Romana Semerqand – 24 (Amîn Me’lof)

Emer Xeyam, ji mirina dostê xwe re girî. Wek çawa ji yên din re giriyî. Bi eynî giraniyê, eynî sebrê û eynî janê. “Me ji heman meyê tam kir, lê ew çend badînan ji berî min sermest bûn.”

Lê ne hewceyî viran e, pirtir ser pirtûka xwe ya çûyî qehirî. Gerçî ji nû ve dikariya binivîsê, heta xal û bêhnokên wê jî li bîrê bûn. Lê Xeyam, dersek ji revandina pirtûka xwe girtibû. Ji vê pê ve, êdî yê hewl neda ku ti carî pêşerojê di destê xwe de bigirê. Ne pêşeroja xwe û ne jî ya helbestên xwe…

Piştî demekî, Xeyam ji Mervê derket. Qet niyeta wî ya çûyîna Alamûtê tinebû. Berê xwe da bajarê ji dayîkbûyî. Digot: “Êdî wextê devjêberdana serserîtiyê hatiye. Nîşabûr cihê destpêka jiyana min bû, ma ne lazime ku bibe cihê emrê min yê mayî jî?”  Êdî yê li wê derê bijiya. Di nav mirovên xwe, xwîşka xwe, zavayeke birêz, xwahirziyên xwe de. Li rex xwahirziya xwe ya hezkirina pehîza emrê xwe hemû dayiyê û di nav pirtûkande. Êdî dinivîsand û pirtûkên Hostayên xwe dixwendin.

Rojekî, weke her demî di jûra xwe de pirtûka Îbnî Sîna ya navê wê Tedavî dixwend. Janeke zirav nava wî peritand. Kirdana zêr ya di destê xwe de kir nav rûpelê pirtûkê û pirtûk dada. Gazî xizmên xwe kir û ji wan re wesiyeta xwe vegot. Gotinên wî yên dawîbûn ev: “Xwdayê min, çiqas ji milê min hat, min xwest ku ez Te fêhm bikim. Tiştên min derheqê Te de dizanîna, heke bîbîn riya gihandina li ba Te ve ya tekane, min bibexşîne.”

Êdî hew çavên xwe vekirin. 4’ê Berfanbara 1131’ê bû. Emer Xeyam heştih û çar salî bû. 1048’de şeveqê re ji dayîk bûbû. Di wî wextî de, mêjûya ji dayîkbûnê ewqas bi mîsogerî, tiştek nedîtî bû. Lê Xeyam di vê babetê de bi hesteweriya ezmanzanekî tevgerabû. ji dayika xwe zanyarî standibû û fêmkiribû ku di bircê cêwikan de ji dayîk bûye. Hewl dabû ku saeta hatî dinê cihê Rojê, Merkûrê û Jîpûterê tesbît bikê. Dîrokzan, ji bo li Belxê ragihînê ji dayîkbûyîna xwe bi vî awayî tesbît kiribû.

Nivîskar Arûzî yê ku hemdemê wî bû, halê vedibêje:

“Ji berî mirina wî bîst salan, li Belxê ez liqayî Emer Xeyam bûm. Li mala giregireke li kolana Bezirganên Koleyan rûdinişt, mêhvan bû. Ji ber ku min nav û dengê wî dizaniya, ji bona ez gotineke wî qeyd bikim, min ew weke nêçîrvanekî şopand. Bi vî awayî, min ev gotina wî seh kir: ‘Yê gora min, li dereke, her bihar dema bayê bakor kulîlkan vedikin be.’ Hingê ev gotin ji min re tiroviro hatin, lê min dizanî ku zelamek weke wî, beredayî jî xebernadê. Çar sal piştî mirina Xeyam, ez di Nîşabûrê re borîm. Pêwîste ku ji hostayeke zanyariyê re rêz bêgirtin. Ji ber wê min serek da gora wî. Rêberekî ez birim ser gora wî. Gora wî li ber dîwarê bexçeyekî bû. Çiqilên darê xox û hirmiyan, dirêjî ser gora wî bûbûn. Ji sêrî heta binî, kulîlkên xwe weşandibûn ser gorê. Heçko mehfûrek ji kulîlkan li ser gora wî hatibe rayêxistin.

 

Dilopa di deryayê de dixeniqê,

Piçika tozê ya di nav axê de dihelê,

Ma di nava vê cîhanê re borîna me, çi tişt e?

Kêzika gûgerênik, Xuyakir û winda bû.

 

Emer Xeyam neheqe: Ne wek çawa dibêjê demkî ye, hê ji nûve diafire. Qet nebe, çarînên wî ji nûve dijîn. Jixwe helbestvan, newêriya ji bo xwe nemirinê bixwaze, lê ma ne ji bo wan çarînan xwestibû?

Kesên xwedîyê berbijêriya çûyîna jûra Hesen Sebah, dikariyana pirtûka di qefesên li ber quncikan de hatî veşartin bidîtan. Nedizaniyan ew çi pirtûke û nediwêriyan ji melayê mezin pirs jî bikin. Yê bigotan, helbet sedemê wî hene ku ew pirtûk neyêxistiye pirtûkxaneya mezin de. Ew pirtûkxaneya  tê de pirtûkên di wan de rastiyên bi peyvan nayên gotin heyîn.

Hesen dema heştêh salî mirî, Peyrewê wî, newêrî herê mezela melê rûnê. Jixwe qefesa razdar qet venekir. Piştî ew qas sal ser mirina avakarê wan re borî jî, gelê Alamûtê, ji wan dîwarên di nav de dijiyan jî dibizdiyan.  Ji tirsa ditina xeyaletê wî, newêriyan li wê taxa êdî ti kes lê nedijiya jî bigerin. Jiyana kesên di tarîqatê de, li gorî şîretên Hesen didomiya. Kesên ji civatê, her dem çîlekêşbûn. Qet sist nebûbûn û dijwartir jî dixuyan. Ji bo herkes bizanibe piştî mirina serek tiştek neguherî ye, mêrkujî zehftir jî kiribûn.

Gelo ji dil û can ev dikirin? Çiqas roja diçû hinek din milmil zêde dibûn. Lê ne nav kesên “kevin” ê ku wextê Hesen de hatîn Alamûtê. Wan dizanîna ku li hemberê sistbûyînek piçûk de jî cezayek giran heye û ew xof hêca jî li ser xwe navêtibûn. Lê çi qas roja diçû, hejmara wan kêm dibû. Êdî di kelehê de kur û neviyên wan jî dijiyan. Her çiqas, hêca di mehtikê de mejiyê wan dihate şûştin û tembîha jêderneketina gotinên Hesen li wan dihate kirin jî lê êdî dijber derdiketin. Êdî jiyan dixwestin. Heta hinekan pirsa, li vê dera wek mizgefta leşkerî û her tişt qedexe, em çire ciwaniya xwe diborînin? dikirin. Ew qas cezayê giran dîtibûn ku nediwêriyan fikrên xwe eşkere bibêjin. Belê eşkere, heyne di malan de civînên xef dest pê kiribûn. Ciwan ji aliyên jinan ve dihatin teşvîq kirin. Ji aliyê wan jinên kurek, birayek an mêrek ê xwe di vê riya bê veger de winda kirîn.

Soxînê, zelamek derket holê ku ev fikr û hestên xef û hatîn tepisandin dianîn zimên. Ji wî pêştir ti kesî newêriya û ew kes neviyê peyrewê Hesen bû. Piştî mirina bavê xwe, yê bibûya serekê tarîqatê yê çaremîn.

Avantaja wî ya kesên ji berî wî, piştî mirina avaker hatibû dinê û dehşeta wî kirî nedîtibû. Bi mereq li jûra Hesen digera û ne wek wan ên din be jî, tesîreke mezin digirt. Dema hevdeh salî, rojekê çûbû mezela qedexe, tê de tewlek dabû xwe, nîzingê birka bi sêhrî bûbû û destê xwe xistibû nav ava wê ya wek cemedê de. Li ber quncika destnivîs têde sekinîbû. Xwestibû ku pirtûkê vekê lê, paşê dev jê berdabû, şûnve şûnve çûbû û ji mezelê derketibû. Vê serdana ewul de ev qas bes bû.

Dema welîahd, di kolanên Alamûtê de digera, gelê Alamûtê zehf nîzing nebûna jî li dorê kom dibûyan. Bi xwendina hinek duayan… Navê welîahd jî wek yê Sebah, Hesen bû. Kesên ew didîtin, ji hev re digotin: “Va ye Rizgarker, va ye Muncî, kesê ji zû ve gel li hêviyê!” Hestên yên kevin dizaniyan û ji yek tiştî ditirsan: ji gotinên welîaht yên bêsemt  ku bibin sedemê nehêlin bê ser desthilatiyê. Bi rastî jî her gav bavê wî digot: “hay ji zimanê xwe hebe” û heta carna jî, bi bêdîniyê tewanbar dikir. Tê gotin ku bavê wî, ji alîgirên wî du sed û pêncî kes dabûn kuştin û du sed û pêncî jî cendekê hevalên wan dabû pişta wan û bi vî awayî dabûn cezakirin. Ji Alamûtê jî qewirandibûn. Lê ji heskirina bavîtiyê piçek nesîbê xwe standibû ku, ya Hesen kirî nekir.

Dema bav, di sala 1162’yan de mir, kurê wî yê serhildêr bêzehmet û bêceht, li cihê wî rûnişt. Ji roja Alamût ketî destê Hesen û heta wê rojê, cara yekem bû ku, di kolênên Alamûtê yên nîv tarî de cejnek rastîn dihate jiyandin.

Lê “Rizgarkerê” li bende bûn gelo ew bû? Kesê ev êş û jan rakirina, gelo ew bû? Lê wî, ti tişt nedigot. Di kolênên Alamûtê de hizirdar digerî an jî li cem pirtûkxanevanê Kirmanî yê dilovan, bi saetan dima pirtûkxaneyê de.

Rojekî, bi gavên lez û şideh berê xwe da daîreya Sebah, yek carî derî vekir û ket hundur. Li ber kuleka di dîwêr de sekinî, heta jê hat şebeka qefesê kişand. Şebeke ji cihê xwe derket, şijûrik û toz belav bûn. Pirtûka Xeyam hilda, pê destê xwe toza wê weşand û kir bin çengê xwe de û bir.

Tê gotin ku paşê, di mezela xwe de dixwînê û gelî caran dixwînê. Piştî heft rojan, ferman kir ku tevahiya gelê Alamûtê bicive. Jin, mêr, zarok hemû li qada bajêr civandin.

Roja 8’ê Gelawêja 1164’ê bû. Tava Alamûtê, dabû serê wan lê niyeta ti kesî tinebû ku xwe ji tavê biparêzê. Li alê rojava, kursîyek hatibû danîn û hawîrdor bi alên mezin hatibû xemilandin. Alek sor, yek kesk, yek zer, yek jî spî bû. Berê awiran ket wî milî.

Ji nişka ve Ew hat. Cilên wî spî, wek berfê bûn. Jina wî ya ciwan û hûrik, li pey bû û rûyê wê vekirî bû. awirên xwe dabûn erdê û ji fihêtiyê lamên wê sor bûbûn. Vê dîmenê, gumanên gel, yên mayîn jî rakirin. Herkesî, ji hev re dipispisand: “Rizgarker ev e.”

Bi giranî derket ser kursî, mûminên xwe silav kirin û axaftina heta wê rojê nehatî sehkirin ya herî ecêp kir:

—Ez bangî herkesê li cîhanê dikim: Mirov, ecinî û melayîketan! Melayê we yê hemdem, we teqdîs dike. Gunehên we yên borîn û yên bên efû dikê. Rakirina şerîetê îlan dikê. Ji lew re wextê Vejînê ye. Ji bo hûn biheştê heq bikin, xwedê hûn bi şerîetê xistin nava tengiyê de. We heq kir. Ji îro pê ve biheşt, ya we ye. Êdî şerîet nîne. Tevahiya qedexeyan hatiye hilanîn! Tiştên kirina wan mecbûrî, hemû qedexe bûne! Rojê pênç caran kirina nimêjê, qedexe ye. Madem ku êdî em di biheştê de ne û têkiliyên me bi xwedê re bê navberin, ne hewceye ku em her gav serî lê bidin. Ew kesên rojê pênç caran kirina nimêjê bidomînin, ew baweriyê li vejînê nayînin. Êdî kirina duayan û ya nimêjê bêîmanî ye!

Şeraba ku Qur’an dibêje: “Vexwurka biheştê ye.” Vexwarina wê, serbest bûbû û venexwarin gunehbû.

Dîrokzaneke Ecem yê wê serdemê de jiyayî, nivîsandî ye: “Her kesî dest bi lêxistina sazê kiribû û heta li ser derincekên mîmberê jî, dest bi vexwarina şerabê kiribûn.” Ev, bertek bû ji bo rêveberîya awarte ya Hesen Sabah, li ser navê şerîetê dayî kirin. Paşê, peyrewên Rizgarkerî, ev coşa wî ya bi mesîhî nerm kiribûn lê Alamût, êdî ti carî wek berê lê nehat. Jiyan rehet bûbû û ew mêrkujiyên bajêrên İslamê dixistin nav xof û bizdandinê de, qediyabûn. Tarîqata Îsmaîliyan, ew a zehf radîkal, ji xweşbîniyê re bûbû mînak.

Piştî Rizgarker, mizgînî da ehlê Alamûtê û derdora wê, ji Îsmaîliyên Asyayê û yên Misrê re qazid şandin. Bi destnîşana xwe, ji wan re belge şandin. Qazidên wî, dixwestin ku her kes rizgarbûyînê pîroz bikê. Roja rizgariyê, li gorî sê salnameyan dihat hesapkirin: Salnameya pêxember ya Hicrî, ya Îskenderê Makedonî û ya zanyarê herdu aleman; Emerê Nîşabûrî.

Rizgarker li Alamûtê, xwestibû ku ji “Destnivîsa Semerqendê” re weke pirtûkek pîroz, rêz bêgirtin. Hunermendan, pirtûk bi wêneyan û minyatoran xemilandibûn. Qalikê wê yê ji zêr, weke gewherkaran nexişandibûn. Ji kopyakirinê re destûra ti kesî tinebû. Pirtûk, di pirtûkxaneyê de li ser rahleyekî, her tim vekirîbû û kesên mereq dikirin, dihatin lê dinêrîn.

Heta wê rojê, çend çarînên Xeyam yên ciwaniya xwe de bêsemt nivîsandîn, dihatin zanîn. Piştî wê rojê yên din jî hatin naskirin. Tekrar tekrar hatin xwendin, hatin jiberkirin û ji wan hinekan de, guhertinên giring jî çêbûn. Wê demê de tiştên xerîp jî qewimîn: Çiqas gotinek dibo bela serê helbestvanan, ew gotin dixistin stûyê Xeyam de. Bi vî awayî, bi sedan helbestên sexte, li Rûbaîyata Xeyamî zêde kirin. Welê çêbû ku heta li pirtûkê nehata nêrîn, ne pêkanbû ku bê zanîn ka kijan rast e û kîjan sexte ye.

Gelo pirtûkxanevanên Alamûtê, çîroka pirtûka destnivîs bi fermana Rizgarker, ji dera Wartan nîvişkal hiştî domandibûn? Em ji vê pirtûkê têdigihijin ku piştî mirina Xeyamî, pirtûkê, zehf bandor li Haşhaşiyan kiriye û bûye sebebê gelek guhertinan. Bi vî awayî bûyeran, bi sed salan domand û hat nivîsandin. Paşê ji nişka ve hat birîn. Dagirkeriya Moxolan dest pê kiribû.

Nijda ewul ya di bin fermandariya Cengiz Xan de bê guman li rojhilat ya herî kambax bû. Bajarên navdar yên wek Pekîn, Buxara, Semerqend hatibûn hilweşandin û gelên wan hatibûn kuştin. Mirovên wan, weke heywanan hatibûn serjêkirin û jinên wan ji efseran re hatibûn pêşkêş kirin, esnaf kiribûn kole û yên mayîn jî qir kiribûn. Bi tenê hindikahiya li dora qaziyê mezin jê felitîbû. Piştî demekî qazî jî dilsoziya xwe ji Cengîz Xan re îlan kiribû.

Di gel vê felaketê jî, Semerqend weke bajareke berbijarbû. Ji lew re piştî demekê, yê ji nava vî kavilî paytexta Tîmûrleng, bilind bibûya. Lê belê zehf bajar hebûn ku êdî ser xwe ve nehtin. Bi teybetî her sê navendên mezin yên vê herêma cîhanê ku bûyîn navenda çandê. Her sê navendên Xoresanê: Merv, Belx û Nîşabûr, di vî halî de bûn. Divê Rey jî li ser wan bê hesap kirin. Ev bajarê rojhilat ku weke navenda tibê dihate hesibandin, yê navê wî jî bihate jibîrkirin. Diviya bi sed salan mo bima hêviyê ku heta şûna wî Tehran bihate avakirin.

Ya Alamût xerakirî, nijda dudoyanbû. Xwînrêjiya wê kêmtir lê nijdek mezintirbû. Dema mirov bizanibê ku yekîneyên Moxulan, Bexdad, Şam, Krakov a Polonyayê û Tzeçûan a Çînê bi navbera çend heyvekî de ka çawa hilweşandine, tirsa kesên wê serdemê de jiyayîn bi hêsanî tê fêhmkirin.

Keleha Haşhaşiyan ya sed û şêst salan li hemberê hemî dagirkeran de li ber xwe dayî, teslîm bû. Hulagû Xanê neviyê Cengîz Xan bi xwe hat li vê kelehê nêrî. Li vê berhema ji dehayê leşkerî. Heke bê bawerkirin, li gorî efsaneyê erzeqê ji wextê Hesen Sabah mayî dît.

Hulagû, piştî bi efserên xwe re li derdorê gera; ji leşkerên xwe re fermana hilweşandina kelehê kir. Fermana kuç li ser kuçî nemînê da û pirtûkxane jî ji vê fermanê ne cuda bû. Lêbelê hêca agir bernedayînê, destûra têketina Cuweynî da. Cuweynî: dîrokzaneke temenê wî dora sêh salan bû û bi emrê Hulagû Dîroka Fatîhê Cîhanê dinivîsand. Ev berhem, îro jî derheqê êrîşên Moxulan de çavkaniya baştirîn e. Ev zelam, ket hundurê vê dera bi deh hezaran pirtûk û destnivîs heyîn. Li ber dêrî subayeke Moxul û leşkereke bi destikê erebokekî girtî li hêviyê bûn. Qasî ragirtina vê erebokê, yê pirtûk hildan û yên mayîn yê bihatan şewitandin. Xwendina pirtûkan, heta ya navê wan jî bi mîsogerî qedexe bû.

Cuweynî, misilmaneke sunî yê bi bawer bû. Ewul qur’an dan hev û bi wan hemabêje erebok tejî bûbû. Gelo niha çi bibijarta? Çû li ber dîwarekî sekinî. Pirtûkên li wê derê, ji yên refên din de tekûztir dixuyan. Hinek berhemên Hesen Sebah yên çîlekêşiya wî ya dilxwaz ya sêh salan de nivîsandîn hebûn. Ji nav wan bi tenê yek hilda. Ev, nivîsên derheqê jiyana Hesen de bi xwe bûn ku yê bi êxistan nav pirtûka xwe de jî. Ji bilî wê, dîrokeka Alamûtê dît ku baş hatibû belgekirin û nûbû. Wê jî çîroka Rizgarker vedigot. Ev bi lezgînî hilda, ji ber ku ev serdema dîrokê, ji bilî Îsmaîliyan ti kesî nizanî ya.

Gelo haya Cuweynî ji destnivîsa Semerqendê hebû? Herhalde tinebû. Heke haya wî ji heyîna wê hebûya yê lê bigera? Nayê zanîn. Gorî tê gotin, demekî di nava berhema sîmayagerî û falavêjiyê de xwe winda kiribû û saet ji bîr kiribû. Ji bû wext bîra wî bîne, efserê Moxulan yê di nava zirxan de û mîxfer li sêrî hat cem. Xetîreyek di destê wî de bû. Ji bo lezgîniyê bide nîşandan, xetîre nîzingê taxeyek kaxizên bi toz kir. Dirokzan li ser nesekinî, hema çi ket ber lepê wî, girtin destê xwe û kirin bin çengên xwe de û hilanîn. Dema pirtûka bi navê Raza bê dawî ya Stêran û Hejmaran ket erdê, xwe ne tewand û ji erdê hilneda.

Pirtûkxaneya Haşhaşiyan, heft roj û heft şevan şewitî. Çendîn berhem şewitîn, yek nusxeya wan jî neman. Hat gotin ku di wan de razên gerdûnê yên herî baş dihatin parastin hebûn.

Demeke gelek dirêj, welê dihate bawerkirin ku destnivîsa Semerqendê li Alamûtê bûye xwelî.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply