Bi sala nû re ‘Dilop’ek nû hat

Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weşana xwe didomîne hejmara xwe ya nû gihand ber destên xwendevanên xwe.

Kovarê hejmara xwe ya rêbendan-reşemî, hejmana 32’yan derxist. 

‘VEGOTINEKE NÛ NEHATIYE SAZKIRIN’

Di vê hejmarê de du jê bi kurdî, sê jê bi tirkî 5 hevpeyvîn hene ku derketine pêş. Yek ji van li ser pirsgirêka kurd e ku di heman demê de ji dêvla dosyayê hatiye belavkirin. Ji bo vê yekê Serpil Îlgun ligel Kordînatora Giştî ya Lêkolînên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç hevpeyvîn kiriye. Hevpeyvîn bi ser ‘di warê pirsgirêka kurd de rewşa nû, pozîsyonên çînî, guherînên sosyolojiya herêmê’ re pêş ketiye. 

Genç dibêje, “Li hemberî pêdiviyên pircureyî vegotineke siyasî nehatiye sazkirin.”

‘SERANÊ 90 RA NAT NISNENA’

Ji bilî vê sê hevpeyvînên din jî hene. Yek ji wan bi kirmanckî ye. Yaşar Çiçek ligel nivîskar Şahin Çiçek hevpeyvînek kiriye. Çiçek kurtedemek berê bi navê “Larika Domanu” romaneke bi kirmanckî (zazakî) nivîsandibû. Hevpeyvîn li ser vê hatiye kirin.

Li ser pirsa “Çi waxto kirmanckî nusnena?” Çîçekî gotiye, “Serrunê newayra nat çiqa ke mi destra amê, qelema xo gegane zonê xo sero gurenen. Nustêwo mino viren 1995 de perloda ‘Welat’î de vejîya.”

‘NAVENDA HELBESTA MIN BÎR E’

Hevpeyvîna din ligel Rêzan Diljen hatiye kirin ku wî Xelata Arjen Arî girtibû. Di hevpeyvîna ku Bîlalê Xerzî pêre kiriy ede Diljen dibêje, “Navenda helbesta min bîr”. Va ne ew gotin, “Bîr paşxaneya helbestê ye. Binêr te di pirsa berê de çi mînakeka xweşik daye. ‘Hemingway dibêje: kesekî zarokatîyeke bextewar bihurandibe nikare bibe edebiyatnas.’ Ma ev ne bîr bi xwe ye. Bîr… Bîranîn… Çîrok, dibistan, zarokatî, kal û pîrik, ciwantî, hezkirina ewil, bêrîkirina welêt… Ev hemû bîr in, birîn in, bêbinî  ne, heta nebin helbest kêm in bo min. Ji ber wê navenda helbesta min e bîr.”

Hevpeyvîna din ku em bibîr bixin jî ligel dîrokzan, nivîskar Erdogan Aydin hatiye kirin. Di hevpevyîna ku Bulent Ulus kiriye de meseleya nîqaşa li ser Şêx Seîd jî bûye mijar.

Eyşem Jînda jî ligel Komeleya Ziman û WêjeyaKurdî ya Zanîngeha Dîcle hevpeyvîn kiriye. Kom dibêje, “We çi kir, bi kurdî bikin.”

Hevpeyvîna dawî ku bi tirkî ye, li ser “Kurt Boregî” (Borega Kurdan) Eli Ekin Saltik ligel Serokê Komeleya Borekçiyan Bulent Dilbagi axiviye. Hevpeyvîn bi sernavê “Xwarineke çîna karker: Borega Kurdan” hatiye pêşkêşkirin. 

Di vê hejmarê de Yildiz Çakar, Vedat İlbey, Sezai Sarioglu, Elif Eser, Fewzî Bîlge, Ozkan Zulfikar, Mehmet Ozyazanlar, Kemal ÎNal, Cemil Oguz, Muzaffer Oruçoglu, Zelal Sahidenur Sari, Rûmet Med, Selîm Temo, Sevda Karaca bi nivîsên xwe; Mehmet Ufuk Gultekîn, Ozgun E. Bulut (Werger Îkram Balekanî), Şêxmûs Ozpolat, Rizaliyê Reşîd bi helbestên xwe cih girtine.

Ji bo têkilî: dilopdergisi@gmail.com 

Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply