Li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

Werhasil, di roja 19/4/2019’an de saet 7ê êvarî cemawerekî bijartî ji xemxurên kurdewariyê, ji her çar perçeyên Kurdistanê xwe li hotelê girt ji wan: Mîrzade Sînemxan Bedirxan û kurê xwe endezyar Azad Saadellah, Dr. Musa Kaval, Dr. Mihemed Salih Cumaa, mamoste Fewzy Asad, mamoste Selah Bedreddîn, mamoste Mihemed Salih Qadiri, mamoste Masror Mîranî, Dr. Fadil Mehmûd û kebaniya xwe Fadya, hunermend Hozan Brader û kebaniya xwe, Filiz Aygun, Zerdesht Hemi, nivîskar Mhd Hemo, helbestvan Dildarê Mîdî, Fadil Dellî, nivîskar Hozan Dêrşewî, nivîskar Ferîdon Saman, Hadi Azizi Kurdi, Muhammed Othman Derwish, Baran Kinik, Saed Noaman, Ismail Sinan, Emîn Batman, Bave Newroz Bedirxanî û gelekên din, lêborîna xwe ji wan kesên ku navê wan nayê bîra min dixwazim.. Hotêl hatibû dagirtin û di nav wî cemawerî de mamoste Xalid Cemîl Mihemed dest bi semînara xwe kir..
Ev e beşek ji gotina Xalid Cemîl Mihemed e:
“Beriya Mêrdînê; Romana Jînenîgariyê: Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li ser SERXET û BINXETê dabeş kiriye.
Beriya Mêrînê; jînenîgariya nivîskar, ne bi şêwazê dîroknivîsînê, lê belê bi şêwazê romana jînenîgariyê berceste dike, ku tê de, dem, cih, kes, bûyer, diyalog û hemû hêman û regezên romanê bikar anîne. Ne tenê rewşa derveyî kesayetiya xwe, lê belê nav û derûna xwe jî, tê de diyar dike. Bi şêwazekî hêsan û zimanekî rewa û hevgirtî, ligel dariştineke ciwan û wêjeyî, hejmarek ji tabloyan hatine nîşandan. Di wan tabloyan de dîmenên jiyana nivîskar diyar dibe, lê di nav de, wêneyên dîroka civaka li ser wê cografyayê diyar dibin.

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply