Li Amed Zimanê Bazarê

Li Amedê zimanê bazarê bûye tirkî!

Hindik kes bi kurdî (kurmancî/zazakî) diaxivin! Zimanê rojane bûye tirkî, lê çi tirkî!

👉Li Amedê mirovên xwende bi kurdî, nezan û cahil bi tirkî diaxivin!
👉Mêr bi kurdî, jin bi tirkî diaxivin.
👉Extîyar bi kurdî, ciwan bi bi tirkî diaxivin.

Lê tiştek bala min dikşîne, piranî van mirovên ku hîn du ji gundan hatine, israra axaftina tirkî dikin. Tu lê dinêrî dayîk bi kurdî diaxive, keçik bi tirkî bersiva wê dide.
Yanî xanimefendi, bi tirkî zanibe zora meriv naçe! Tu tevî bicivînî bi sed-dused peyvên tirkî yan zane yan nizane lê israr dike û bi tirkî diaxive. Tirkîya wan jî, ji gelîsen û gîdîsen pêvtir tiştek nîne.

Tiştekî din jî bala min dikşîne, Kurdên ku qaşo welatparêzin û Îslamcîyên ummetçî jî bi tirkî diaxivin, kurdîtîya wan ji slogan û ajîtasyonê pêvtir tiştek nîne. Umetçîtî û welatparêzîyekê bê şiûr dimeşînin.

Di kal û pîrên me de jî kompleksa tirkî heye, bi nevîyên xwe re bi wê tirkîya xwe ya muhteşem diaxivin.

Ez carna rastî hinek jinên modern têm û dema bi kurdîyekê zelal diaxivin û diyaloga wan û zarokên wan bi kurdîye(zazakî/kurmancî), ez pir kêfxweş dibim. Hişmendî tiştekî wiha ye!

👉Mirtibên Amedê tev bi kurdî hem jî bi kurdîyeke zelal diaxivin ez wan pîroz dikim.

👉Melên medresan bi kurdî îmam xetîbî bi tirkî diaxivin.

👉Memurên Amedê li gor konjokturê bi tirkî yan kurdî diaxivin.

👉Li terîqetan ziman kurdî ye. Mesele sosyolojîk e…

👉Sîyasetmedar di dema hilbijartinan de bi kurdî piştî hilbijartinan bi tirkî diaxivin. Mesele berjewendî ye…

Xwedê teala hişmendîyek mili bike para miletê me û kurdî (zazakî/kurmancî) bi miletê me bide şêrînkirin înşallah.

 

Fîkrî Amedî

Derbar Çand Name

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply