Nav û nav û nûçikên kurdewarî

Li gund di nav goristanê de me. Serdana gorên miriyên malbata xwe dikim. Goristan ji nû ve hatiye çêkirin. Hemû ji kevirên mermer in. Dema min li navên ser kevirên mermer hatina nivîsin mêzand kom bi kom eynî bûn. Navên li ser gorên mêran ên hatina nivîsin ji çar û pênc navan zêdetir nebûn. Hemû ji malbatê bûn û paşnav Polat bûn… Alî, Hesan, Huseyin, Ibrahim, Ismail Polat… Ne zêde… bapîr, bav û law Alî, Hasan, Huseyin, Ibrahim, Ismail… Min bêçarê yek bi yek pirsîn, ev ya kîjan Eli ye, ev ya kîjan Hesanî ye, ev ya kîjan Husên e… Gava nav û nûçikên wan kesan hatin gotin, min jî got haa ew e, haa ew e min naskir…
Bi rastî di gundê me de her kesî navekî xwe yê duyem hebû; yê yekem malbatê, yê duyem civatê yanê gundiyan lê dikir. Navên mayînde, yên civatê lê kiribûn. Bi piranî navên ji hêla malbatê lêkirin, dihat ji bîrkirin, û nav û nûçik an jî navê ji civatê girtî li ser wî kesî dima.
Li gund jineke pîr hebû; Xaltiya Cirîd ku bi rastî navê wê Meryem bû, lê kêm kesan ew bi vî navî zanibû. Di ciwaniya Xaltiya Cirîd gava di civata gund de tevgera wê eşkera bû û bi lêz û şipî tevdigeriya gundiyan navê wê Cirîd lê kiribûn. Yên mezin pêra Cirîd digotin, Cirîd were Cirîd here, lê wê qet hez nedikir ji wê re bêjin Cirîd. Me bûçikan Xaltî digotin dema em pêva tekildar dibûn, lê dema me di nav xwe de qala wê dikir, me digot Xaltiya Cirîd… Bûka Xaltiya Cirîd bi ber bû û li ber zayinê bû. Di hundirê xaniyê Xaltiya Cirîd de qijîna bûkê dihat. Piştî qijîna bûkê qediya, Xaltiya Cirîd derî vekir, bi dengekî bilind bang kir û got: “Gundîno, cîranino lawikekî me çêbû, me navê xwe lê kir, de werin hûn jî navê xwe lê bikin.” Pîrekê got, “Cirîd hê bipê, bila lawik biçek mezin bibe, emê mêze bikin, yekî çirto ye, ê çi bibe, ji navan kîjan navî heq bike…”
Navên malbatan li zarokên xwe dikirin bi keseyatiya zarokan ve bêelaqe bûn, dê û bavan kîjan nav hez dikirin piranî ji çenda derveyî ya olî an jî ji çanda serdest digirtin û li zarokên xwe dikirin. Hesen, Huseyîn, Elî, Ibrahim, Ismail nizanim çi… Lê navên duyemîn, ên bi nav û nûçik dihat bi navkirin ku ji hêla civatê dihat lêkirin navên rasteqîn dibûn. Piranî nav û nûçik bi kesayetî û tevgera kesan ve girêdayî bû. 
Ji gundê me navûnûçûkên tên bîra min Tumo, Maro, Guro, Şilo, Karo, Dîno, Qaşo, Qaso, Hopan, Şopo, Şero, Kêlo, Şato, Kundo û ji jinan Tumê, Sewê, Siltê, Cirîd, Kerê, Bûkê û gelekên din…
Ev hemû nav û nûçik ji Ali, Hasan, Huseyin, Ibrahim, Ismail bêtir malê me, ji zimanê me, ji çanda me xuya dikin. Dema ez li ser hûr û kûr bûm dibînim ev nav û nûçik navên me yên kurdewarî ne. Her çiqes niha em wergerine ser navên xwe yên kurdewarî mînak Agît, Rojda, Hebûn û bi hezaran, yên berê jî yanê nav û nûçik navên me yên kurdewar bûn.
Hevalekî anîbû bîra min, di zarokatiya min de nav û nûçikekî min jî hebû; “Qaso” bû… Çima ev nav û nûçik li min kiribûn min baş nezanibû. Li gund kalek hebû nav û nûçikê wî jî “Qaso” bû; dibe ku ji wî ev nav û nûçik li min kiribin, ez nizanim. Niha tê bîra min, wê demê min ji vî nav û nûçikê xwe qet hez nedikir û ez jê acîz dibûm. Niha ev nav û nûçik li min şêrîn tê…
KazimPolat-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply