Mele Elîyê Baqûstanî û Dîwana Wî

Diwana Mele Elîyê Baqûstanî ku ji 3 xebatên destnivîsên wî pêk tê, bi edîtoriya Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Rojhilat a Fakulteya Zanist û Wêjeyî a Zanîngeha Çewlikê Prof.Dr. Mehmet Zahir ERTEKÎN ve hat amadekirin û di weşanxaneya Wezareta Çand û Tûrîzmê de hat weşandin. Prof. Dr. ERTEKÎN, di derheqê jîyana Mele Elîyê Baqustanî de ev agahî dide xwendevanê pirtûkê.
Kurtejiyana Mela Eliyê Baqustanî
Jidayikbûna WÎ
Mela ‘Eliyêyê Baqustanî, di sala 1917an de li gundê Tizyanê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Mihemed û navê dêya wî ‘Edlê ye. Bavê wî Mela Mihemed, melê gund bû. Mela Mihemed, ji xeynî Tizyanê li gundê Baqustan û ‘Ewînayê jî melatî kiriye. Bi eslê xwe ji Zivinga Heci ‘Elya ye ku niha ev gund bi navçeya Sêrtê, Dihê/Erûhê ve girêdayî ye. Bavê wî Mela Mihemed dema ku diçe hecê li wir wefat dike. Li newala Wadi Fatmayê medfûn e. Piştî wefata bavê wî, malbat ji gundê ‘Ewîna dîsa vedigere gundê Tizyanê.
Xwendin û Melatiya Gundên Wî
Mela ‘Elî, xwendina xwe ya sereke li ba bavê xwe dixwîne. Paşê diçe ‘Ewînayê li ba Mela ‘Evdilezîz dixwîne. Paşê diçe gundê Qerepêçê, ku niha bi navçeya Bismilê ve girêdayiye, li ba Mela ‘Evdilwehabê Xirbê Hecî xwendina xwe didomîne. Piştî ku Mela ‘Evdilwehab ji vî gundî bar dike, ew di şûna wî de melatiya vî gundî dike. Paşê tê Baqustanê û li vir dest bi melatiyê dike. Li gundê Baqustanê şêst salî melatiyê dike.
Îcazetên/Destûrnameyên Mela ‘Elî Baqustanî
Mela ‘Elî, piştî xwendin û perwerdeyeke dûr û dirêj çar îcazeyan werdigire. Sê îcaze ‘ilmî ne, yek jî ya xelifetiyê ye. Îcazeya xelifetiyê û îcazeke ‘ilmê ji Şêx Seydayê Cizîrî wergirtiye, îcazeke ‘ilmê ji Şêx Seyfeddînê Hamidî wergirtiye û îcazeyek jî ji Şêx ‘Arife Hamidî wergirtiye.
Îcazeya ku ji Şêx ‘Arife Hamidî wergirtiye rûpelek e û ‘erebî ye. Di binê rûpela îcazeyê de nav, kunye û îmzeya Şêx ‘Arife Hamidî heye. Li dawiya îcazeyên ku ji Şêx Seyda wergirtiye, navê çar şahidan jî hatiye nivîsandin. Ji van şahidan yek Seyyid Zubeyr Ernasî ye, yek Mela ‘Ebdulwehabê Elhaxî ye, yek ‘Ebdussamedê Fariqî ye û yek jî Hacî Mela Mustefa Fariqî ye.
Feqiyên Wî
Mela ‘Elî li gundê Baqustanê şêst salî melatiyê dike. Ji ber ku temenekî dirêj li Baqustanê jiyaye, hem weke Baqustanî hatiye binavkirin û naskirin hem jî gelek feqiyên wî ji vî gundî bûne. Mela ‘Elî gelek feqîxwedî kiriye û îcaze daye wan. Ji wan feqiyan xwendine û bûne mela navê bîst û du kesan wiha ne: Mela Mihemedê zavê Mela ‘Eli, Mela İsa (Axreşk), Mela Mehmûd (Baqustan), Mela Şêxmus (Baqustan), Mela *Eladin (Xurs), Mela ‘Elî (Farqîn), Mela Yusif (Baqustan), Mela Qedrî (Baqustan), Mela Mehmûd (Wêranşar), Mela Receb (Çêrmûg), Mela Ebdulxaliq, Husên (Çêrmûg), Hafiz Îbrahîm (Nisêbîn), Mela Resûl (Baqustan), Mela Nîmetullah (Bernişt), Mela ‘Ebdulcelil (Baqustan), Mela Mustefa (Dêrik), Mela Hesen (Bismil), Mela Mehmûd (Kercos), Mela Fehim (Baqustan), Mela Mihemed (Baqustan), Mela Felemez (Baqustan).
Zarokên Wî
Mela ‘Elî bi Elife (Hecî Elfe) re zewiciye û ji vê zewacê yanzdeh zarok hatine dunyayê. Pênc qîzên wî di zarokatiya xwe de wefat kirine. Pênc qîz û kurekî zewicîne û bûne xwedî malbat. Kurê wî ku navê wî Wehîd (Mela Wehîd) e di sala 1995an wefat dike. Se qîzên wî li jiyanê ne. Navên wan Henîfe, Hamîde û Cemîle ne.
Wefata Wî
Di salên nodî de, Baqustan tê şewitandin û Seyda ji gund bar dike û li Amedê bi cî dibe. Nêzîkî wefata xwe, dîsa diçe gundê Baqustanê û li wê derê di sala 2002an de wefat dike. Tirba wî jî li Baqustan e.
Helbestvaniya Wî
Mela ‘Elî mîna gelek helbestvanên kurd şi’ra xwe bi zimanê kurdî ristiye. Ji bilî ku di warê ziman de mahir e, herwiha mutesewifekî ehlê hal e. Jixwe nezma xwe bi vê bîr û baweriyê hûnandiye. Di helbestên wi de evîna Xwedê û baweriya tesewifê mijarên sereke ne. Ji bilî van mijaran medhiye û mersiye jî nivîsîne ku di gelek helbestên wî de dengên keser û derdan têne bihîstin. Di helbestê de Melayê Cizirî û di nezma mewlûdê de jî Melayê Bateyî şopandiye. Ev rasteqîn ji bo gelek şa’irên kurd pîvan e û ne tiştekî xerîb e jî. Lewra ev herdu hostayên mezin b nezma xwe ve mohr xwe li edebiyata kurdî xistine û bi rengê helbest xwe bûne mînak ji bo gelek helbestvanên li dû xwe.
Berhemên Mela ‘Elî
Sê berhemên Mela ‘Elî yên kurdî û heft berhemên wî yên ‘erebî hene. Heta niha tu berhemên wî nehatine çapkirin û hemû jî destxet in. Em bi awayekî kurt hemû berhemên Mela ‘Elî bidine nasandinê.
Berhemên Kurdî
Dîwan
Helbestên Mela ‘Elî bi her awayî klasîk in. Bi tevahî bîst û heft helbestên Mela ‘Elî li ber destê me ne ku ji van bîst û çar hebên van bi kur- di, sê hebên van jî bi erebî ne³. Helbestên Mela ‘Elî, ji mersiye, texmis, ne’t û hîn gelek cûre û mijarên din pêk tên.
Sultan Şêxmûs
Ev berhem derheqê şecereya Sultan Şêxmûs de ye. Her wiha Mela ‘Eli derbarê Siltan Şêxmûs de, zanînên xwe û tiştên ji zanayan bihîstiye jî xistiye nava berhema xwe. Ev berhem ji du beşan pêk tê ku beşa ewil bi erebî, beşa duyem jî bu kurdî/kurmancî ye.
Mewlûda Nebî
Mewlûda Mela ‘Eliyê Baqustanî wergera mewlûda pexşan a Îbnî Heytemî ye. Wî bi şêweya helbestê mewlûda xwe nivîsiye. Ev berhem ji sêzdeh beşan pêk tê û bi tevahî çîl û çar rûpel e.
Berhemên ‘Erebî
Siyer (Jiyana Pêxember)
Ev berhem siyer e. Di sêrê pirtûkê de dibêje ku ev berhem behsa jiyan, sîfet, exlaq û wîladeta pêxember dike. Bi tevahî hijdeh rûpel e, dirêjî û berayiya wê 21×14 cm ye.
Tefsîr
Ev berhem tefsîra Quranê ye. Wî bi sûreyê Waqi’eyê dest bi tefsîrê kiriye heta sûreyê Nas tefsîra xwe domandiye. Xwestiye ku berdewam
bike lê ji ber hin sedemên taybet û nepeydabûna derfetan dewam neki- riye. Berhem bi tevahî sed û bîst rûpel e. Dirêjî û berayiya vê berhemê 27×18 cm ye.
Tesewif
Ev berhem derbarê tesefiwê de hatiye nivîsîn û nod û pênc rûpel e. Li gor agahiya ku li pirtûkê hatiye dayîn ev berhem di sala 1971ê de hatiye nivîsîn.
El-Fesîhe
Ev berhem derbarê tesewife de hatiye nivîsîn. Piranî nesr be jî di cînan de nezm/helbest jî dikeve dewrê. Mijarên tesewife yên sereke, weke terîqet, seyr û silûk, salik û sofi, adab û şertên sofîtiyê, meqam û cu- reyên nefsê û wd. dihewîne. Ji edebiyata farsî û kurdî, li gorî mijarê hin helbest jî têde hene. Ji Melayê Cizirî û Mela Xelîlê Sêrtî helbest hatine wergirtin. Bi zimanê ‘erebî jî helbest di nava berhemê de hene ku ev helbest yên nivîskar in. Di rûpela yekem de bi ‘erebî wiha hati- ye nivîsîn: “Nemiqetinne Nesih”. Nivîskar armanca berhema xwe wiha destnîşan kiriye. Ev berhem ji bo kesên ku di riyeke bi hêz de meşîn e, û ji bo xweparastina ji kirinên necîs kitêbeke nesîhetê ye. Pîvana eba- dên vê berhemê 23×16 cm ye. Bi tevahî sêsed û pêncî û şeş rûpel e. Ji berhemên wî yên din mezintir e.
Fetewa
Ev berhem li ser fetwayan e. Di meseleyên dînî de li ser gelek mijaran gelek fetwa hene. Ev berhem jî destxet e û ji dused û çardeh rûpelan pêk tê.
Kitêba Duayê
Mele ‘Elî gelek du’ayên girîng û navdar bi pênûsa xwe ji nû ve nivîsi- ye. Hin ji wan du’ayên ku di vê berhemê de cih digirin ev in: Telqîna miriyan ji bo zilaman, telqîna miriyan ji bo jinan, du’aya xitma Quranê, du’aya 15ê meha Şabanê, du’aya piştî xwarinê, du’aya nîkahê, du’aya roja ‘idê, du’ayên taybet ji bo heciyan, du’ayên piştî nimêjan, fêde û sûdê Esmau’l Husna, niqutînên hikmetên Luqmanê Hekîm û hwd. Dirêjî û beraniya vê berhemê 23×17 cm ye. Bi tevahî heştê rûpel e.
Şerha Terkib-i Bend û Terciî Benda Ziya Paşa
Berhem li şerha helbestên Ziya Paşa ye. Berhem ji 33 rûpelan pêk tê û pîvana ebadên vê jî 27×18 cm ye. Li ser rûpelê ‘ewil wiha nivîsiye:
“Haza şerhû benû Diya Paşa Hezretleri.
Bi qelem Ebu Henife el-Hac el-Mela ‘Eli Saib Ertekin el meşhur bi Baxistanî.
Xweda jê re bide ‘eli meratib
Heçî bixûne fatîha ser ruhê katib”
Di serê rûpelê duyem de dîsa bi destxeta xwe û bi tirkî wiha dibêje: “Ziya Paşa’nın Terkib-i Bend û Terciî Bend misralarının şerhidir.” Piştî vê agahiyê bi erebî beşa hemdele û selwele heye, paşê jî bi ‘erebî derbasî şîroveya beytan dibe.
Prof. Dr. Mehmet Zahir ERTEKÎN
Bir yazı görseli olabilir

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply