwe dom bike bibû pale. Hîn qal dikir min gotina wî birî û min go, yano tu dibê ez parêzer û ev karê paletiye ne wer! Min go; de îja ka li min guhdar bike. Rokê min palê anîn bo tevirdana dara. Wek niha germ bû. Xortekî panzdeh salî jî hatibû. Piçkî bi goşt bû jî. Ji ber germê rebeno şeliqî. Nema karîbû bimeşiya. Min jî henek bi rewşa wî û bi meşa wî dikir. Diya wî bo lawê xwe xweş kir û go; wele ez qêmişî wî nakim. Min ew bi tamtîk û çilakiya mezin kir. Gere halî wî ne paletî ba. Mi jî jê ro go; xaltî te zanîba bê ez kî me, tê ji min ra bigota tu û ev toz û dûman. Tu û paletî. Xaltî go; çima ma tu kî yî. Min xwe naskirin da û hin sûrete xwe yî li ser dikê û hin video xwe yî ji bernameyên televîzyonê nîşan da yê. Xaltî ez ji televîzyonê nas kirim û go; wîî pepûk tu ew kesê televîzyonê yî û go tu û ev hal. Dûra dilê xwe bi min şewitand. Birayê min go; yano tu dibê çi. Min go; heyra qey vê carê tu hatiye alî min û tu dilê xwe bi xwe dişewitînî û tu dibê ez parêzer û ev hal. Îja ka ez wesfê xwe bijmêrim.

Ez mamosteyê dibistanê, şanogerê her roj li ser dikê, peşkêşvanê tvyê hîn min dijmart birayê min go; tu mafdarî, va ez huş bûm. Belê, wextekî min ev rewşa xwe yî nakokiya kesayetiyê ji dostekî xwe re bi wêneyekî da nasîn. Ev dostên min jî parêzer bû û ji min re wer digo; tu kesekî hunermend î û dibê tu li bajarekî mezin yê navenda hunerê bijiyay. Û wiha homofisa te hebûya û şeraba te di destan de û di civatan da, te nîqaşên hûnerê bikira. Wî li ser navên min van xeyelan dikir lo.

Îja min ji vî dostî ra du wêneye xwe da ber hev û jê ra şand. Yek jê yê ku ez li ser dikê hûnerê dikim ên dinê jî yê ku ez di nava toz û xumamê û tevir di destê min de ez tevirê dikim. Di bin wêne de jî min wer nivîsandibû. Rewşa min î nakokiya kesayetiyê. Weke ew li ber min ket û xemgîn bû ez ewqas xemgîn nebûm lo. Ji wê rojê pêve ew dostê min bo min hew xeyal gotin. Û her ku gotin tê ser rewşa min dibê; destê ku min bi qedeha şarabê xeyal dikir min bi tevir dît. Te xeyalên min serûbin kir.

Gotina dawî. Va dike meha îlonê biqede lê karê me yî darê fisteqa hîn neqediyayî. Ez di tatolêde me bê ka em ê çawa karê erdê biqedînin û gava ez serê xwe datînim ser balîfê ez xwe li ser dikê an mîkrofon di destan li ber qamerayan difikirim.

Mehmet Erbey-Gazete Duvar

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply