“…esl û esasê newşeyê(şiîr) HÊMA ye, lê hêma têgiheke hêsan nîne, ger ku ji min re bibêjin wesfê hêmayê bide, ji min re qasî naveroka ansîklopediyekê rave, îzahat, nirxandin lazime; lê ev jî têrê nakê, divê wek psîkologekî, wek psîkyatrîstekî, wek parapsîkologekî peytên sofîstîke bikim; lê ev jî têrê nake, divê bikevime qendîla folklorê, daxilê fezaya mîtologyayan bibim, divê ji antropolojiyê bigre heya sosyolojiyê, ji vir bigre heya arkeolojî û astronomiyê mînakan berawirdê hevdû bikim; lê ev jî têrê nake divê di warê estetîkê de şareza bim, divê kesekî seranser bi her awayî heşyar bim, lê ev jî têrê nake, divê di ruhê edebiyatjen û şairên(newşekar) dinyayî de xwedî zanebûn û agahdarî bim; lê ev jî têrê nake, divê dehayekî min hebe, divê feraset û fêrisekî min hebe; ev jî têrê nake, divê derwêşê, muptelayê, êsîrê, evîndarê newşeyê, vegotinê bim; ev jî têrê nake, divê derbarê EŞQÊ, HEWESÊ, CEZBEYÊ, EROTÎZMÊ, MIRINÊ, MECZÛBIYÊ, KAFIRIYÊ, BAWERIYÊ, ÊSÎRIYÊ û hwd.de xwedî hezaran hezar agahî bim; hûn ji min bipirsin ev mezîyet jî têra raveya HÊMAYÊ(îmge) nakin, lê ez mijarê di vir de kin dibirim, a rewş ev e…”
M. Zahir Kayan/2022
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…