ma qe her dem ne baran û babelîsk in,
bitav û tavgehên wan jî hene.
ma qe her roj mirin û sela nîne,
zayîn û rojbûnên wan jî hene.
ma qe jiyan timî tehl e?
car-caran şîrîn e jî.
ma qe mirov her wextî bêhêvî namîne,
pirî caran bihêvîye jî.
ma qe jiyan bi girîbûnê derbas dibe?
jibîr neke, azadî bi ken dest pê dike.
ma qe herdem em ê rastî ramanê ne zelal bên?
hinek caran jî em ê rastî ronahîyê bên.
ma qe jiyan li serxet û sînoran dimeşe?
ew ê kengî, serxet û binxet tevlîhev bibe?
wê çaxê jiyana heq ew ê bimeşe.
ma qe tu qet nabêjî diz bi kî/kê re hevaltî dikin?
ez ji destbirakê xwe yê ezîz re bibêjim,
diz bi dizan re,
kuçik bi kuçikan re hevaltî dikin,
û qet jibîr neke:
diz û kuçik bi hev re jî dar û qîtikê dileyzin
li kolanên asaqgehên têrguneh de!!!
Sibat 2023
Arjen Bîlge