Nûbihar Komele: Divê em dersên hilbijêrkî yên kurdîyê tercîh bikin

Komeleya Nûbiharê derbarê dersa hilbijartina dersa Kurdî daxuyanî belav kir, daxuyaniya komelê li jê re:

Hilbijartina dersan di xwendingehên navîn da mafekî fermî ye ku bi xwendekaran hatîye dayîn. Di nav van dersan da di polên 5-6-7-8ê da kurmancî û zazakî jî hene. Ji bo mirov bikare van dersan hilbijêre divê dêûbav bi rêya daxwaznameyan serî li rêvebirîyên xwendingehan bidin û ji nav van dersên hilbijêrkî kurmancî yan jî zazakîyê îşaret bikin. Îsal ji bo serdema biharê serîlêdan heta 10ê Sibata 2023yê dikarin bên kirin.

Sala borî 20.265 xwendekaran dersa kurdî tercîh kir. Tevî vê, dersên kurdî di hejmareke kêm a xwendingehan da hatin dayîn. Sedema sereke ya vê jî ew e ku Wezareta Perwerdeyê salê tenê 2-3 mamostayên kurdî tayîn dike.

Halê hazir di tevahîya Tirkîyeyê da derdora 75 mamostayên kurdî hene. Hin mamosta ji ber ku di xwendingehên wan da dersên kurdîyê nayên dayîn biranşên xwe diguherînin. Ev jî dibe sedem ku ev hejmara kêm a mamostayên kêmtir bibe.

Madem dersên hilbijêrkî yên kurdî bi awayekî fermî di mufredata perwerdeyê da cih digire û gel jî bi rêjeyeke zêde (20.265) vê dersê dixwaze, ji bo dayîna van dersan bi kêmanî divê 250 mamostayên nû bên tayînkirin.

Ji bilî vê, ji bo pêşîvekirina dersên kurdî divê li pêşîya Wezareta Perwerdeyê û Rêvebirîyên Perwerdeyên Bajar û Bajarokan daxuyanî bên dayîn. Bi van daxuyanîyan dê rêvebirîyên xwendingehan ji bo dabînkirina vî mafî û dayîna dersên kurdî bêhtir bikevin nav tevgerê.

Em li ser navê Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Nûbiharê, pêşnîyazî hemû dêûbavan dikin ku mafên zarokên xwe yên hilbijartina dersên kurdî bi kar bînin. Divê zarok bikarin zimanê xwe yê zikmakî di xwendingehan da hîn bibin û pêşve bibin. Bi tu awayî divê zarok ji vî mafê xwe yê bingehîn bêpar neyên hiştin.

Xîret bikin! berî 10 Sibatê ji bo hilbijartina dersên kurdî daxwaznameyên xwe bidin xwendingehan û ji vî mafê xwe yê bingehîn sûd wergirin.

Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Nûbiharê

Derbar ziman

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply