Lehî

Tifaq û yekbûn, zexmî û xurtîya civatê ye. Nifaq û berberî qelsî û jarîya wê ye.

Di vê cîhanê de her tişt her mezinahî bi tifaq û yekbûnê, bi dayîna hev ber barên hev, bi hevgihana mirov û bi hevgihandina xebatên wan hatine pê. Milet û dewlet bi tifaqê gihane bilindîya her tişt û bi tifaqê ketine binîya kortala neyînê. Ji lew re mirov dikare bêje, heyîn di tîfaqê de, neyîn di nîfaqê de ye. Xurt û zexmîya yekbûnê di lehîyê de gelek qenc têt dîtin.

Ma lehî çî ye ?
Lehî ji hevgihana dilopên baranê pê ve ne tu tişt e. Peşkên baranê gava ji hev cuda û yek bi yek dikevin rûwê erdî, erd wan dadiqurtîne, tîbûna xwe pê vedikujîne. Lê gava digihên hev, hingî ji wan peşkên qels lehîyeke mezin radibe. Dilop û peşkên baranê bi yekbûnê di tifaqê de ne. Erdê dilopxwer hêdî di destên wan de lehîstokek e. Ew serdestên erdî ne. Bi erdê re dileyizin; sînga wî qul dikin, bilindîyên wî hildiveşînin, kendalên wî diqelişînin. Lehî wek hûtekî har û hêç radibe ser xwe, ji pal û kaş û newalan dadikeve. Li ber wê tu kes, tu tişt; bican, bêcan nema dikare bisekine. Lat, zinar, kevir, rêl, dar, direh serên xwe li ber xurtîya tifaqa dilopan ditewînin û lehî, ew şahinşehê yekbûnê ewan mîna çilowên sivik dide pêşîya xwe, rêş dike, dimale.
Halê kurdan jî ev e. Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê tên daqurtandin. Ku gihane hev dibin lehî, lehîyeke mezin, tu kes, tu tişt li ber wan nikare bisekine. Felata welatê me di rabûna vê lehîyê de ye.

Celadet Elî Bedirxan

* Kovara Hawarê- hejmar 2- rûpel 13 / sal 1932

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply