Li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

Roja 17/4/2019’an piştî ku programê konferansê (Siyaseta Birîtanya li Himber Kêşeya Kurdî) li zankoya Zaxo bi dawî bû, wek ku min gotiye, min û Qahir Bateyî xatirê xwe ji zankoyê xwest û me berê xwe da Hewlêrê. Li Hewlêrê em bi mamoste Xalid Cemîl Mihemed re civiyan, me baş li rewşa hev pirsî û haziriya xwe ji bo semînarê kir.. Li gor soza ku min bi Mîrzade Sînemxan Bedirxan re dabû, saet 7ê êvarî em (Ez, Qahir, Eslîxan Yildirim û mamoste Emîn Batmanî), çûn mala wê.. Me hevdîtinek xweş pê re, di nav wêne û belgeyên Bedirxaniyan de derbas kir.. Em li mîrnîşiya Botan û Mîr Bedirxan vegeriyan, yê ku ji berî dor 200 salî ve gotiye; “Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayên hev in” û me bavê wê Mîr Celadet Bedirxan wek şêrînbûn û bilindbûna ala Kurdistanê gengeşe kir.. Paşê Sînemxan em vexwendî şîvekê li xwaringeheke Hewlêrê yên xweş kirin û me li wir jî sihbetek xweş bi hev re derbas kir..

Wê şevê ez û kak Qahir mêvanên welatparêzê kurd Nesret Faris ji Şemdînan bûn. Em li mala wî ya mezin û kurmancî raxistî razan. Sibehê, me taştêyeke xweş ji nan, hingiv û qeymaxê Şemdînan xwar.. Li gor soza ku min bi mamoste Şakir Epozdemir re dabû, divîbû ez saet 12 wî li Family Mall bibînim.. Me hev dît û rûniştinek xweş bi hev re derbas kir.. Di wê navê re jî çav bi gelek dost û hevalan ketim.. Min ew agahdarî semînarê û imzakirina du pirtûkên xwe kirin. Di nav re jî çûm serdana Dr. Musa Kaval xwediyê projeya (Bizava Aşîtiya Navxweyî – BAN). Di nav re jî gelek telefon ji min re hatin, min jî telefon ji gelekan re vekir.. Hêjaye gotinê ku Dr. Mihemed Salih Cumaa û mamoste Fewzy Asad yên ku ji Berlînê hatibûn Hewlêrê, telefon ji min qut nekirin.. Herdû şevên din ez li hotêla Êrewan dinivistim.

A dinî rojê, ez û kak Qahir çûn qehwexaneya Miçko yak ku di bin dergehê kelehê de ye (Ev qehwexaneye di sala 1940’î de dergehê wê li ber hunermend, nivîskar û rewşenbîran hatiye vekirin..), li wir çav bi dostê xwe Ferîdon Saman ketim, ew yek ji nivîskarên Hewlêrê ye.. Bi gera di kelehê de, em çav bi hevalên xwe yên ku wek me mêvanên Zankoya Zaxo bûn ketin (Semra, Eyûb û Mezlûm), em bi hev re li kelehê geriyan û me çend wêneyên dîrokî bi hev re kişandin..

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply