Bixwîne heta çavê te ronahî jê kêm be,
bila şaneyê hişê te biweste, wê demê
fikr û ramanê te wekî çira di tariya
şevê de vêkeve şikeft ronî be bixwîne.
Pirtûkan di refande nehêle, yekî rake
bila yek bikeve dewsê, heta tu rastê
rastiya koka bav û pîrê xwe hatî, rûpelê
pirtûka bi ser hev de biqûlibîne bixwîne.
Pîyê te pêxas bimîne pir xem neke,
bila binê çermê mêjiyê te de, binbîrê
jiyana te kombin, wê demê şewata
hêsta dibe xwûdan bedena te germ bike.
Bi hestên evîndarî pirtûka ji ber serê
xwe dûr nehêle, bixwîne her rojan bila
mêjiyê te enerjî bigre û çavê te bikeve
tevgera lêkolîna azadîya vîna te û qedera xwe bijîn.
Bixwîne, rêya azadîya vîna mirovan tenê
yek xetekî de digêhêje endcama dozê.
Heta cesareta destê rêhevala xwe ji bo
hev fembikî negrî. Evîn bê wate dimîne.
Bixwîne, bila porê serê te rengê xwe bibe
rengê baskê ferîştehan, terîfa te di pirtûkê
mûqades de bikin, dilopê rondikê çavê te
bibe pênûs û jiyana bavpîrê te bibe dîrok.
Bixwîne, bê xwendin dad nabe teraziya
mafê rast û wekhevî, zarokê te ji xizanî
dûr ji jiyanê par nagrin û dibin xizmetkarê
serxweşan û ji koka xwe dûrî gunehkar dijîn.
Bixwîne, bixwîne bila zarok di kolanan de
azad bimeşin, tirs û xofa êrişan dûrkevin,
jiyana bavû dayîkan ferbin, têgihîştina
pêşengî dûrîde bibe pêyker, weneyê te nasîn be.
Bixwîne, bixûne ji bona civak kirasê nezanî
biqetînin, qumaşê li ser bejna keçû bûka
xemla wan bibe bostanê ji gulê renga rengî,
Hunermend bi hunerê xwe werin bal hev.
Bixwîne, bixwîne bila cîhan ji nûve bikevin
nava tevgera rêz girtina zarokê ji koka
wan pêximber hatine, ronahî dane gerdûnî.
Ezmûna bê xwendin bila nêvcû nemîne.
Behçet Ateş