Ji devê Apê Osman Sebrî Hinek Bîranîn – 1

Mirovê ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikare îdi’a bike ku ew ji welatê xwe hez dike. Neteweyetî ziman e û hinek adet in, ne tiştekî dinê ye. Xwîna me gişka yek e. Merov ku ehmiyetê nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tune ye.

Ên ku du roj dest bi ziman kirine xwe feylesûf dihesibînin. Karê nezana holê ye. Ziman wek asoyê behrê ye, nêzîk xuyanî dike, lê tu çiqas diherî tim ew e. Heya merî pirr bi nava ziman de neçe, merî ehmiyeta ziman û mezinatiya ziman nizane.

Tu carî nayê bîra min û nakeve ‘eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here. Gava here, me’na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e. Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî.

Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe…

Lê, a ketiye serê birayê me yê Kurd ew e ku dixwaze ille tu mîna wî bifikirî.

Îro, bela me Kurmancan a mezin ev e ku em nikarine hevalê xwe di fikra wî de serbest bibînin.

Em bibên gava bila mîna me bifikire, ew nikare bi kêrî xwe û bi kêrî welatê xwe bê. Bila mîna xwe bifikire ji bo welatê xwe.

Eger me bikariya miletê xwe têxista rêyekê, yek rê, ku şerê hev nekin, ez bawer im di demeka nêzîk de me yê bikariya xwe bigihanda heqê xwe. Îro, em de’wa heqê xwe dikin, lê, em negihane vî warê ku em wê dozê bikin. Lê, tevî vê, baweriya min gelekî mezin e ku dijminê me, eger li îraqê be, eger li îranê be, eger li tirkiyê be, bi ehmeqiya xwe wê Kurdan rakin ser lingan û Kurd ewê heqê xwe bistînin. Ez bi vê gelekî bawer im.

Ha, em bişerêhevkirinê de ketine nava dest-lingên xelkê.

Yek, Kurdan bi mesela zewacê xwe xira kirine. Îro, mêrkê Kurd bi mêrkê Kurd bawer nabe, dere bi xelkê bawer dibe. Çima? Sebebê wê çi ye? Sebebê vê me aniye qîzên xwe firotine.

De ewê ku bi dê-bavên xwe bawer neke, ewê çawa bi min û te bawer ke, Kurdo?

A duduyan, gava dijminê me xwestine serdestiyê li me bikin, ji berê da bi hezar salan, pîsên me anînekirine serok.

Ger te divêtin bizanî dûşa min pirtir, di hemî waran de

Ez ji bo gel, ne gel ji bo min

Ha, çi gava em milet di bin xwe ra bibînin, wê çaxê, dibe minet.

Di nava me Kurdan de hên xirab pirrtir in, çima em serekî dirêj di bin destê miletên din de mane.

Bi Xwedê, ji xizmetê xelkê kirin tiştek pêve nîne.

Keriyekî pez nikare li pê şivanekî here.

Bela me ev bû: hukumetê kîjan dikare ji wan ra serî deyne, ew tanîn, dikirin serok.

Li pê wan meçin, tîzikan davên

Zaroyên kolan, azadî navên.

Divê em xwe hîn bikin ku em bê kurk bimînin. Ew kurkê pîs ji ser pişta xwe bavên.

Ewê ku xwe xira dikin, gî dixwazin xelkê razî bikin. Ê, xelk ne yek e, ne dudu ne, ne sed e, ne hezar e. Royê, divê tu mîna yekî bikî.

– Were me bêje Kurdistan li Sûriyê heye, em ê te niha, berdin.

Min got:

– Law! Kurdistan ne milkê bavê min e. Milkê bavê min bûya, min ê bigota ‘Ez ê bidim û ez ê derkevim’. Ne milkê bavê min e, ên Kurdan e, law!

Heye ku hinek bêjin Şêx Se’îd î şêx bû, lê însanekî bi rêz bû, Kurdekî hêja bû, mêrekî çê bû.

Paşê, şêx Se’îd ew peya bû ku sikritêrê wî Kurdekî bêdîn bû, kesekî File bû. Navê wî Fehmiyê Licî bû. Bi tu dîna bawer ne dikir. îca, jê ra digotin: “şêx, sikritêrê te î bê dîn e, ji xwe ra yekî dîndar bigre”. “Kurro”, digot, “mêrik Kurd e. Gava mir, em ê bibin nav goristanên Filan. Kurd e! hun çi jê dixwazin?”. Eger mêrik ne welatperwer bûya, bi fikrê digirt?

Mêraniya ku şêx Se’îd li hember mehkemê kiriye, tu serdarên dinyayê wekî wî nekirine.

Îca, gava meriv şopa şêx bizani be, meriv dizane şêx Se’îd ji peyayên Kurdan ên mezin yek e. Gelek şoreş rabûne. Tesîra tu şoreşekê wekî ya wî li milet kirî tune bû, çima ew ji bo milet kir.

Xalidê Begê Cibrî min bi xwe dît.

– Xuya ye tu merivekî xayîn î.

– Ez qebûl nakim, ‘efûwê naxwazim. Em ne derketine ku em ‘efûwa hev bixwazin!

Derin zimanekî biyanî dixwînin bi salan û ê xwe nikarin bixwînin. Têne cem min, hinekên wan muhendis in, hinekên wan avokat in, hinekên wan tuxtor in, dixwazin Kurmancî hîn bibin. Çend dersa dibin û berdidin. Lê, zimanê biyanî bi peran dibin, ê min ez belaş didim. Zimanê biyanî bi salan dibin, lê Kurmancî çend royan tenê xwe hîn dikin!

Kurmancên me hên zimanê xwe nas nekirine.

Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin.

Zi şîrî şutur xurden û sûsmar

Ereb ra bidenca resîd destkar

Ke Tacî Kiyan kunend arezû

Tifû ber to, ey rozîgar, tifû!

Bibin Komonîst, Komonîstên Kurd, Kurdên Komonîst

Ne herin bibin Komonîst ên xelkê

Gava em derin ser dînekî, em dibin peyayên wan, gava em derin ser mezhebekî, em dibin peyayên wan.

Îca, apo, hinekên me wek kerê qîma xwe bi bara anîne, Naxwazin azadiyê, dixwazin axurê wî hebe, hevsarê wî hebe, qeyd-merbenda wî hebe heya gur wî nexwin.

Pirên me hên bi mentiqa kerê dipeyivin. Heya em bi mentiqa kerê bipeyivin, em nikarin xwe xelas kin.

Di peyvê da suxenmîr im, di şi’rê da cîhangîr im

Le’elî eblexû el esbab esbab el semawat

Sifatên di seb’a ji bo zu Celal

Bizan heft in ey ‘Arifê pirr kemal

Xweşî jîn û zanîn û vîn û kelam

Bihîstim di gel vî temîz û temam

…. bavê min ewê bimre, here, lê ziman ewê bimîne. Divê em gelekî bi zimanê xwe bigirin û biparêzin.

Em xwe li giya dikin xwedî û em tiştekî jî ji yekî fam nakin. EM HER TIŞT IN û EM NE TIŞT IN. Em her tişt in ku me bi gî girtiye û em ne tiştek in ku em bi yekê de ne çûne.

Na, em li serê rêyan gişkî disekinin ji bo em xwediyê gişkî bin.

her însanek di bin tesîra tiştina de dimîne, ne bi destê wî însanî ye.

Kurdistan wê çêbibe. Kurdistan wê çêbibe, tu hêzek li hember wê nikare bisekine, tevî Kurd ne gîhane warê serxwebûnê.

Bi Xwedê, gava mirov bi derdê Kurmancan bifikire, divê mera her ro bigrî, her ro bigrî. Pirrî xwe xira kirine, pirrî rê li ber wenda bûne. BEXTREŞIYA MEZIN EW E KU MEZINÊN WELATÊ TE DIJMINÊN TE BIN. Welê bûye. Mezinên me dijminên me bûne.

! Gava ew mîna te nafikire me’na xwe tu jî mîna wî nafikirî.

Kurd, gava bûne Zerdeştî, bûne xulamê Eceman. Paşê, gava hatine bûne Musulman, bûne xulamê Ereban.

Na, el-hemdûlilah em Musulman in, em ne Kurd in.

Komonîstên me jî dibêjin: – El-hemdûlilah em UMEMÎ ne.

Gava miletek bi heyîna xwe ne yî serbilind be, ew miletê xulamiyê bike.

Mezinên wan ‘eqlên wan ji wan standine.

Li pê wan meçin tîzikan davên

Çêliyên kolan azadî navên

Hema tiştên ku dizanin ev e: “Ên ku Komonîst in, dibêjin Rûsiya li ser serê me”. Ên ku berê xwe bi Emerîka de dane, dibên: “Emerîka li ser serê me”. Lê, wekî din bi xwe bifikire, bi xwe bike, baweriyê bi xwe bîne ew tune. Ê min, her çi ya min, baweriya min bi nefsa min heye û bi miletê min heye, bi kesekî din tune. Ez bi însên nebawer im ku xêra min bixwaze. Ha, dikare xêra min bixwaze gava mesleheta xwe tê de bibîne, eger Rûs be, Emerîkî be, îngilîz be, Firansiz be. Gî mesleheta xwe di te de dibîne, xêra te dixwaze. Ew jî kînga mesleheta xwe di te de dibîne, gava tu hêzekî siyasî bînî meydanê, bikari bi kêr bî.

Em dikarin bi dijminên wan ra bidin, bistînin, dostaniyê bikin, lê ne em xwe bifroşin, yekayek.

Em yek berê ê din derin dibin xulam.

Divê dostên meriyan hebin. Mera bê dost nabe. Lê, ne EFENDIYÊN mera hebin. Em derin li efendiyan digerin, em ne li dostan digerin. Tu li efendiyan bigerî, tu wê tim xulam bî. Bela me ev e û mûsîbeta me ev e.

Ji bo birayên me yên Kurd du şîretên min hene ku di wan de rêya felatê dibînim. A pêşin, di warê civakî de, kêmaniya me ew e ku em keçên xwe difroşin, bi qelen didin. Ev yeka hanê me bi şonde dihêle. A dudiya, di warê siyasî de, em nikarin ji hev hez bikin û şerê hev dikin. Çi gava em bikari bin bibin yek, neyar nikare serê me deyne.

Divê peyayina me hêja hebin ku bikari bin rê li ber me rast bikin.

Apo: Na, berî wê. Gava ez hati bû, xwestin min bi dest xwe ve bînin. Min guh neda wan. Gotin:

– Em dizanin tu lawê serokê ‘eşîrekê yî. Em ê ji te ra mu’aşê serokê ‘eşîrê bidin. Em ê şeş gundan jî bidin. Berê du gunda, paşê, du gunda; paşê, du gundan ku tu ava bikî. Bes, bê ageha me tu tiştî meke. Hun nizanin, siyasetê fam nakin.

            Min got:

– Ez hatime ji xwe ra bixebitim, ne ji kesekî ra.

Gava em camêr bûna, em ê ji miletê xwe ra baş bixebitîna. Em ne ew peya bûn û qediya û çû.

Bawer kirine ewê Sovêt ji wan ra dewletekê çê bike, îca, hatine ku di wê dewletê de kêf bikin, yanê, bibin tiştek! Ê me yê berê jî bawer kiri bûn ku Ewrupî ewê Kurdistanekê ji wan ra çêkin, hati bûn ku bibin serokatiya wê dewletê!

“Em û em!”. Ji berjewendiyên xelkê ra em dibên: “Em”.

Ê me yê kirine, pere xwarine û kêf kirine, Kurd îro pesna wan jî didine, çima Kurd di vî warî de ne gîhane, gelekî reben in.

bila milet hebe.

Heya niha me nikari bû ji miletê xwe ra bikira, ji ber ku em û miletê xwe gelekî ji hev dûr in.

Li ser hesabê xelkê em hatin, li ser hesabê xelkê em derin.

Berî gî divê em ji miletê xwe ra bin, paşê, ji xelkê ra bin. Niha, tu bavê xwe birçî bikî û herî xulamiya xelkê bikî, ev ne camêrî ye! Me welê kiriye. Me tim bavê xwe hîştiye û em çûne ji xelkê ra me xulamî kiriye.

Niha, binêre, îraq û îran li hev dixin, li ortê Kurmanc dimrine. Topên wan tên ser Kurmancan, ên wan tên ser Kurmancan. A, holê bûye. Yanê, gava em dibên em ji xwe ra bin, ne mîna em xirabiya xelkê bikin. Ez ne hevalê xirabiyê me. Lê, ne me xulamê xelkê bin jî, lo!

“Xelkê li me kiriye bazara ga. Îca, ga tînin, pê cotê xwe dikin, rezê xwe dajon, bêndera xwe pê dikutin, dikin û dikin… Berê, bar jî li ga dikirin. Her tiştî pê dikin. Tenê ji xebata wî kayê didinê. Çima kayê didinê? Ji ber ku nikare kayê bixwe, kayê didinê. Bikari bûya bixwara, ka jî ne didanê”.

Lê, ne em xulamê xelkê bin jî, lo!

Tirs meriya dixwe.

Peyayên dijminan bûn û li serê miletê xwe dikirin.

Çima îro Kurd şerê hev dikin?

Ne mîna min bifikirin, mîna xwe bifikirin. Gava hun mîna min bifikirin, hunê şaş bibin”.

Nizanim ev çi bextreşiye ku

Zanayên me pê ketiye pirrtirî nezanên me.

Li Rohilat û li Roava dijmin bi me şa bû,

Rêya ku li her derê bi koranî da bûn ser,

Bi rêberiya hin nezan û piştmêriya hin ker,

Bê raman û hişyarî,

Em deverû dan erdê, gîhandin vî warî.

Xebat keti bû nav destên çepel û şêt.

Xortên xebatkar, jêhatî û dilawer,

Ji xebatê, ji berpirsiyariyê dihatin dûr xistin,

Li êrdima şoreş gelek têkoşer,

Ji bo gotina “çima” dihatin kuştin.

Diborîn di gunehên xiniz û nokeran,

Dongiya şoreş û gel bi zarê mirovekî ve hati bû girê dan,

Ji lewra şoreşa serdest hat firotin,

Qelenê wê gihaşte destê şahê îranê.

Hê tucaran ev bêbavî ne bûye,

Kesî boblatek holê ne diye,

Ku welatek bê şer û ceng,

Bê qirên û deng, ji dijmin ra bête berdan!

Xelkê wî wek pezê bê şivan tê da bê serjê kirin,

Bête kuştin, jê bête gerdan!…

“Bimrin, biqeşin herin nik şeytan,

Divê hun bizanin ku Barzanî  xwe kuşt,

Xwîna cengawerên Kurd bi dolaran şuşt,

Rûmeta xwe û Kurdan siparte neyar,

Ji bo we keran her bindestî hîşt”.

Jîna me ne di destê me de bû ku mayîna me jî di destê me de be. Bi destê xelkê bû. Merivê ku jîna wî di destê xelkê de be, çi dikare bike?

Ên bi ‘eqil hebûn, lê bi namûs tune bûn.

Em nikarin li hev hez bikin çima em li ser hesabê xelkê ne. Ez li ser hesabê yekî me, tu jî li ser hesabê yekî din î. îca, ne tu dikarî li min hez bikî, ne ez dikarim li te hez bikim. Tu nanê yekî dixwî, tu wê li ser hesabê wî bipeyivî; ez nanê yekî dixwim, ez ê li ser hesabê wî bipeyivim. Berê me nagihê hev, destê me nagihê hev.

Na, gava em dibêm ew ji nezaniya me hatiye, em hinekî qedra xwe digrin. Bi Xwedê, ji pîsiya me tê.

Li wana bûye bazara nêçîrvan û nêçîrê. Îca, mêrka bi kêfa xwe nêçîra me dikin.

«ŞERÎF PAŞA TEMSÎLA ME NAKE, EM NAXWAZIN JI BIRAYÊN XWE YÊN TIRK BIQETIN!»

Ev telegraf min bi çavê xwe xwendiye. Xwediyê min bi xwe jî nivîsadine. Ew jî axa bûn. Xwedê wan ne hêle! Gewada gişka nivîsandiye. Min bi çavê xwe xwendiye û ha hên li ber çavê min e! Îca, gava Şerîf Paşa ev bihîst, çû li Îtaliya rûnişt, nema çû nav Kurdan. Ev sûcê kê ye? Hun dibêjin ev sûcê nezaniya me ye, ne? NA, BI XWEDÊ, SÛCÊ PÎSIYA ME YE!

Dîsa sûcê me bû. Îro jî, bala xwe bidê, li îraq ê li hev dixin, li îranê li hev dixin, li Tirk iyê li hev dixin, li vira paşgotiniya hev dikin.

Ê me jî, na dine me ku ne bi zorê be. Heqê me xelkê bi zorê biriye, em derin bi bergerê dixwazin, bistînin!

Xelk mera bi zorê nikare bike xulamê xwe. Em derin ber derê xelkê.

Em dixwazin nanê wan bixwin û defa xwe lêxin! Ê, welê nabe!

Ên ku di şerefa xwe dibuhurin, mal gelekî li ser wan biha ye, ji şerefa wan bihatir e.

Em ne bûne piştmêrê welatê xwe. Piştmêrî tiştek e û simsarî tiştek e. her yek ji me dibîne Kurdistanê ji xwe ra bifroşe.

“Em şerê kolîdar dikin”, derin xulamiya xelkê dikin! Di bin navê şerê kolîdar de, xulamiya xelkê dikin. Ez naxwazim. Kolîdar pîs e, bila em xwe nêzîkê nekin. Nayên ber derê me, em derin ber derên wan.

Kolîdar ne çûye ber derê kesî, ew derin ber derê kolîdar.

Çi gava me sûcên xwe nas kirin, me ‘eybên xwe nas kirin, me ‘eybên xwe berdan, em ê bibine însan.

“Beg pîs e, axe pîs e, mela pîs e”, û em mîna wan dikin. Kurro, navê axê ne yî pîs bû, navê melê ne yî pîs bû, navê şêx ne yî pîs bû.

Bila em nebin Kela Xwîniyan, bila em bibin hevalên camêran, hevalên însanên pak.

Ên me yên îro, xortên me yên ku dibên “Em xwenda ne, ronakbîr in”, evana rabûne ketine şona axê, karê axê dikin.

Ên dixwazin bixebitin, divê herin ciyê xebatê.

Kê ew veşartiye, gunehkar e. Yek rabe ji bo miletê xwe tiştekî binivîsîne û em veşêrin?

Nanê xelkê mexwe, bila xelk bizani be mera çawa nanê xelkê na xwe. Ê ku nanê xelkê nexwe, serê wî tim î bilind e; ê ku xwe ji zulmê ra danîne, serê wî tim bilind e;

Xwe danînim bo sitem û zorê

Divê serbilind ez biçim gorê

Gava bi rûmet çûme goristan

Hêja ye bibim lawê Kurdistan

Peyayên ku xurt bûn, serê xwe ji wana ra danetanîn, dikuştin. Ên ku xulamiya wan dikirinî tanîn, dikirin beg, axe, paşa. Ew dibûn pêşiya milet. Îca, milet nizane, berê wî ketiye rêya xirab. Nema rêya xwe dizane.

Miletî baş e, lê bê xwedî ye, bê serî ye.

Lawê cewêlek (prolêtar) rabû xwe wek axê kir, ez çi bibêjim?

Dijminê miletê xwe bûn, bûbûn hevsar, keti bûn serê miletê xwe.

Çi gavî Kurd ji xwe ra bin, tu kes bi wan nikare.

Xelkê zaniye çi bi serê wan kiriye. Tim peyayên xirab xistine pêşiya wan.

Ê xwenda ye, xira bûye, çûne sinçiyên xelkê girtine. Ê wan î gundî, bi Xwedê, meriyê hêja tê de hene, li ser serê min.

Gava em dibên yekîtî, em dibên bila milet bibe yek, ne here bi axê ra bibe yek.

Ji xelkê ra bixebitin, nan heye, nan pirr e. Pirrên xelkê derin ji bo nan dixebitin. Ê ji xwe ra bixebite, pirr caran birçî dimîne. Divê wê qebûl bike. Divê nanê xelkê nexwe.

Ne bi min difikirin, bi mal difikirin!

“Kî ji Kurdan ra ne xebitiye ne Kurd e, kî ji Kurdan ra xebitiye Kurd e”.

Qadî Mihemed peyayê me ye, ji bo me miriye; Şêx Se’îd peyayê me ye, ji bo me miriye… Niha, xelk gî bûn Musulman, ji xwe ra bûn Musulman. Em Kurd ji xelkê ra bûne Musulman. Komonîstên me ji xelkê ra bûne Komonîst, dixwazin Kurdan têxin xizmetê Komonîstiyê.

Ew ji bo te çê bûye, ne tu ji bo wî çê bûyî. Dîn jî ji bo însana hatiye, ne însan ji bo dîn hatiye.

Ê ku dibên em “Komonîst ” in, dixwazin bibin peyayên Rûsan. Ên ku dixwazin bibên em “Demokrat” in, dixwazin bibin peyayên Emerîka.

Hukmetê tim hin ji me girtine, kirine axa li ser serê me, çima tê de didîtin dikare xulamiyê ji wan ra bike. Kê bavê min kir axa? Dîsa hukmetê kir axa, dikarî bû xulamiyê bike. Bavê min bikirana paşa, wê nîvê Kurdistanê xira bikira!

Em li tirêna xelkê siwar dibin, ciyê ku here em ê herin wir.

Em ji ser rêya vî derdikevine rêya ê din, ji rêya ê din derdikevine a din. Ha, bûne kerê ‘Elo, ha bûne kerê Xelo…

Gava me got: “Em Kurdin û em dikin Kurdîtiya xwe biparêzin”, divê em cezayê wê bidin. Bê vêrgî nabe.

Apo, serokê we her yek dixwaze bi awakî nan bixwe. Bila jehrê bixwin.

Kesên camêr û mêrxas di nav me Kurdan pirr bûn

Herçî bêbav û xiniz çiqas bixwazî pirr bûn

Rohilat jî û Roava jî ne hevalê we ne. Li min binêre. Bi Xwedê, ne Rohilat we qebûl dike, ne Roava. Divê hun bi xwe ramanekê ji xwe ra bigrin, xwe xurt bikin. Wê çaxê, her du jî destê xwe dirêjî we dikin. We destê kê girt, kêfa we ye. Berî ku xelk destê xwe dirêjî we bike, hun dibin peyayê xelkê, lo!!!

Gava em ji xwe ra bin, her du serî jî wê destê xwe dirêjî me bikin. Divê ramaneke me ya taybet hebe.

Dost tune ne, herwekî Kurd ne dostê xwe ne. Ji bo Kurdan dost tune.

We qenciya xwe nas nekiriye heya ku dost û dijminê xwe nas bikî.

Bi Xwedê, ez ferqekê di nava wan û Emerîka de nabînim ji bo Kurdan. Her du serî jî ne dost in.

Gava ramaneka Kurdî tune ye, me’na xwe Kurd tune ne. Însan bi serê xwe ve girêdayiye. SERÊ ME VALA YE, SERÊ ME LI PÊ XELKÊ YE, SERÊ ME BÛYE BERÎKA XELKÊ. Kî ÇI DIXÊ, EM BI HÊL PÊ DIGRIN.

Welatê meriya ceneta meriya ye.

Tu baş bî, neyarê te wê bibe dostê te, tu nebaş bî, dostê te wê bibe neyarê te. Ev e. Divê em holê zani bin. Ê we, gava hun difikirin, ji bilî Rohilat û Roava tiştek nayê bîra we. Bi Xwedê, herduyan bi du qurşan nakirrim.

Her gava cema’eta ku xwe qels dibîne teqlîdî xurtan dike.

Derin bi navê welatparêziyê nan dixwin. Ê ku bixebite divê li ser destê milet bixebite, ne li ser pişta milet! Li ser destê milet deh kaxet in, li ser pişta milet milyon in.

Kî bixwaze miletê xwe li ser destê van xelas ke, dixwaze miletê xwe bifroşe, nan bixwe bes.

Ê li ser pişta miletê xwe bixebite xayîn e. Derin nanê dijmin dixwin û dixwazin defa Kurdan lêxin!

Ên ku bûbûn hevalê hukmetê, hukmetê pê girtin ew jî kuştin. Tê bîra min ev bûyera pirr xweş. We navê Cemîlê Çeto bihîstiye. Îca, ev bûbûn peyayên Tirkan, şerê şêx Se’îd dikirin. Ew û jina wî û zarokên wî tev de girtin û kuştin. Haco, hevalê hukmetê bû, şerê şêx Se’îd dikir. Xwestin wî bigrin, ew revî hat vira. Ên ku bûbûn hevalê wan berî ê din kuştin, wekî Emînê Perîxan û ên din… îca, yek ‘Emerê Temer hebû, hevalê şêx Se’îd bû. Gava hukmê dardakirinê danê, anîn ku here destnimêj bike. Gava çû, Cemîlê Çeto çû pêşiyê ku here maçke. ‘Emerê Temer destê xwe da pêşiyê, got:

– De here, lo, de here! Ê min, min şerê hukmetê kir, zarokên min li mal in. Ê te, tu bûyî hevalê hukmetê, îro jin-zarokên te tev di hebsê de ne… O-o-o-f… Gelek tişt hene…

Çavkanî:

Amed û Zîn

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

Hevpeyvînên salên (1984-1988)

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply