Rojnivîska Spinoza ya Şener Özmen

-1-

Tu nizanî lê di wê nameyê da hemû xewn û xeyalên min, hemû êş û janên min, hemû zarokatî û welatê min hebû. Di wê nameyê da dilê min hebû. Dilekî birîndar û beredayî. Min dizanî em du ax û axînên cuda bûn lê min bi dilê xwe nedikanî. Dilê min dergûşa axa gundê min bû; dilê te kolana axînên bajarê te bû. Min bi hibra şevên xwe û li ser kaxizên daristanên şewitî ya umrê xwe, hemû sir û razên xwe, hemû xewn û xeyalên xwe nivîsandibû. Canê min diçû û peyama min vala dibû û peywira min têkdiçû. Sêwas tenê agirekî tîrmehê bû, agirekî dildarên xwe û evîndarên xwe dişewitine…

-2-

Dixwazim herim der û deverên dûr lê nikarim herim. Nikarim dest ji xwe, ji evîne xwe, ji pirtûkên xwe, ji trênên xwe yî zarokatîye berdim. Di trênên min ên zarokatîye da xwiçka min hebû, birayên min hebûn, dê û bavê min hebûn. Min dixwest ne tenê lê bi malbata xwe re herim cîh û warên ewle; lê nedibû. Wan a nedikari cîh û warên kal û pîrên xwe berdin. Ji bo wan mirin ji cîh û warên kal û pîrên xwe terîkandin çêtir bû. Lê ez bi evîneke Platonîk va têkdiçûm. Trênên min ê zarokatîye di hundirê min da diqulibîn, tim û her carê ez tê da dimirîm. Dewsa malbata xwe dimirîm, hezar carî û bi hezar şiklî.

-3-

Şivan Perwer ji bo min ne tenê dengbêjekî hêja, awazekî awarte û şoreşvanekî fedakar bû. Ew ji bo min di mala mata min da xewn û xeyalên binaxkirî bû, zivistanên bêşeweq bû, payîzên bêgor bû, biharên bêrê bû, havînên mişt darbest bû. Yanê min tim xwe bi denga Şivan digirt û diçûm der û deverên dûr, diçûm bajarên mezin, diçûm Çiyayê Sipî. Paşê me bi hev re dilorand û navê cîranê me tim Nazê bû, kirîve Payîzok bû û helbestkarê me Cegerxwîn bû. Em Kurd bûn, yanê yên belengazê qedera xwe, yên mehkûmê jîyana xwe, yên berdestê kedera xwe.

-4-

Li ser bûkanîya min tim kevok û mar hene. Bûkanîya min bû hêlîna kevok û maran; dizanim ji wan filitandin ne gengaz e. Kevok dişibe roja min û mar dişibe şevên min; yanê kevok di rojên min da derdikeve der û difire û mar di şevên min da derdikevê der û dixûşe. Bi kevokê re rûye min ber vê ezmane ye, paqîj im; bi mar re rûye min ber vê axê ye, gemar im. Dizanim hemû umrê min bi remzê bûkanîye xuya bû, yê di navbera kevokên rojê û di marên şevê da bihûre û here. Jê filitandin ne mimkune, jê revandin ne hêsan e, jê dûrketin ne ji rêzê ye.

-5-

Di bin zimanê min da Kulîlk û Gulleyê Yevgenî Yevtuşenko û Petöfî birîneke gêncîye lê êw derbas nedibû. Ez bi Kulîlk û Gulleyê Yevtuşenko va dimabûm, di dilê min da întîxareke din hebû, întîxareke din hebû. Kulîlk dûv min mabûn û Gulle paşeroja min bûbûn û Petöfî qet denga xwe nedikir, belkî jî nedikari dengê xwe bike. Dilê min di bin tanqên Macaran da ewan ku diyarîyê Petöfî bûn, dihatibû pelçîqandin, parçe parçe dibû.  Niha li ser min tenê ezmanên reştarî, ezmanên qulqulî, ezmanên bêezmûn hene. Ez bendeyê mirineke din bûm, bendeyê çûyîneke din bûm lê zûva Kulîlkên Yevtuşenko çilmisîbûn û Gulleyên wî zengar girti bûn. Yanê ji xwe veger tune bû, ji dawîbûna xwe, ji rastîya xwe, ji sir û razên xwe, ji qedera xwe vegerandin tune bû.

-6-

Em tim bendeye Dotmama xwe dibûn lê dewsa wê Torosên Sipî dihatin pêrgî me. Dotmam jîyaneke hêja bû, Torosên Sipî mirineke malkambax bûn. Dotmam dilê kilamên min bû, Torosên Sipî avahîye zordarên modern bûn. Dotmam di tenêtîye yekî din da xwe ditîn bû, Torosên Sipî di qerbalixê yên din da xweînkarkirin bûn. Çîroka me tim nexweş bidawî dibû. Paşê Torosên Sipî dihatin û di hundirê we da dotmama me, pismamê me radikirin û dibirin. Dotmam û Pismam bi hev re diçûn mirineke ne ji rêzê, ne xwezayî, ne bi emire Xwedê.

-7-

Em hîç neketibûn menzelên hevûdu. Tu Ehmeq’î li ser xwe bûyî û ez jî Peyman’a yekî din bûm lê haya me ji wê rastîye tune bû. Te di helbestên Mayakovskî da Lili Brikeke din didît, min jî di ristên Eluard da evîneke din dixwest. Evîneke dilsoz, evîneke fedakar, evîneke rasteqîn.

-8-

Her ku di wêneyên min da, di helbestên min da, yan jî di jîyana bixwe da, her ku keçikek tê kuştin, kulîlkên dilê min diçilmîsin, stûya gulên canê min dişîkin. Paşê mêrek li ber çavên min xwe dikuje, bi ûsila helbestkaran. Paşê evîndarên dilbirin tên û gora keç û mêrên min dikolin di dilê min da. Umra min derewa yekî/yeke din bû. Rastîya min di navbera yekî/yeke din da roda çûbû. Destgirtî yan jî dilketi, xwezî evîndarên dewr û dewranên berê.

-9-

Her kes yara xwe bi destên xwe dikuje, ya bêhay yan jî bihay. Çîroka hemû evînan mîna hev e û çîroka hemû evînan wiha didome. Di destên min da xwîna yara min heye; di destên te da dilê min hatibû pelçîqandin û tu diavêje. Tu yara min bûyî; ez mirine yekî din bûm. Pisporan digot: Evîn bi kuştinên nuh û teze tê vajînandin. Lê ne ewan bi gotinên xwe bawer dikir û ne jî min guh dida gotinên ewan.

-10-

Ez tim yê nêzîke mirine bûm, tu tim yê li ser deste jîyane dijîyayî bûyî. Tim rûye min î bervê çûyînan bû, te jî ji xwe re mayînên rengareng, mayînên cûr be cûr, yanê mayînên din berhev dikir. Di stûye min da nivîşta evînên bêencam hebû û li ber derîye te nameyên rewneqdar dipan. Helbest’a min bêNewroz dibû lê agirê Newroza te BêHelbest nedibû, ew jî ferq û cudahîye me bû: Helbest bêNewroz dibin lê Newroz bêHelbest nedibin.

-11-

Ez ê zarokatîya xwe ji vî bajarî hilgirim û biçim, vî bajarî ebedî biterîkinim. Nizanim tu ji min fêm dikî? Yanê di navbera min û vî bajarî da tu tişt nema. Tenê zarokatîya min a feqîr û belengaz heye lê nizanim ez ê zarokatîya xwe çito biherim. Çito, li kû derê û bi çi şiklî hatiye nixûmandin? Dişibe rêyên rêçûnên xwe bîr kirî, xanîyên kevirên xwe kevzgirtî, darên ji kok da riziyayî, çolên xewnên xwe yî avî jibîr kirî, pirtûkên şîrazeyê xwe qetiyayî, beroşên di din da qulbûyî, argûnên di cîh da hilweşiyayî.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply