Çanda Devkî – 1

Du cure çand hene; Ji van ya yekem çanda devkî û ya duyemîn jî çanda nivîskî ye.

Di gotara me ya yekem de ez ê ji we re hinekî qala çanda devkî bikim. Ez van notan bi îlhama pirtûka Walter J. Ong a  Çanda Devkî û ya Nivîskî dinivîsim , ku niha ez dixwînim.

Çanda devkî ji çanda nivîskî gelekî kevntir bû û bi hezaran sal berê da hatiye holê. Dibe ku em berdewamiya çandeke ku ji damezrandina cîhanê heta îro heye, dijîn. Avaniya mejî û awayê ramana çanda devkî ji hev cuda ne. Kesên nexwendî zêdetir li xuyabûna bûyer û serpêhatiyan li derve dinêrin û bûyeran bi awayekî rûkal îdixwînin. Tiştên ji avahiyên ramanê li pêş çavan û şênber in.

Bandora gotin û dengan hîs dikin û li gor wê meseleyan dihesibînin. Di dîrokê de destanên Homeros, Îlyada û Odessa di vî warî de bi piranî wek mînak têne binavkirin.
Di kurdan de dengbêj di pêşketina çanda devkî de gelek bi bandor bûne. Kesên ku çanda devkî bi kar tînin, ji bo ku gotinên xwe bi bandor bikin û pêşî li jibîrkirinê bigirin, bi awayên cûrbecûr tiştan diceribandinin. Mînak, bandora jibîrkirin û peyvan bi rêyên wekî dubarekirin, biwêj û gotinên pêşîyan, bi jiyanê ve girêdide û bi awakî şerkerî tê zêdekirin.

Di çanda devkî de peyvên formulî û kurt bi bandortir û mayîndetir in. Dengbêj, hilgirê çanda devkî, li gorî dem û derdorê heman peyvan bi kar neanîne, lê gelek caran bi qestî an jî li şûna peyvên ku ji bîr kirine peyvên nû lê zêde dikin. Di rastiyê de ne mimkûn e ku çanda devkî her tim wekî çanda nivîskî be. Ji ber ku mirov dikare tiştên ku bi demê re ji bîr kirine ji bîr bike, pêwîst e ku riya xwe bi peyvên nû biguhezîne. Dema ku kesên nexwendî bi awayekî rûserî difikirin, kesên ku di nav çandeke nivîskî de mezin bûne tevlihevtir difikirin.

A rastî çanda devkî de tiştê herî girîng domandina peyvan e. Ji bo wê jiber kirin gelekî girîng e. Kesên ku nexwandane pir dema bi dubare kirina tiştên ku bihîstine jiber dikin. Seatan, rojan ew tiştan tên dubare kirin ku neyên bîrkirin. Dibe ku ew kesên ku çanda devkî de xurtin di hêla mejî de jî gelekî xurtbin. Herkes nikane her tiştî di bîra xwe de bihêle û dem hat wan tiştan wekî aletekî bîne holê. Herçiqas berê nivîs tunebûn be jî bi alîkarîya wêne û îşaretan tişt di dihanîn bîra xwe.

Platon di hêla çanda devkî de gelekî pêşde çû ye û dema nû nivîs derketiye li hember sekiniye nexwestiye ku nivîs belav bibe jixwe nivîs jî demeke pir dirêj di nav gel de kesên bijarte tenê zanibûn û bikar dianîn.

Karê devkî pir hêsane ku tu cihê xwe rûnî jî kanî hema berxwe de tiştan bibêjî û guhdarvan pir dema ama de ne tu amûr nelazim in. Lê ji bo nivîsê ne wiha ye. Em kanin bibêjin karê devkî karê zexelîyê ye jî lê ne karê herkesî ye karê kesên baqil û kesên jîran e.

Pir dema gotin bi gotina va dihate girêdan, gotin bi helbestkî dihate gotin û ji bo civakan hijmartina kokê gelekî bi qîmet bû çimkî bi vî şiklî ne dihate bîrkirin. Bîrkirin di çanda devkî de têlûkeyeke mezin e divê gotin her dem were parastin. Lê nivîsê de ev tişta tune tiştek carekê tê nivîsandin û êdî ew demên ne diyar didomin. Di çanda devkî de tiştek bi şaşî jî were gotin bi demê re dibe ku were sererastkirin.

Çanda devkî de pir dema çavkanî ne diyar e û tê de pir kêmasî hene ew kêmasîya li gor kesên ku dibêjin tên tijekirin.

Çanda olan bi devkî hatiye belavkirin û demê dirêj li gor şêweya devkî teşe girtiye. Dema hatiye nivîsandin jî bi şêweya devkî hevok hatine qeydkirin.

Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply