Ji Iskender Jaba – 1860

Ji Iskender Jaba 1860: “Neqil dikin ku di weqtekî danî [de] ji paşayêd Bazîdê Îshaq Paşa digel Xanê Xoyê xwecihî Hiseyn Qulî Xanî gelek dostî û aşnayî hebûye û pêkve diçûn û dihatin û îzaz û îkram li êkdû dikirin goya wekû cism-wahid bûn. Îcarê Hiseyn Qulî Xan ji hekîmêd xwe neferekî ku Mîr Elî digotinê, kaxezekê diditê ji boy Îshaq Paşayî verêdikite Bazîdê. Û emrê Mîr Elî tebîb dikitin ku here li Bazîdê li nik Îshaq Paşayî sakin bibe û di xizmeta wî danî [de] bibe. Şayed mualece û mudawa ji boyî nexweşan îqtiza dikitin muqeyed bibe.

Resim

Îcarê bi emrê Hiseyn Qulî Xanî, Mîr Elî tête Bazîdê û diçite hizûra Îshaq Paşayî û kaxeza Hiseyn Qulî Xanî didite Îshaq Paşa. Ew jî xweşhal û memnûn dibitin û odeyekê di nêva sera xwe danî [de] ji boyî Mîr Elî hekîm vedikitin. Qewî îzaz û îkramê der heq Mîr Elî hekîm dikin.

Mideyê pênc heyvan Mîr Elî li Bazîdê li nik Îshaq Paşayî sakin dibitin. Bi emrillah di wê mideyê danî. Qet îqtiza mudawa û ilacê nabitin.Bûye weqtê havînê. Rojekê Îshaq Paşa digel şêst-heftê siwarî ji etbaêd xwe û Mîr Elî jî digel wan diçine seyr û geriyanê û qederekî digerin.
Resim
Nîvroj dibitin û germê jî şideta xwe dikitin.Rezekê Îshaq Paşay nêzûkî gundê Zengezorê li bin bajêrê Bazîdê heye û nêva rezî danî hewz û av heye.Îcarê Paşa ji germa tête wî rezî û li kenarê hewzê peya dibinû hêsayî dibin û qawe vedixwin lakîn ji gundî jî tedarika firavînê dikin û ji boyî Paşayî zad û teaman çêdikin û ji gundî tijî amanan dikin û li ser destêd filan li ber tavê tînin ji boyî Paşayî wekû ew zad tête rezî û sifre radixinîn. Paşa digel çend mirovan ji wan zadan dixwin. Mîr Elî hekîm jî digel wan e lakîn ew hekîm ji wan zadan naxwitin.
Paşa digel çend axaleran ku digel Paşayî li ser sifreyê rûniştine zadê xwe dixwin û destêd xwe dişon. Etba ewê sifreyê hildigirin, dibine ber tavê datînin. Ew tava havînî weqtê nîvrojê, şideta germê li wan amanêd zadan diditin. Miqdarê nîv-saetê wisanî li ber tavê disekinitin.
Heta ew xulam xizmet dikin û ava destan didin û qawe û qelûnan didin. Paşê diçin û ew etba rûtinin û ewan zadan dixwin. Zad jî çi ne? Hêrûn û goşt û mast û to û hingivîn. Eve zadana jî hemû di amanêd sifir danî ne ku bi zûyî jeng lê diditin û dibite wekû jehrê û mirovan carnan ew jeng dikujitin. Îcarê ew xulam û etbaêd Îshaq Paşayî ewan zadêd ku qederê li ber germa rojê mayîne dixwin. Meger Mîr Elî hekîm jî ji bin çavan li wan zadan û li wan etbaan xurnî bûye û Mîr Elî di dilê xwe danî dibêjitin ku belê evan xulaman ew zadêd bi jehrî xwarin di vê germê danî.
Resim
Elbete çendek ji wan nexweş dibin û çendek jî elbete bêçare telef dibin. Ew Mîr Elîyê hekîm li vê memûlî ye. Îcarê Paşa û etbaêd wî û MîrElî hekîm radibin siwar dibin û têne bajêrî lakîn Mîr Elî xwe bi xwe mintezir e ku elbete êvarê û subeyê ji wan etbaêd Paşayî ku ew zadêd bi-rûnî li ber tavê mayî li germê danî [de] xwarin qata çendek dê nexweş bibin. Rojekê û du û sê û hefteyekê Mîr Elî çavra kir ku eslen yek ji wan mirov û xulaman nexweş nebûyîye qe. Ji berê çêtir in. Êdî Mîr Elî diçite nik Îshaq Paşayî û temenna dikitin ku “qenc e hezretê we îzin û destûra bende biditin ez biçime Îranê”. Paşa dibêjitin ku”Mîr Elî tu ji boyî çi hatî çi dê biçî, çi bûye. Hiseyn Qulî Xanî tu ji boyî mualeceta me verêkiriye, minasib nîn in ku tu biçî”. Îcarê Mîr Elî dibêjitin ku Paşa ev mizac û teb’êd ku min li ekrad û ehalîyêd van kenaran mişahede kir,tehqîq malûmî cenabê we bibitin eger ev mexlûqane jehrî jî dest bi dest vexwin li vane kar û tesîr nakitin û evane mihtacî ilacê nabin. Ewê rojê ku ewan etba û xulamêd te ew zadêd rûnî û goşt hinde qeder li ber tavê mayî xwarin û qet yek ji wan nexweş û telef nebûyî. Eve gelekî ecêb e. Eger ev waqie li Îranê bibûya elbete nîvê wan mirovan telef dibûn û nîvî jî di piştî zaf ilacan paşê belko xelas dibûn. Min bi xwe bi çavê xwe evane weha dîtin. Ez dizanim ku evene zêde mehkem in û mizacêd wan jî ne wekû mizacêd mirovêd mayî ne. Evane bi rastî mihtacî ilac û dermanan nabin.Qenc e ku tu destûra min bidî. Îcarê Îshaq Paşa jî destûra hekîmî diditin û qederekî îkram û ehsan dikitin verêdikite Xoyê nik Hiseyn Qulî Xanî û mektûb dinivisitin ku “belê min destûra daye boyî terefê danî hatiye”
Resim
Wekû Mîr Elî digihîte Xoyê û mektûba Hiseyn Qulî Xanî diditin. Paşî xeberdan û pirsyaran Hiseyn Qulî Xan pirs dikitin ku “Mîr Elî tu ji bo çi hatî? Min tu verê kirî her daîm di xizmeta Paşayî de bibî û bimînî”. Îcarê Mîr Elî dibêjitin ku “Xan te ez verêkirime nêva taîfeyeka ku wicûda [hebûn] wan bi xwe derd û bela ne. Mirin û kuştin ji wan peyda dibitin. Ew xelqê û ibadilahî dikujin û rencîde dikin. Bedena wan bi xwe ji jehrê ye. Nexweşî û jehr dê bi jehrê çi bikitin? Hal û hikayeta Îshaq Paşayî û ehalîyêd Kurdistanê eve ye. Û ez pênc mehan di nêva wan danî sakin bûm, eslen yek ji wan mihtacî ilacê nebûn. Û axirê jî min dît ku ewan ew zadêd wekû jehrê xwarin, dîsanî li wicûda wan tesîr nekirin. Êdî min zanî ku betal e ez hatim”
Zal Mazî nivîsand

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply