Seyahnameya Ewliya Çelebî

Dema qala dîroka kurdan tê kirin yek ji babetên girîng kêmasî an neliberdestbûna çavkaniyên nivîskî ne. Sedemên vê kêmasiyê li aliyekî, çavkaniyên liberdest jî heqê wan baş nehatiye dayin. Yek ji van seyahnameya Ewliya Çelebî ye. Ewliya Çelebî yê di sala 1611ê de li Stenbolê hatiye dinyayê û di 1685a de jî koça dawî kiriye, nêzî 50 salên temenê wî bi sehayatê derbas bûye. Di nav deverên wî dîtiye Kurdistan jî heye.

Ew yekem car di 1640a de hatiye Kurdistanê. Di ser Erzirom, Makû û Tebrîzê re derbasî Qafkasan bûye. Cara duyem di 1649-50a de rêya wî bi Kurdistanê ketiye dema ji Sûriyeyê çûye heta Sêwazê. Vê carê jî di Nizib, Birecik, Riha, Semsûr û Elbistanê re derbas bûye. Di vê navê de çûye Pertek, Sagman, Palû, Çêwlig, Dara Hinê, Lice û Pasûrê jî. Cara sêyem jî di 1655a de tevî bixaltiyê xwe Melek Ahmed Paşa ku wek beylerbeyîyê Wanê hatiye tayinkirin rêya wî bi Kurdistanê ketiye û herî zêde vê carê maye. Di cilda 2, 3, 4 û 5mîn de behsa serpêhatî û çavdêriyên xwe yî li Kurdistanê dike ku bi tevahî li dor 400 rûpel digrin.

Ji seyahnameya wî diyar e ku Çelebî ne tenê mirovekî ji gerê re xurt bûye lê ew ji nivîsê re jî xurt bûye ku wek mirovekî têra xwe bimeraq çi dîtiye çi bihîstiye tomar kiriye. Çûye kîjan bajarî li wir çi mizgeft, mescid, xan, hemam, kaniyên avê, xwarin û vexwarin,  çîrok û efsaneyên gelêrî, şert û mercên aborî, kar û bar, navê eşîran, medrese, teke, tax, sûk û bazar, cil û berg, huner, zeneet, ziman, devok, zarava, av û hewa, seyrangeh, bermayîyên dîrokî, navdarên bajêr… hebe hemû yek bi yek nivîsandine.

Ev seyahname digel ku bo dîroka Kurdistanê çavkaniyek bêhempa ye û li gor dema xwe ji aliyê naverokê ve ewqas dewlemend e, qasî ku tê zanîn xebateke tevahî li ser nehatiye kirin. Li Tirkiyeyê çend weşanxaneyên tirk ew bi tirkiya kevn û nû wek 10 cild çap kirine. Em nizanin ka ew beşên derbarê Kurdistanê de çiqas ji wan hatiye neqilkirin, jê hatiye derxistin an na. Heta niha sazî an weşanxaneyên kurd eleqeyek taybet nîşanî vê berhemê nekirine û li ser nesekinîne jî ka ew a îro li ber destê me ye çiqas bêkêmasî ye. Ji çavkaniyên hin xebatên lêkolînî diyar e lêkolîner bo xebatên xwe ji tirkiya wê îstifade dikin lê di nav girseya xwînerên kurd de seyahname pir kêm bal dikşîne an kêm tê naskirin. Mixabin, qasî tê zanîn, sazî an lêkolînerên kurd xebateke taybet nekirine û hewl nedane ku bala xwînerên asayî bikşînin ser wê.

Dil dixwaze sazî an weşanxaneyek kurd ew beşên derbarê Kurdistanê de hemû ji destxetê bidana wernegerandin bo kurdî û çap bikirana. Ew jî nebû qe nebe tirkiya ew 400 rûpelan wek pirtûk çap bikirana û tevî nivîseke danasînê, nîşe û îzehetan çap bikirana. Werger nebe jî, bi heman awayî tirkiya wan 400 rûpelan wek pirtûkekê bihata çapkirin û bi hêsanî di nav xwînerên kurd de belav bibûya. Bi taybetî ev girîng e ku Ewliya Çelebî beriya piraniya  seyahên ewropî ku gelek ji wan berhemên wan (li bakur) ji aliyê weşanxaneyên kurd hatine çapkirin. Û berfirehtirîn agahî wî dane.

Lê başûr û rojhilatê Kurdistanê lazim e ev beş  hemû bên wergerandin bo kurdî û bên belavkirin. Li gor zanyariyên Martin van Bruinessen (“Onyedinci Yüzvılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzerine Ewliya Çelebinin Notları” Studica Kurdica, sal.2, hej.1-3, 1985) di 1979a de li Başûr bo kurdî (soranî) hatiye wergerandin lê ev gelek kêmasiyên wê hene ji ber ku nusxeya werger jê hatiye kirin bixwe gelek kêmasiyên wê hebûye. Piştî vê wergerek nû hatiye kirin an na, em nizanin. Ji bilî wergerê gelo li başûr û rojhilat xebateke taybet li ser hatiye kirin? Lêkolînerên vir çawa an çiqas dikarin jê îstifade bikin?

Ger em tenê bo bakur bêjin, niha ji bilî deh cildê bi tirkî pirtûka Martin van Bruinessen Ewliya Çelebi Diyarbekir’de û ya Wilhelm Kölher Ewliya Çelebi Seyahatnamesinde Kürt Şehri Bitlis jî bi tirkî li ber dest in.

Seyahnameya Ewliya Çelebî çima girîng e? 

Ev seyahname girîng e ji ber ku di sedsala 17mîn de hatiye nivîsandin. Ewliya Çelebî 350 sal berê ewqas zêde dever û bajarên Kurdistanê dîtiye,  di sala 2017a de di nav me kurdan de pir kêm kesî ewqas cî dîtibe.  Qasî tê zanîn, bo dîroka Kurdistanê ya vê sedsalê berhemeke jê dewlemendtir tuneye. Ligel bi çavê  dîrokzanekê, bi çavê sosyolog, antropolog, etnologekê heta carna yê zimanzanekê jî dikare bê xwendin. Wek mînak, dema di sala 1655a de yekem roja meha Remezanê Melek Ahmed Paşa êriş dibe ser Bidlîsê û Abdal Xan, wî têk dibe, Xan ji Bidlîsê direve lê salek derbas nabe Melek Ahmed Paşa hê beriya ku vegere Stenbolê Xan vedigere û kontrolê dike destê xwe, Ewliya Çelebî dibe şahidê hemû van bûyeran. Çelebî ewqas bi hûrgilî qala Bidlîsê, Abdal Xan, sohbetên xwe yî bi wî re, zanabûna wî, hebûna wî, dewlemendiya wî, têkiliyên wî bi dewleta osmanî re, bi derdora xwe re, heta xwarinên bo wan tên pêşkêşkirin, zimanê wan, avahiyên bajêr, cil û bergê wan  dike ku ev seyahnameyê bo dîroka vê mîrnişîna kurd dike çavkaniyeke bêhempa. Belkî di nav deverên li Kurdistanê zêdetirîn cî daye vî bajarî. Ev bixwe jî nîşaneya girîngiya Bidlîsê ye wê demê de. Li gor vegotinên wî, Bidlîs bajarekî têra xwe berbiçav, binavûdeng e û desthilatdarên wê wek ku ji serbixwe bin tevdigerin û ev dibe sedem ku Paşayê osmanî êriş dibe ser da ku hêza wî bişkê. Ger îro Bidlîs wek bajarekî biçûk û jibîrbûyî be, û gelek caran mirov ji bîr dike ku bajarekî kurd e, tenê bo vê jî be divê mirov hay ji seyahnameya Çelebî hebe.

Ew bi hezaran pirtûkên Abdal Xan yên di her babetî û her awayî de ku Çelebî tenê bo wan 4 rûpel veqetandine û li ber çavê Melek Ahmed Paşa bi mezatê hatine firotin; pirtûkên barê heft deweyan ku ji sindoqên Xan bixwe mohr kiriye derketine, belkî ne Çelebî bûya me yê bi wan nizanibûya. Aqûbeta wan pirtûkan bixwe ji me re gelek dibêjin. Him nîşaneya dîroka me ya winda ne, bêberdewamiya an temenkurtbûna keda me ya bi her awayî ne ku nahêle danehevek siyasî û elbet çandî ya xurt, hafizayek me çêbibe. Lê tavilê berdewamiyekê jî tîne bîra mirov, di sedsala 20 û 21mîn de jî pirtûkên me hatin/tên îmhakirin an em ji ber tirsê wan îmha dikin. Wek mînak, di payiza 2016a de di ew rojên ku hêzên dewletê bi ser mala ve digirt,  hin kesan pirtûkên kurdî yên li mala xwe avêtibûn ser sergo. Yên heyî jî em nizanin wê aqûbeta wan çi be. Gelo pirtûkxaneya Abdal Xan jî heta îro hatibûya, rewşa Bidlîsê û bi giştî ya kurdan wê ne cudatir bûya? Ew ê bihata gotin ku kurd tenê xwedî çanda devkî ne?  Ew hemû pirtûk bi kuderê de çûn? û gelek pirsên din…

Çavkaniyek bo dîroka zimanê kurdî

Kesên piçekî bi zimanê kurdî re eleqedar bin pirtûka gramerê ya Garzoni, misyonerê îtalî nas dikin. Ev wek yekem pirtûka derbarê zimanê kurdî de tê naskirin. Lê nêzî sedsal beriya wî Ewliya Çelebî, zêde ne bi berfirehî jî be, agahî an mînakên girîng dane bo zimanê kurdî. Li gor Çelebî, kurdî zimanekî serbixwe ye û zaravayên wê cuda hene, xwedî statuyeke bilind e, yek ji zimanên ewilîn e ku ser rûyê dinyayê peyda bûye. Heta belkî ji tirkî jî pêşdetir e. Ew berawirdkirineke wisa nake lê behsa tirkî jî nake dema zimanên sereke dijmêre. Û elbet hewce nake mirov bêje ku deverên kurd lê dijîn jî wek Kurdistan bi nav kiriye Çelebî. Dema qala Meyafarqînê dike, bajarê Cudî wek yekem bajarê piştî tofanê ava bûye nîşan dide û  sînorên Kurdistanê xêz dike: bi dirêjahî ji bakurê Erziromê, Wan, Hekarî, Cizîr, Îmadiye, Musil, Şehrizor, Herîr, Erdelan, Bexda, Derne, Dertenk an heta Besrayê; bi firehî ji rojhilat ve ji Herîr û Erdelanê heta Şam û Helebê.

Piştî sînorên Kurdistanê û li çendîn ciyên din behsa zimanê kurdî dike mînakan dide. Yek ji van di cilda çaremîn de ye ku jimareyên kurdî û çend hevokên kurt rêz dike: yek, dü, se, car, penç…, Selamet hanê? Halet çih? Cûş qelawî…. Çelebî ye ku yekem car ferhengokeke kurdî amade kiriye û li Cizîrê jî stranek tomar kiriye ku dikare wek yekem mînaka folklora kurdî ya nivîskî bê pejirandin (Bruinessen, n.n.b.)

Paqijiya Diyarbekirê

Di seyahnameyê de Diyarbekir ji bedenê bigre heta mizgevt, medrese, teke, kanî, sûk û bazaran, cil û bergê xelkê ji gelek aliyan ve hatiye qalkirin. Di nav van de navê 8-10 hemaman jî dijmêre û behsa sîstema avgermkirina wan dike ku bêtir bala mirov dikşîne. Çelebî dibêje ev hemû hemam her dem pir germ in lê ew ne bi agirê êzingan bi agirê gemara nav bajêr tê germkirin. Gemara nav bajêr bi selikan dibin hemaman û dişewitînin ji ber vê jî nav li kuçe û kolanên bajêr piçek be jî gemar nayê dîtin. Nav bajêr û derveyî bajêr her dem paqij dimîne. Vê jî lê zêde dike ku ne tenê li vir li Erebistanê jî hemam bi vî awayî tê germkirin. Ev gemara nav Diyarbekira îro û paqijiya wê demê çiqas zidê hev in!

Pertek û Newroz

Seyahname kêmtirîn du caran qala Newrozê dike. Carekê dema li Wanê ye qal dike ku li vir di rojên Newrozê de xelkê Wanê hesp, dewe an beranan didin lihevxistin. Ewqas, tiştekî din lê zêde nake. Cara din, dema li Pertekê ye. Li gor agahiyên wî, di zimanê moxolî de ji teyra qereqûş re pertek dibêjin. Beriya îslamiyetê li ser keleha vir peykerekî vê teyrê hebûye. Bi qewlê wî, her sal roja Newrozê de ev teyr baskên xwe li hev dixe û gazî hemû qewmên kurd dike da ku werin li bazara nav bajêr li hev bicivin. Lewma navê bajêr wek Pertek maye. Dema ew jî bi Diyarbekirê re ji aliyê Xalid bin Welid tê zevtkirin, peyker hatiye rakirin lê hê jî li jorî kelehê ciyê wî peykerî diyar e. Mixabin, baş ne zelal e ka ev riwayet di serdema beriya îslamiyetê jê dihat bawerkirin an dema ew li wir bû jî dihat bawerkirin. Her kîjan rast be ne rast be jî hebûna vê riwayetê û nivîsandina wê ji aliyê mirovekî wê serdemê têra xwe balkêş û girîng e. Ger ev riwayet îro bihata gotin, bêguman wê wek şîroveyeke neteweyî/bêhed an ‘îcadkirina kevneşopekê’ an bihata dîtin. Em nizanin gelo vê babetê bala ti lêkolîneran kişandiye û lêkolane an na. Sedsala 17mîn de/beriya îslametê lihevcivîna “hemû qewmên kurd” çawa dikare bê şîrovekirin? Û çima li Pertekê?

Basnews.com

Derbar ziman

Check Also

Şeşderba Îronîyê

Berhema Ahmed Muxtar Caf a navdar Meseleya Wijdanê tevlî kû wek çîrokek dirêj hatîye naskîrîn …

Leave a Reply