Kronolojî ya Jiyana Hz. Mihemed (s.x.l)

Mîladî. 571-574:

Muhammedê kurê Abdullah (S.’E.W.) welidî (12 meha Rebi’u’l-ewelê -20 Nisana 571).

Heta çar salîya xwe di navbera dîya xwe Amînê û dîya xwe ya şîr Helîmê de çû û hat. Sîngê Hz. Muhammed hate vekirin.

M. 575-576:

Dû sala bi dîya xwe re ma.Ew û dîya xwe bi hevre çûn Yesrîbê (Medîne yê) cem xalanên xwe. Piştî ku ji Yesrîb (Medîne yê) zivirîn dîya wî li  Ebvâ’ ê di sî salîya umrê xwe de wefat kir, û li wir hate definkirin. Hz. Muhammed (s.a.s.) wê wextê şeş salîbû (M. 576).

M. 577-578:

Du salan di bin hîmaya kalê xwe yê Ebdulmuttalib de ma.

Gava ku Hz. Muhammed (s.a.s.) heşt salî bu kalê wî Ebdulmuttalib jî, wefat kir (M. 578).

M. 578-592:

Ket bin hîmaya Apê xwe yê Ebu Talib.
Di salên 10-12 salî de li Mekkeyê şivanî kir.Di 12 salîya umrê xwe de, havînê bi apê xwe re ji bona tîcaretê çû Şamê (M. 583).Dema ku Hz. Muhammed (S.’E.W) bîst salîbû di nava Qureyş û qebîla Qaysî Aylan de şerê Fîcarê derket. Dîsa dema 20 salîbû ji bona ku sitarê li belengazan bikin peymana Xilfu’l-fudul çêbû.

M. 595:

Dema 25 salî bû, ji bona keça Huveylid Hatice yê, bi malê wê yên tîcaretê re çû şamê. Di wê salê de bi Hz. Hatîce (r.anha) re zewucî.

M. 606:

Gava ku 35 salî bû Ka’be hate tamîrkirin. Di vê tamîrkirinê de  Haceru’l-Esved ji alîyê Hz. Muhammed (s.a.s.) ve di cîyê wî de hate danîn.

M. 610-613:

Li şikefta Hirayê dest bi îbadetê kir. Gava ku 40 salî bû; jê re Wahîy hat û bi wezîfa Pêxembertîyê hate wezîfekirin.  (M. 610, meha Remezanê). Daweta dînê Îslamê sê salan bi dizî hate kirin.

M. 613-616:

Daweta eşkera destpêkir (M. 613).
Zulm û şîddeta li ser mislimanan destpêkir.Gelekî mislimanan yên e’wul hîcretî Hebeşîstanê kir. (hîcreta Hebeşîstanê ya I.) (M. 615).
Hz. Hemze (r.a.) û Hz. ‘Umer (r.a.)’ bûn Misliman (M. 616).

M. 617:

Mislimanan cara duyemîn hîcretî Hebeşîstanê kirin.

Muşrîkan misliman girtin ablukayê û belgeyek nivîsandin û ev belge di dîwarê Ka’beyê de dardakirin. Ev abluka sala M. 617 de destpêkiriye sê salan berxe daye.

M. 619:

Abluka Ekonomik hate rakirin.

Ebû Tâlîb wefat kir.

Hz. Hatice (r. anha) Wefat kir. (ji sala ku ev herdû mirin tê de çêbûye re sala huzûnê (xemgînîyê)  hatiye gotin ev sala mîladî  619 e).

Di dewra heccê de qeflek ji qebîla Hezrecê ku ji Medîne yê bûn, bûn misliman.

M. 620:

Rasûlullah (s.a.s.)’ ji bona dawetê çû Taîfe yê û vegerîya.

Xelkê Tâîfê tu eleqe nîşanê daweta Rasûlullah (s.a.s.) nedane û Ew bi zarokên xwe dane kevirkirin.
Ji qebîleya Evs û Hazrec 12 kes bûn misliman.

Bey’ata Aqabe ya yekemîn çêbû.

M. 621:

Mûcîzeya Îsrâ û Mîracê çêbû, û di vê esnâyê de pênc wext Nimêj Ferz bû.

Bey’ata Akabe ya duyemîn çêbû. Di vê bey’atê de ji qebîleyên Evs û Hazrec 73 mêr û 2 pîrek hazir bûn.
Pirrê mislimanan hîcretî Medîne yê kirin.

H. 1; M. 622:

Resûlullah (s.a.s.) jî, hîcretê Medîne yê kir.

Nimêja Înê ya cara ewul hate kirin.
Mescîdî Nebevi hate lêkirin.
Azan hate xwendin.Mislimanên ku ji Mekke yê hatine (muhâcir) û mislimanên ji Medîneyê (ensâr) bûn destbirak.

H. 2; M. 623-624:

Ji bona ku xizanan bihewînin, li ber Mizgefta Nebevî suffe hate çêkirin.
Li ser karwana Queyşê êrîşa ekserî hate çêkirin.Piştî ku muşrîkan êrîşê mêrgên Medîneyê kirin û  hinek heywanên wan xesp kirin, xezveya Safevân çê bû.
Qible ji alîyê mescîdî Aqsa ve fetilî alîyê Ka’be yê.Rojîya meha Remezanê ferz bû.
Di Îslâm de şerê yekemîn, şerê Bedra Mezin çêbû. (di vî şerî de mislimanan zaferek mezin bi destxwe xistin).Zikat hate ferzkirin û emrê Fitir hate kirin.
Keça Rasûlullah (s.a.s.) Hz. Fatima (r.a.) bi  Hz. ‘Eli (r.a.) re zewucî.
Nimêja Îd /Cejna boraqê (qurbanê) ya yekemîn hate kirin.

H. 3; M. 624-625:

Xeber hate girtin ku wê muşrîk bavêjin ser Medînê. Ji ber vê yekê Xezveya Gatafan çê bû. Ev xezve di berê Uhdê de herî xezveya mezine ku Resulullah jê re qumandarî kiri ye.

Ji bona ku bi Qureyşê re bê çêkirin, xezveya Bahranê çêbû. Ev xezve ji bona şerê mezin wek tetbîqatê ye.
Serîyya Kardeyê. Di berê Uhudê de tetbîqata ku Mislimanan kirine, şerê herî mezin  vî Şerî ye.

Hz. Osman (r.a.) bi keça Pêxemberê me Ummu Gulsum (r. anhâ) re zewucî.

Hz. Hesen (r.a.) hate dinyayê.

625:

Rasûlullah (s.a.s.) bi keça Hz. ‘Umer (r.a.) Hafsa (r.anhâ) re zewucî.
Şerê Uhudê. Di vî şerî de Hz. Hemze (r.a.) daxil heftê sahabe şehîd bûn.Birînên şerê Uhudê hate pêçandin û ji bona ku moral bidin mislimanan sefera Hamrau’l-Esed  hate çêkirin.

H. 4 M. 625-626:

Mislimanên ku ji bona dawetê hatibûn şandin ji alîyê qebîleyên Ereban ve hatin şehîdkirin. Fâcîa er-Recî. Ji ber daxwaza hinek qebîlên Ereban ve ji bona ku dîn nîşanê wan din, heftê kurraa hatibû şandin. Ev heftê kurra (hafiz) di kemînekî de hate şehîdkirin. Ji vê bûyrê re,  Facîa Bi’ru (Bîrên) Maune tê gotin. Rasûlullah (s.a.s.) di piştî vê bûyerê de mehekî seranser ji bona ku ên ev kemîn çêkirine bêne cezakirin, di nimêja serê sibe yê de dûa Qunut xwend.

626:

Ji bona ku peymana xwe ya di nava mislimanan de xerab kiribûn û ji bona kuştina Resulullah (s.a.v) kemîn çêkiribûn; Cihudên Beni Nadir ji Medînê hatin sirgûnkirin.
Araq û qumar hate qedexe kirin.

Xezveya Zâtu’r-Rikâ çê bû. Nimêja tirsê (xawf) di vê xezveyê de teşrî bûye û cara ewul di vê xezveyê de hatiye kirin.

Ji pîrekên Rasûlullah (s.a.s.) Hz. Zeyneb bîntu Huzeyme (r.anhâ) wefat kir. Ji pîrekên Rasûlullah (s.a.s.) bi tenê Hz. Hatice û Hz. Zeyneb di saxîya wî de wefat kiri ne.

Hz. Hüseyîn (r.a.) hate dinyayê.

H. 5 M. 626-627:

Ji bona ku eşqîyayên li Surîyê û wê cîwarê civiyane belav bikin; Xezveya Du’metu’l-Cendel çêbû. Zaryên Mustalîk nêt kiribûn ku bavêjin ser Medînê ji bona ku dengên wan bêt birrîn xezveya Benî Mustalik çêbû. Piştî ku ji vê xezveyê vegerîyan  derew û buxtan li Hz. Aîşeyê hate kirin. (hedîsa îfkê).

627:

Hecc hate Ferz kirin.

Şerê Xendeqê. Di vî şerî de muşrîkan Medîne zeft kirine û ji bona ku muşrîk nekevin Medînê li dora bajêr xendeq (çal) hatiye kolanddin. Muşrîkan gelek rojan bajar zeft kirine lê nikaribûn bigîhîjin mexseda xwe û şûnda vegerîyan e.

Di şerê Xendeq-ê de Cihudên Benî Qurayza îxanet kirine loma ji wan zarokên kurîn ên mezin hatine kuştin û pîrek û zarokên wan jî hêsîr ketine.

H. 6; M. 627-628:

Xezveya Benî Lîhyan: di buyera Bi’ru Maune’de vê qebîlê mislimanên dawetwan xistibûn kemînê û ji wan heftê heb şehîd kiribûn. Heyfa wan hate girtin û hatin cezakirin.

Deveyên Rasûlullah (s.a.s.) hatin talankirin û şivanê wî hate şehîd kirin. Ji ber vê yekê ve di hinek herêman de serîyye hate şandin.

Ji bona dawet kirina Îslamê ji hinek serokên dewletan re Name hatin şandin.

628:

Rasûlullah (s.a.s.) ji ber hişkayîyê ve derkete dûaya baranê.

Bey’eta Ridvan: li Hudeybîyeyê mislimanan bi qewlê ku heta Mekke fetih dibe yajî şehîd dibin li bin dara Semure ku hêşîn bû ji Resulullah (s.a.s.) re bey’at  kiribûn.

Di nava mislimanan de û muşrîkande peymana Hudeybîyeyê hate îmzekirin. (di zahir de şertê vê peymanê di aleyha mislimanan de xuya dibû. Lê derê fetha Mekkê û gelek fethan vê peymanê vekirî ye ).

H. 7; M. 628-629:

Dîsa ji hinek serokên dewletan re Name û qasidên ji bona daweta îslamê hate şandin.

Cihudên Xeyberê xwestin ku bavêjin ser Medînê. Hê fersend nedîtibûn ku mislimanan êrîşên wan kirin, Xeyber fetih kirin û ew ji Xeyberê sirgûn kirin.

Mislimanên ku hîcretî Hebeşîstanê kiribûn zivirîn Medîne yê.

Cihudên Vâdi’l-Kurra, Fedek ve Teymâ nêt kiribûn ku bavêjin ser Medînê li hemberî wan Xezveya Vâdi’l-Kurrâ çêbû.

629:

Zîyareta U’mre yê

H. 8; M. 629-630:

Amr ibnu’l-As û Xâlid îbnu’l-Welid bûn misliman.

Ji bona ku qasidên Rasûlullah (s.a.s.) kuştibûn li hemberî Bizansan şerê Mûte çêbû.

630:

Mekke Fetih bû.

Qebîleyên Hemazin qebîla Benî Sakîf  civîyabûn ku êrîşê mislimanan bikin. Li hemberî wan Xazeveya Huneynê çêbû.

Rasûlullah (s.a.s.) ji Ci’râne’ yê kete îhramê U’mre kir.

H. 9; M. 630-631:

Rasûlullah (s.a.s.) ji herêmên misliman re walî û memûrên zikatê şand.

Xezveya Tebukê.

Munafiqên ku nexwestibûn bikevin sefera Tebukê mescîd-ul dirar çêkirin û li wir civîyan. Paşê ew mescîd-ul durar ji alîyê Resulullah ve hatiye xerab kirin.

Dewra Sulh û sukûnê: di vê dewrê de, ji gelek qebîlan heyet hatin Medînê û bûn misliman. Paşê ji van qebîleyan re mamoste hatine şandin.  Ji van salan re Senetu’l-Vufûd (salên Heyetan) hatiye gotin.

631:

Mislimanan di emîrîya (îdara) Hz. Ebu Bekir (r.a.) de hecc kirin.

Ola Îslâmê li nîvgirav Erebîstanê belav bû.

H. 10; M. 631-632:

632: Ji Herêmên ku nû bûne misliman re walî û memûrên zikatê hate şandin.

Heccê Xatir Xwestinê: Ev heccê wî yên pêşîn û dawîn e. Di vî Hecîde nêzîkî sed hezar kesî re xutba xatir xwestinê hatiye xwendin.

H. 11; M. 632:

Heyeta Benî Nahle hat.

Rasûlullah (s.a.s.) ji nişkave Qebrîstana Baqî zîyaret kir û silav da  mislimanên li wir medfûn bû û şehîd  bûn.

Di bin qumandarîya Usâme ibn Zeyd (r.a.) de orduyek ji bo Filistînê hat şandin.

Rasûlullah (s.a.s.) nexweş ket pişt re di sala H. 13 Rebi’u’l-Ewwel 11, M. 8 Hezîranê sala  632 de Sed Heyf û Mixabin Wefat kir û bilindî  Makam-ı Mahmûd’ bû. Silav û Selama Xwedê Teala li ser Wî, Alê Wî û Eshabê Wî Teva be…

Fikrî Amedî
01.12.2015
fikriamedi.blogspot

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply