Li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

Mamoste Qahir Bateyi jî wiha ji medyayê re ragihandiye: “BERIYA MÊRDÎNÊ: Romana nivîskarê navdar Konê Reş ê ji Qamişloyê li ser jiyan, çand, dîrok û folklora kurdên Beriya Mêrdînê ye ku Serxet û Binxetê digire nava xwe. Roman di heman demê de romaneke biyografî ye û nivîskar çavdêriyên xwe nivîsandine û bi rengê romanê pêşkêşî xwînerên xwe kiriye”.

Herwiha mamoste Sirwan H. Berko yê ku ji berî 20 salan ve ez wî wek rojnamevan û nivîskar ku bi kurdî, Almanî û Erebî dinivîsîne nas dikim, hem xwediyê malpera www. Amude.com bû û niha jî xwediyê Arta FMê ye li Amûdê, piştî ku roman xwendiye wiha gotiye:
(Beriya Mêrdînê; ya mamoste Konê Reş xebateke giring a belgekirina bîranînên wî ye. Ew di rêya bîranînên xwe re beşine giring ji dîrok û nasnameya devera binê xetê li Cezîrê zindî dihêle. Ev devera ku tim hewildana guhertina nasnameya wê hatiye kirin, û carinan jî guhertin hatine ferzkirin. Ez nizanim çima navê romanê li pirtûkê hatiye kirin. Lê ez dizanim ku ev berhem pir giring e. Ew encama bîranîn û xebata kesekî ye, ku nivîsandin û xebata ji bo parastina ziman û hêjayiyên gelê kurd jê re bûye erkê jiyanê. Konê Reş bi vê pirtûka xwe ji me re dibêje: “Ev ji min hat, û min wijdanê xwe rehet kir. Fermo hûn jî binivîsin.“ Bi rastî jî nivîsandin bingeha hemî karan e, ger em bixwazin hebin, û bêjin em xwedî dîrok in. Beriya Mêrdînê; gerek li dibistanên Rojava bê xwendin, da nifşên nû dîroka xwe nas bikin).

Konê Reş/ Qamişlo

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply