Di Îslamiyetê De ‘Qurban’ Çî Ye, Bandora Wê çi ye ?

Di ferhengê de peyva qurbanê tê wateya tişta ku mirov nêzîkê Xwedê dike. Di dîn de jî qurban; ajala ku ji bo xwesipartina Xwedê di roja cejnê de tê serjêkirin e.
Mominên xwedîaqil, azad û li gorî pîvanên dîn jî dewlemend ji bo bikaribin riza Xwedê bi dest bixin ajala (qurbana) xwe serjê dikin.

Xwesipartina qurbanê di civakên misilman de ev bi qasî hezar û pênsed sal in (1500) ku mîna dirûşmekê têne dîtin û têne kirin. Qurban tê wateyê ku misilman amade ne tevahiya mal û milkên xwe di rêya Xwedê de fida bikin.

Li gorî mezheba şafiîyan qurban sineta miekede ye yanê pêwist e ku yên xwedî derfet teqez qurban bidin. Sinetên miekede yanê ew tevgerên Pêxember (s.x.l) in ku qet terka wan nekiriye û tim bi cih aniye. Jixwe em di çavkaniyên dînî de jî dibînin ku Pêxemberê me (s.x.l) qurbana xwe tim daye.

Palpişta Qurbanê Ya Dînî Çî Ye?
Di çend ayetên Qur’anê de bi gelemperî qurbanê mîna xwesipartinekê hatiye eşkerekirin. Awayekî eşkere qala Hz. Brayîm û kurê wî Hz. Smaîl ku ji ba Xwedê ji wan re qurban hatibû şandin tê kirin. (Sefat 37/107)

Ev ayetên li jêr jî bi giştî qala qurbanê dikin:
-Ji bo ku bi ajalên ku wekî riziq hatine dayîn xwe bispêrin Xwedê, me qurbanê rewa kir. (Hec 22-34)
-“… pê ajalên ku riziq hatine dayîn di hin rojan de navê Xwedê bidin. (Hec 22-28)
Wekî din jî di Hec 22/36;37 de jî bi giştî qala qurbanê tê kirin.

Di van ayetan de serjêkirina ajalan wekî sepana xwesipartinê tê nîşankirin. Tê eşkerekirin ku xwîn û goştê ajalên ji bo armanca qurbanê têne serjêkirin nagihîje Xwedê. Awayeke teqez tê eşkerekirin ku armanc dilsozî (îxlas) û dîndarî (teqwa) ye û xwesipartina Xwedê ye.

Armanca Dana Qurbanê Çi Ye?
Armanca qurbanê ya resen bidestxistina riza Xwedê ye û daxwaziya nêzikatiya Xwedê ye. Yê/a qurban dide bi vê xwesipartina xwe nêzî Xwedê dibe û riza Xwedê bidest dixe. Bi heman awayî qurban mînakeke alikariyê ye û piştgiriya civakî ye. Bi wan qurbanan xizan ji aliyê aboriyê ve feyde dibînin. Bi qurbanê hem mirov alikariya hev dikin û hem jî bi saya vê alikariyê jî mirov nêzî hev dibin. Civak jî wisa bêhtir aram dibe.

Qurban Divê Kîngê Bê Serjêkirin?

Divê di demek diyarkirî de bê serjêkirin. Dema serjêkirina qurbanê ji yekemîn roja cejnê piştî ku roj hiltê û bi qasî ku 2 riket nimêja cejnê hatibe kirin û xutbeya cejnê hatibe xwendin dem derbas bûbe, destpê dike. Heya avabûna roja çaremîn roja cejnê jî dewam dike.

Kîjan Ajal Ji Bo Qurbanê Tên Serjêkirin?
Misilman; hêştir, dewarên reş, gamêş û mîyan ji bo qurbanê dikarin serjê bikin. Ajalên ji bilî van ajalan ji bo qurbanê nayên serjêkirin.

Ajala Ku Wê Bê Qurbankirin Divê Xwediyê Kîjan Teybetmendiyan Be?
Divê ajal ne seqet be û ne kêm be. Ajala nexweş, ya perçeyên laşê wê kêm, ya kor, ya dîn, ya pir hejar, ya kêm diçêre, ya gurî, ya gûh û dûv û ziman û guhanê wê (piçek yan bi temamî) qetkirî, ya diranên wê (bi temamî yan çend heb) ketî nayê qurbankirin. Ev mijar hem ji bo xwesipartinê ve û hem jî aliyê tenduristiyê ve pir girîng e. Ajala ku nexweşiya wê kêm be û sivik be tê qurbankirin. Ajala bê sitro jî tê qurbankirin. Ajala ku guhê wê şeliqî be yan jî qul bûbe jî tê qurbandayîn lê belê her çiqas kêm be jî ajala gurî nayê qurban dan. Ji ber ku zirarê gurîbûnê ji goşt re heye.

Mirovên Qurban didin Pêwist e

Hay Ji Çi Hebin?

Divê êş û tehdeyî nedin ajala qurbanê. Divê mirovên pispor serjê bikin û divê serjêkirinê awayekî bi lez bikin.
Divê hay ji paqijiya der û dora xwe hebin û der û dora xwe qirêj nekin. Ger perçeyên ajala ku hatiye serjêkirin jî li erdan nehêlin ku goşt qirêj nebe û ji aliyê tenduristiyê ve zerar nede mirovan. Divê awayekî wisa şerjêbikin ku ajalên qurbanê hev nebînin.

Dema Ajal Bê Qurbandayîn Dia Yan Gotina Tiştekî Din Pêwîst e?
Divê xwediyê/a qurbana nîyeta xwe ya qurbanê bêje. Berî serjêkirina ajalê jî niyeta xwe bîne çêdibe. Kesê/a ku ajala qurbanê serjê dike jî ger sê caran bêje: “Bismillahî Allah û Ekber”.

Pêwîst e Ku Kesê/a Qurbanê Serjê Dike Bi Destmêj Be?
Destnimêj ne şert e lê ji ber ku qurban jî xwesipartineke ew kes bi destnimêj be wê çêtir be.

Mirov Dikarin Bi Hev Re Qurbanekê Bidin?
Hêştir û dewarên reş li ser navê heft dikarin bêne serjêkirin. Mî û bizin tenê li ser navê kesekî dikarin bêne serjêkirin. Ya bi xêrtir ew e ku kesek bi serê xwe hêştirekî qurban bide. Ji bo kesekî serjêkirina heft mîyan ji ya hêştirekê çêtir e. Ji bo kesekî qurbankirina mîyekê ji hevpariya (şirîkatiya) hêştirekê çêtir e.

Kî Dikare Qurban Bide?
Misilmanên xwedîaqil û balix ku rewşa wan ya aboriyê baş be dikarin qurban bidin. Divê ew kes ne rêwî be û ji aliyê aboriyê ve jî ne di zorîyê de be.

Jin û Mêrên Dewlemend Ger Çend Qurbanan Bidin?

Her kes bi serê xwe, xwe dispêre Xwedê û her kes ji xwe berpirsiyar e. Ji ber vê yekê ger derfeta wan hebe û ji dil bixwazin her yek bi serê xwe dikare qurbanekê nedr bike. Lê belê di mala wan de qurbanek jî bê dayîn, dibe. Ji ber ku şert tune ku her kes bi serê xwe qurban bide. Nedra qurbanekê dikeve ber tevahiya ferdên malê.

Jin Dikare Qurbanê Serjê Bike?
Heke pisporiya wê hebe û di karê serjêkirinê de bicerab be dikare serjê bike.

Goştê Qurbanê Çawa Tê Belavkirin?
Hz. Pêxember (s.x.l) gotiye: ji sê pa payekî bidin xizanan, yekê bidin xizm-nas û dostên xwe û payekî jî ji mala xwe re veqetînin. (Ebû Dawid, Dahaya-10).
Bêguman mirov tevahiya goşt bide mirovên xizan xêra mirov çêtir e. Jixwe şafiî jî bi piranî wisa dikin û tevahiya goşt belav dikin.

Divê Em Ji Çi Çerm û Ku Hebe Ji Hiriya Qurbanê Bikin?

Pêwîst e ku çermê qurbanê bidin xizanekî yan jî bidin saziyeke xêrxwaz. Ger hatibe firotin jî divê pereyê ku jê hatiye bidin feqîran.

Ajala Du Canî Dikarin Qurban Bikin?
Ji ber ku dê ferxika ajala ku tê qurbankirin jî bimire, qurbankirina ajala du canî (bi heml) ne rast (caîz) e.

Bi Wekîltî Mirov Dikarin Qurban Bidin?
Çawa ku mirov bi serê xwe bikaribin qurban bidin, bi heman awayî bi wekaletê jî dikarin qurbana xwe bidin. Mirov dikarin wekalet bidin kesan jî û dikarin bidin saziyan jî. Ji ber ku qurban xwesipartineke bi mal e. Xwesipartinên ku misilman bi mal bi cih tînin bi rêya wekaletê jî rast in û xwesipartin bi serê xwe ne. Wekaleta xwe dikarin bi devkî, bi niviskî û wd bidin.
Xwedê diayên me û îbadetên me di rêya xwe de qebûl bike.

Silav û rêz
Şêx Zelala ji Fînê

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply