Nesîheta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Ev nivîsa Bediuzzeman bi Kurdîya kurmancî nivisîye. Di sala 1908’an da di rojnameya Kurt Teawun ve Teraqqi’yê de weşiyaye.
Ey Gelî Kurdan!
Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de seadet, hukûmetê de selamet heye. Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xilas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we re bibêjim:
Hûn bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin.
Yek İslâmiyet: Ku hezar hezar xûna şehîdan, buhayê wê dane.
Ê duduyan Însaniyet: Ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî, ciwanmêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dunê bidîn.
Ê sisîyan Millîyeta me ye: Ku meziyetê da me; ê berê ku bi qencîyê xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikîn.
Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:
Yek feqîrtî ye: Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û bêxwendinî: Ku hezar ji me da yek ‘qazete’ nikarin bixwînin, delîla wê ye.
Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e: Ku ev edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqê ‘terbîyê’ dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e ku: Em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrîn. Ta ku em her sê cewherê xwe ji dest xwe nekîn û her sê dijminê xwe ser xwe rakîn.
Û şûrê ewil: Mearîf û xwendin e.
Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye.
Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Û wesîyeta paşî: Xwendin, xwendin, xwendin…
Desthev girtin, desthev girtin, desthev girtin…
Mela Seîd