Neteweperwerî û Nijadperestî

Kesên li ser axeke diyar dijîn, ziman, dîrok, zagon, edet û fikrên wan dişibin hev û wek netewe tên binavkirin.

Rengê çerman,bilindahiya bejnan, teşeyê laş, bi kurtasî taybetiyên fîzîkî û taybetiyên genetîkî wek grûba xwînê jî wek nijad tê binavkirin.

Min xwest di destpêka nivîsê de ez wate û hêmanên neteweyê û ya nijadê bibêjim bila mijar baştir bê fêhm kirin.

Li gorî senifîneke zanistî mirov dikare mirovan bi du awayên wek netewe bisenifîne. Senifîna yekemîn xwezayî ye û raveya jorîn li gorî wî hatiye kirin; a duyemîn senifîneke nû ye. Bi tê afirandin, ji vî re jî netewe tê gotin.” tê ravekirin.

Neteweperwerî bingeha xwe ji neteweyê digre, wek ji jorê tê fêhm kirin netewe wek komenav an polenav derdikeve pêşberî mirov. Ku wateya neteweyê baş bê fêmkirin wateya neteweperweriyê hêsantir dibe; nexwe wateya neteweyê kêm an jî şaş bê fêhmkirin, neteweperwerî bi serê xwe dibe pirsgirêkekî û wateyên ne rast lê tên barkirin.

Ji ber ku neteweperwerî û nijadperestî tê tevlihevkirin ez dixwazim cudahiyên wan ji we re vebêjim û sedema li ser wateyan sekinîna min jî ev e.

Hêmanên neteweyê ji dayîk bûnê de tê dayîn an bibêjim derfetên kurtasî wek gotina Ernest Renan: “Mirov, ne berhema nijadê, ne ya zimanê, ne ya olê, ne ya rêya çem tê de diherikin, ne jî ya milê rêzejiyan e. Bi civîna mirovên dilgerm û hîssaxlem hişekî mirov bikaribe wan hilbijêre tune ye. Ev ji bo taybetiyên nijadê jî wisa ye; di navbera wan de cudahî ev e: li gorî hêmanên neteweyê mirov bi hêsanî tên senifînê lê li gorî yên nijadê rewş diguhere. Çawa?

“Afirandina erd û esmana, cudahiya ziman û rengên we ji selmînên Wî (hêz û bilindahiyê) ne.”

Dema mirovan li gorî nijadê senifandine an wek çermespî (Caûcasoîd), çermereş (Negroîd), çermezer (Mongoloîd) an jî wek Qafqasî, Moxol, Malayayî, Etiyopyayî û Amerîkiyên resen kom hatine afirandin. Ev senifîn jî ne zanistî û ne jî îzafî ne. Ji xwe gelek antropobiyolojîst ji bo mirovahiyê tu senifînên nijadî napejirînin; ji ber ku di warê zanistî de ger mirov li gorî nijadê bê senifîn divê her mirovek bi serê xwe wek nijadek bê binavkirin çima ku genetîka her mirovek ji yên din cudatir e.

Ji van raveyan jî tê fêmkirin ku mirov bên senifandinê divê ev senifîn ne nijadî, neteweyî be.

Dû Senifîna Neteweyî Çi Derdikeve Pêşberî Mirov? Pîvanga Neteweperweriyê Çi Ye?

Mirov di serî de berpirsyarê xwe ye, ev çarçove hêdî hêdî berfirehtir dibe û digihêje asta neteweyê. Di bingeha xwe de her çiqas mirov berpirsyarê xwe be jî ji ber ku mirov li ser navê neteweya xwe dijî hemû çalakiyên mirovan ger baş ger xirab dikeve ser navê neteweya wê. Ji bo vê yekê divê di rêya berjewendiyên netewehî de dev ji berjewendiyên kesane bê berdan.

Binêrin mijareke din derket pêşiya me bi navê “berjewendiyên netewehî” ku ev mijar baş bê fêmkirin an gelek kes vî mijarê têbigihêjin, gelek pirsgirêkên civakî wê bi hêsanî bên çareserkirin.

Berjewendiya netewehî parastina hêmanên bingeha neteweyê ye. Ev jî ziman, dîrok, ax, edet û hwd. in. Divê parastina van di çarçoveya pîvangekî de be. Mirov heya ji destê wî tê dikare ji bo neteweya xwe bixebite, lê ger astengî dernexe pêşiya neteweyên din. An jî mirov dikare bibêje pîvanga vê yekê mirov bixwaze xwediyê çi be divê bikaribe bihêle mirovên din jî xwediyê heman tiştê bin.

Ji hêleke din ve di nav çarçoveya pîvangê de divê mirov ji bo neteweya xwe bixebite. Di Qur’ana pîroz de “Afirandina erd û esmana, cudahiya ziman û rengên we ji selmînên Wî (hêz û bilindahiyê) ne.”* Mirov ji vê ayeta pîroz divê vî yekê fêhm bike: Ger ku Yezdanê pak gotibe neteweyên we selmîna hêz û bilindahiya min e divê mirov xebata ji bo neteweya xwe wek îbadet bibîne. Bi vê yekî re jî zordestî yan kedxwarina neteweyek wek li dijberî Xwedê hatin bê dîtin.

Ji bo nijadperestiyê jî, ji ber ku me gotibû mirov wek nijadan nayêne senifandinê, miroveke ku qasê dilopekî aqil pê re hebe nakeve dû tiştên tune…

 

*Sûreyê Rûm,ayet 22

 

Nivîskar: Îsmetullah Ozdag

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 3yan

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply