Nirxandina berhema Roza Metîna ya bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’

Berhema Roza Metîna a bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ bi heft çîrokan pêk tê.

Nivîskarê bingeha çîrokên xwe ji êş û azarên gelê Kurd dikişîne girtiye. Di nava çîrokan de pir zêde sembol hene. Sembol bi awayekî lez û bez rêz bûne. Hemû hevok der xwezayê ne. Bi awayekî tên çêkirin. Heta navê kesayeta ne ji xwezeya Kurdî û gelê Kurd in. Hemû nav jî hatine çêkirin. Zarokên dozdeh salî bigire heya dayîkên pîr tevlî mêran hemû kes tu bê siyasetmedarên salanane, wusa zana wisa politîk. Lê tiştekî vî teherî ne pêkane. Hemû kesayet hatibûn polîtîze kirin. Metnê de tu awayî estetîk tuneye. Çawa ku siyasetmedarekî xwedî tecrûbe. Li hember girseyekîye û dike di nava çend xulekan gelek tiştan bêje. Bêrika wê/wî de çi hebe rêz bike.

Kesayetê çîrokan zêdetir jin bûn. Lê jinê pişt mêrê qehreman. Yanê mêr hertim qehremanbûn. Jina jî pîştgirî da wan.

Gelê Kurd xwediyê van êş û azaran be li ser axa xwe bê nasname hatibe hiştin, helbet nivîskarê qala vî bikin. Xwe hunermendê vî tiştî piştguh bike. Nikare bibe dengê vê axê. Lê divê bi çarçovaya wejeyê bi zimanekî estetîk were ziman. Ew qas ajîtasyon ew qas arabesk ne hewce bû. Em xwediyê vê zimanê nazenîn vê zargotina dewlemendin. Divê metnê Kurdî de edebiyata Kurdî biteyise .

Şanyar Adir

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply