Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?

Di vê nivîsê de em qala meseleya ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê çi bê kirin bikin ku belkî ji bo hinên din jî bibe derman. Fitix, bi gotineke din êşa piştê ye. Em ji çîroka “Êşa Piştê” piştî dest pê bikin:

Çîrokeke me ya kurt û gelêrî ya kurdan ku em ji xwe re dersan jê digrin. Dibêjin du kesan şer kiriye û yekî ji wan li zikê yê din xistiye. Yê ku ji zikê xwe derbê xwariye ji yê din re gotiye, “Axxx pişta min!”. Wê gavê yê xurt ji yê lawaz re gotiye, “Law ma min li zikê te xist, çima, çi bûye ji pişta te?” Bersiva yê lawaz gelekî îronîk bûye, “Heke pişta min hebûya ma ji ku te karîbû li zikê min xistiba?”

Pişt ji bo gelek çîrokan dibe mijar lê di çîroka jiyana mirov de lehengiya barkêş û azarkêşiyê dibe para wê. Tenduristiya piştê esasê tenduristiya siberoya laşê mirov e. Ji ber ku emrê meriv dirêj an kin, ew çi be jî, heta bi dawiyê barê herî giran para piştê ye. Hem berpirsiyarê liva lingan e, hem barkêşê ji navê berjor e û him jî ragihanerê di navbera berjêr û berjor e. Ji ber vê divê meriv qîmeteke mezin bidiyê.

‘FITIXÊ TE ÇÊBÛYE’

Naxwe min çawa kir? Min heqê pişta xwe nedayê. Min qîmet nedayê û belkî ji ber vê jiyanê belkî jî ji nezaniya xwe daîm barê giran lê kir û di bin bar de eciqand! Taliya talî, piştî serdemeke tije zehmetî pişta min got “bes e” û wê jî dest ji min berda. Encam, êşeke ji carekê ve xwe di min de hîs kir, di ciyê xwe de hişk bûm û hew duqat bûm ku karîbim bi vir de wê de herim. Paşê çûyîna nexweşxanê, muayeneya bijîjk, kişana fîlman û analîza fîlmên MR’yê (emar). Bijîjkê pispor yê Fizîk û Tedawiyê got, “Ser xêrê be fitixike te ya nipînû çêbûye!”

EV FITIX ÇAWA ÇÊBBÛ?

Yên ji we nizanin belkî bibêjin, “viya barê gelekî giran rahiştiye û ji ber wê pişta wî fitixiye?”. Lê na! Qet na! Min karên gundan jî nekiriye û yên înşeatan jî. Ne me, ne das, ne tevrî, ne jî şivanî! Ne kevir, ne kîs û ne çewalê arvên! Ne qelew û ne jî lawaz im ji aliyê giraniya xwe ve. Erê ne atletîk û ne jî çewalê patata me! Helbet mirov di nava van kar û şertan de jî dibe xwedî fitixa piştê lê yê min û gelekên wekî min ne ji vana ji tiştine din nexweş dikevin. 

PIRS Û BIRSIV

Ji bo ez xwe bi we canik û camêran bidime fahmkirin, bo hûn jî nekevin van halan û li xwe miqate bin. Ka em dest bi pirsan bikin.

1- Cara pêşî kengî ev nexweşî di min de derket?

– 14 sal berê.

2- Berî ku di min derkeve haya min jê çêbû yan jî tu emare-nîşane hebûn an na?

– Na, belkî hinek sînyalên bedena min hebûn lê min fêhm nedikir.

LI SER SIFREYÊ ÇÊBÛ

3- Bi çi awayî êşa pêşî çêbû?

– Em malbat li erdê li ser sifrê taştê me dixwar û piştî têr bûm ku min livek da xwe ji bo ji erdê rabim, min dît ku êşeke dijwar di pişta min de ye û nahêle ez ji erdê rabim. Paşê malî ketin bin çengên min û ji erdê daqul mayî rabûm. Hinekî bi çûn û hatineke sakîn ji hev rabûm û hinekî normal bûm.

4-Beriya nexweşiyê min çi kar dikir?

– Mamostetî dikir û hîn jî dikim.

5-Eleqeya vê nexweşiyê û karê mirov heye?

– Mamostetî ne karekî hêsan e. Berêberê bi saetan meriv li ser lingan dimîne, di ders dayinê de jî bê hemdê xwe meriv carinan dikeve pozisyonên zerarê bide pişt û sitûyê xwe. Dersdayîn streseke wê yê gelekî pîle bilind heye, nexasim jî salên ku meriv di kar de nû be. 

6- Mesela ew pozîsyonên bi xetere kîjan in?

– Pozîsyonên wekî li texte nivîsandina dawî dirêj, ji deh kêliyan zêdetir li ser lingan mayîn, ji nîv saetê zêdetir li ser kursiyê bê liv rûniştin, li ser masê bi şiklê xwe daqulkirî û wexteke dirêj pirsên zarokan bersivandin, tim û daîm bi dengê berz û bênavber axaftin, rabûn û rûniştina ji carekê û ne çê, fitilîna li rast û çep ya ji nişke ve û hwd.

HIN SEDEMÊN FITIXÊ

7-Tenê bi van livên xelet fitix çêdibe?

– Na, tenê bi serê xwe ew nabine sedem. Hîn gelek sedemên din hene û bi piranî gava hemû bi hev re di meriv de peyda dibin rîsk zêde dibe. Bi pozisyonên ne çê re, di beşên jiyana merivan de gelek faktorên stresê hene. Mînak stresa ezmûnan, karek dîtinê, debara aboriyê, têkîliyên dilî, zewac, xwedîtiya zarokan, problemên malbatî, di trafîka zêde de wext derbas kirin û hwd.

8-Wekî din çi faktor-sedem hene?

– Mesela faktorên genetîkê jî hene. Hinek mirov ji binyata xwe ya irsî lawaz in. Dibe ku xwarbûn di marîpişta wî/ê de hebe, yan jî movikên-hestiyên marîpiştê kêm û qels be. Qelewiya zêde jî nexweşiyê diazirîne. Ji ber ku barê piştê û sitû gelekî zêde dike. Ajotina erebeyan a dû dirêj jî dibe sedem, carinan pişkek an jî kuxikeke bêwext û dijwar jî…

SEDEMÊN FITIXA MIN

9- Yê min vana kîjan bûn?

– Gelek jê sedem bûn. Hinek rojan 10-12 saet min ders dida. Li dor sê-çar salan li ber betilandina dersan, hem sibehan û hem jî êvaran, heftiyê 6 rojan bi erebeyê diçûm çend navçe û bajaran. Ji mecbûrî. Ji ber ku li dersxaneyên taybet de mamoste bûm û debara malê jî zor bû.

BI ÇI MIROV DIKARE PÊŞÎ LI FITIXÊ BIGIRE

10- Ji bo meriv bi vê nexweşiyê nekeve û ku pêket jî divê çi bike, here kîjan beşa nexweşxaneyan?

– Helbet xwe parastin û li xwe miqatebûn ji bersiva pirsên din muhîmtir e. Xweparastin bi masûlkeyên xurt û berz peyda dibe. Bi rastî ji bo masûlkeyên xurt ew werzîşa ku çavên meriv ditirsîne ne hewce ye. Hewcehî bi egzersîzên rojane, bi baldarî rabûn û rûniştin, jiyaneke kêm stres heye. Lê dîsa jî hinek kitekit hene. Ew kitekit jî ev in:

+Tiştên giran hilnegire, te hilgirt jî bi destekî ne, du destan bigre.

+Heke tu yê tiştekî ji erdê rahêjî, ji navê xwe daqul neke, çogên-kabokên xwe bişkîne û rahêje.

+Ji deh kîloyan zêdetir hilnegire, di ciyê xwe de li ser piyan nesekine. Bimeşe, here û were.

+Ji nîv saet, çil kêliyan zêdetir rûnenê. Carê rabe, bimeşe, her û were, pozîsyona xwe biguherîne.

+Li ser nivînên zêde hişk yan jî nerm raneze.

+Bi saetan li ber ekranên kompîtur û telefonê nesekine.

+Cilên zêde teng li xwe neke ku xwîna te bi hêsanî û lez biherike.

+Cixareyê nekşîne.

+Zêde bi xwarinê xwe aciz neke û qelew nebe.

+Solên ku lingên te têde rehet be û sivik be pêxe lingên xwe.

+Li erdê xwarinê nexwe û rûnene.

+Tûwaletên alafranga-kolzet bikar bîne.

+Lingên xwe bi saetan neavêje ser hev.

+Tu li ku rûniştî destekekê bide pişta xwe.

+Tu meşiyayî bila pişta te rast, serê te ber bi jor û bi xwe bawer bimeşe.

+Alavên malê û li kar li gor bedena xwe, ergonomîk hilbijêre.

+Hobiyên ku te rehet dike ji xwe re bike.

+Îmkanên te yên masajê hebe, tew nebe salê çend caran here cem masorên pisporên masajê.

+Marûzî sermê nemîne.

+Heke te karekî dawî dirêj kir nebêje “ha ha va hindik ma, ha vê jî, ha vê jî!. Di ku de tu betilî, navberê bidiyê.

+Betilandina xwe heya tu karîbî li ser piştê dirêjkirî biderîne.

+Soberiyê bike, lê xwe zêde nebetilîne. (bi periyodên 10 kêlî soberî, 30 kêlî îstirehet)

+Bi tempoyeke ne kêm ne zêde bimeşe. Te çawa hîs kir ku tu betilîe meşa xwe biqedîne.

-Û ji nas û dostan dûr be ku meriv ji marîpiştê ve fitix bû gerek berê xwe raste rast bide nexweşxaneyê, beşa Fizîk û Tedawiyê yan jî Cerahiya Mejî û Marîpiştê, bijîşkên profesyonel yên vê nexweşiyê. Jê û pê ve hemû derew, xwe xapandin û sextekarî ye! Qethiyen xwe nexin nava lepên cebar-mebaran. Ew kes di şûna ku we rehet bikin îhtîmal e ku we seqet bihêlin.

MIN TEDAWIYEKE ÇAWA KIR?

11- Piştî ku ez nexweş ketim min çi tedawî dîtin yan jî çi derman xwarin û meriv jê xelas dibe yan na?

– Wexta ku bijîşk teşhîs danî bêtir bi dermanên masûlke sistkêr ez tedawî bûm. Ew jî hinek derziyên steroîd, merhem û vîtamînên wekî B11 û B12 bûn. Lê ji sedî sed meriv xelas nake. Tenê êşa wê gavê kêm dike. Taliya talî ew kermika di nava movikên marîpiştê de pîjikek ji ber çûye û ew pîjik di baqê şaneyên neuronan (şaneyên sînîr yên di marîpiştê de) de wekî derziyakê têde diçe. Ew pîjik bi derziyan, heban û melheman nakeve ciyê xwe. Encax bi masûlkeyên xurt qewîn dibe û dikeve cihê xwe. 

– Hin tedawiyên din jî li cem teknîsyenên Fizîk û Tedawiyê tê kirin. Ew jî dayîna voltajeke kêm ya elektrîkê û presên bi torbe û pêşgirên germ bûn. Her ku ez li xwe qate nebûm nexweşiya min li min girantir bû, du caran jî tedawiya manûel min dît. Di vê tedawiyê de pisporan temama enîşkên di laşê min de qirpandin. Meriv gelekî rehet dike, stresa li ser laşê meriv bi rêjeyeke mezin kêm dike. 

– Helbet vana hemû çareyên demî bûn û di şert û mercên min de tu çê bûn nebû û ez jî li xwe ne miqate bûm. Paşê di sibata/reşemiya sala 2017’an de êşa min zêde bû. Ez ne dikarîbû rûnim, ne bimeşim, ne rakevim. Fitixa min piştî kişaneke fîlmê MR(emar)ê  li gor gotina bijîjkê pispor teqiya bû û teqez diva bû emeliyat bibime. Di nava hefteyekê de, li Diyarbekirê, li cem bijîşkekî navdar, bi teknîkeke nû (mîkrodîskektomî), bi birîneke biçûk û di nava 45 kêliyan de emeliyat bûm. Roja din jî ez ji nexweşxanê tabûrcû bûm. Êşa min hema hema qediya bû. Berî emeliyatê ji çoga min a çepê heta bi serê tiliya min a gir pûçbûnek têde hebû lê piştî emeliyatê ew pûçbûn jî gelekî kêm bû. Niha jî ku ez li sînorê xwe zanibim êşa min çênabe lê ku bibetilim, bibehicim, ji piştê ve marûzî sermê bimînim, zêde li ser piyan bimînim yan jî tiştên zêde giran rahêjim jî êşa min zêde dibe.

– Ev nexweşî ne wekî nexweşiyeke mîkrobîk e. Bi dermanên wê mîkrobên ku bimre tune ne. Sebr û dayax lazim e. Standardên ku ji bo vê nexweşiyê di jiyana xwe de meriv cih didiyê divê ne tenê bo dema nexweşiyê be, divê daîmî be û bi îstîkrar be.

EMELIYET DIKARE SEDÎ SED BAŞ BIKE?

12- Gelo emeliyata vê nexweşiyê dibe çareserî û meriv ji sedî sed jê xelas dibe?

– Ez bersiva vê pirsê encax bo xwe dikarim bidim; na, nebû çareserî û hîn jî jê xelas nebûme. Lê li gor ew çend rojên berî emeliyatê ez gelekî baştir im. Qerara emeliyatê jî encax nexweş û bijîşk bi hev re dikare bide. Berê berê emeliyatê jî nefikirin. Tedawiyên din biceribînin, li xalên jor ku min rêz kiriye qate bin û heya hûn dikarin xwe neyînin asta emeliyatê.

Li xwe qate bin û ji bo temama nexweşan silametiya xêrê dixwazim.

 

Hemdilla ARDA -Diyarname.com

 

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply