Gelo li Marsê jiyan heye?

Gelek caran di wêneyên ji Marsê tên de tiştên dişibin mirovan yan jî alavên mirov bikar tînin xuya dikin.

Gelo ev wêne rast in?

Heke rast bin tiştên bi rûh li wir hene yan jî li Marsê jîyan heye?

Heke tunebe em çima van tiştan weke rûyê mirovan yan jî tiştê bi rûh dibînin?

Di vî wêneyî de dema cara yekem mirov lê binêre tiştên dişibe rûyê mirovan, kevçî, pîr û masî xuya dikin. Yan jî em wisa dibînin. Lê sedema vê yekê tenê hûrgilîyên wêneyan e Yanî sîha dikeve ser keviran û cihê wêne jê tê girtin dibe sedem ku wêne dişibe hin tiştên di hişê me de

Di wêneyê yekem de tiştek dişibe jinekê xuya dike. Lê dema wêneyek din tê girtin û di vî wêneyî de tekerê wesayîta fezayê xuya dike tê dîtin ku ew tişt tenê biqasî çend santîman e û ne mumkûn e ew mirovek be.

Di vî wêneyî de jî (li milê rastê) di hin sîteyan de hat îdiakirin ev şervaneke fezayî ye. Lê dema mirov li wêneyê orijînal(li milê çepê) dinêre tê fêmkirin ku li ser wêneyî hîn tişt hatine zêdekirin û pê hatiye leyîstin.

Lê gelo çima em van tiştan dişibînin mirovan? Di vê derê de zanyar vê yekê bi rewşa “Pareîdolîa” didin diyarkirin. Ev weke nexweşîyekê ye. Pareîdolîa, tiştên tên dîtin xelet fêhmkirin an jî wateyek cuda lê barkirin e.

Mêjîyê mirov wisa tevdigere, dema tiştek nû dibîne û nizane ew çi ye/yan bizane jî, li gor xwe û li gorî tiştên heya wê demê dîtine şîrove dike û bi mirov wisa dide fêhmkirin.
Weke di van wêneyan de em rûyê mirovan dibînî…

Nivîskar:Xalid Celalî

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply