Jin-Zeynep Sultan ATLI

Em ê di vê nivîsê de mijara jinê,  ya rastî fikrên xwe yê qirêj ji dest hildin.

A niha li gorî civaka em tê de dijîn hinekî binirxînin û li vê cîvakê de rola jinê û çi cih tikeve para jinê binhêrin. Dema ku mirov li ser koka mirovahiyê mêze dike dibîne ku bi jinê ve avabûna mirovahiyê diafire. Mirov beriya hatina xwe ya vê dinê rehima jinê de xwe amade dike. Di laşê jinê de rih digire, pîştî qetandina vê rawestgeha ewil  hatina wê/wî ya dinê de jî jin jê re dibe rêheval, beriya axaftinê jin ji hal û hewalên wê/wî dizane ku çi dixwaze, pirsgirêka wê/wî çî ye û pê çareser dike. Xeynî van tiştên fizîkî jin mîna mamostekî ragihandina nirxan de nifşekî digihîne nifşekî û rola xwe ya herî baldar dilîze. Mîna ziman, çand, tore, adet û hwd. Di van mijaran de jî berpirsiyariya xwe asta heri bilind de diqedîne. Em dikarin mînakên curbecur lê zêdr bikin.
Lê mixabin dema ku em di civaka îroyîn de jinê hildidin dest em dibînin ku jin şeklekî wisa hatiye bindest kirin ku jiyanê de tu rûmeta wê nehatiye hiştin. Rola jiyanê de bidin alîkî, heta mafê wê yê jiyînê jî hatiye asteng kirin, kesayeta wê hatiye bin pê kirin.
Êdî di civakê de gorî fikrên  ” mêrî ”  jin tê pênase kirin, li gorî nêrîna “mêrî ” çavên jinê, birî û bijangên wê, porê wê, piyê wê, bejna wê, pozê wê, rind bûna wê û hwd. tê nirxandin . Li vir de jin mîna tiştekî ji bo xemlê were bikranîn, asta rûmeta wê tê xistin.
Jin, di nav çanda ” mêrî ” de bi terzekî wiha hildidin dest û tenê ne aliyê fikir û hêst ve gelemperî li ser hemû tevgerên wê de rê ber bi anegorê “fikra mêrî ” ve tê ava kirin.
Ango jin ji bo xwe tu tiştekî fikrî, hêstî û tevgêrî bike tûne ye. Digel vê jî jin karê wê yê sirûştî û civakî ya aborî yê jî ji dest tê hildan. Di vir de hevokeke wiha tê bîra min û bawerim ku lê gotî were zêde kirin. ” Ligel hewl dana îşgal û mêtingehî yê xwediyê aboriyê ya rastî jin e. ”
Em dûbare bikin di zayenda civakî de mabesta herî ber bi çav ev e ku jinê li gorî “fikra mêrî ” hildide dest û terzekî anegorî xwe didê. Em dibînin ku a rastî serkeftî jî dibin. Civakê de herî zêde jin biyaniyê xwe û laşê xwe bû ye.
Ew qas biyanî bû ye ku ew taciz û tecawiz lê tê kirin jî nikare dengê xwe derxe, mafên xwe bigere.
Hê li ser de jin tê eyp kirin, kûştin, serjê kirin, sotin û tiştên ku hê mirovtiyê dûrtir tê serê wê. Lê mixabin dîsa jin tê neheq kirin. Tê gotin ku ;
-Çi karê wê heye wê seetê li derva ye ,
-A vê seetê derva ye karê wê diyar e,
-Bila ev qas kincên kin li xwe nekiriba ,
-Ê çavên min nihêrî
-Ê dikeniya
Filan û bêvan …. Ev ne meselaya kincên kin, seeta dereng, ken  an jî tiştekî din e . Ev meseleya fikrên we yê qirêj, nefsa we ya bêterbiye ye. Mêr çawa dikare şev derkeve derva jin jî dikare, heqê tu kesî nîne ku mafê mirovekî din asteng bike .
Beriya herî tişti ger ku ev were fikirîn ku hûnê jî sibê dusiba bibin dê û bav, tişta ku hûn naxwazin ji we re bê kirin, hûn jî ji bo hevalê xwe nexwazin.

Fikrên xwe yê qirêj mêjû û tevgerên xwe de bişon û bavêjin …

Zeynep Sultan ATLI 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply