ZÎWER ÎLHAN
Weşanên Zanîngeh
PÊŞGOTIN
Di vî karî de me xwest ku li ser Mewlûdên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) lêkolînê bikin. Li dawiya lêgerînê de me pênç mewlûdên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) peyde kirin. Kevneşopiya mewlûdan, ji berê ve di Edebiyata Kurdî de ciheke giring girtiye. Mewlûdên Kurmancî dihatin naskirin; lê yên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) pir nedihatin naskirin. Gelo ev mewlûdên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) li gor kevnewşopiya mewlûdên Kurdî hatine nivîsandin an na? Ji aliyê şêweyê ve bi tevayî, beş, sernivîs, pîvek û şemaya qafiye ya wan ve me lêkolîn kir.
1) MEWLÎDÊ NEBÎ Û EHMEDÊ XASÎ
Ehmedê Xasî, li gûndê Hezanê ya Lîceyê di 1867an de hatiye dinyayê. Li bal bavê xwe Mela Hesen dest bi perwerdehiyê kiriye û li Amedê îcazet sitendiye. Serdemekê li Lîceyê bûye miftî. Di serdema istîbadatê ya Sultan Abdûlhamît de mişaxtî Rodosê bûye. Di 1951ê de çûye rehmetê.
Xasî, “Mewlîdê Nebî” di 1892an de bi Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) nivîsiye.[1] Di 1899an de li Amedê li matbaeya litografya weke 400 hejmari hatiye çap kirin.[2] Ev berhem, ji aliyê Malmisanij, Mihanî Lisokic û W.K. Merdimîn ve ji hev cûda hatiye latinîzekirin. Mewlîdê Nebî, ji 15 beşan û ji 375 xaneyan pêk tê. Sernivîsên van beşan bi Kirmanckî ne:
a) Beş û sernivîsên Mewlîdê Nebî
1- Beşa yekem bi “Bismillahîrrehmanirrehîm” dest pê dike:
“Ez bi bismillahî îbtîda kena
Raziqê ‘aman û xasan pîya kena.”
Di vê beşê de pesnê xwedê û pêxember dide. Daxwazî, dia û rewşa xwe tîne zimên.
2- “Eno Mebhesê Tertîbê Mewlûdê Fedley Wendişî” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Lazim o tertîbê mewlûdi temam
Ma sero vacin bizanê xas û ‘am.”
3- “Eno Mebhesê Çinêbiyayişê Eşyan û Sirrê Homayo” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Ewwilî xellaqê kullê masîva
Tim teni bi baş bizanê binewa.”
4- “Eno Mebhesê Pêxemberê Ma û Xelqî Eşyano” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“’Ewilî dare yeqînê Rebbê ma,
Kerde xelq û pa bi çar şaxî hema.”
5- “Eno Mebhesê Emre Homayo Qey Qeleme” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
B’edi co va: “Ey qelem nuştiş bike!”
Va: Ez di emrê to de wa, vatiş bike!”
6- “Eno Mebhesê Xelqê Ademî yo û Nûrê Pêxemberî yo Kewtê Paştey yê” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“B’edê kullê nuştişê eşyan ku kerd
Xaliqê Cebbarî fermanêke.”
7- “Eno Mebhesê Estişe Ademî yo Cennet ra û Mardişe Kalikanê Pêxemberê Ma” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
Hezretî Hewwa, nezer da Ademî
Va: “Çi nûr o? ” Va: Yê Fexrê Ademî”
8- “Eno Mebhesê Abdullahî Cuhudê Şamiyan û Waştişe Amîna Ci rê” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Weqto Abdullahî de nûr bi zuhûr.
Kafiran zana ku amew nizdî nûr.”
9- “Eno mebhesî întîqalî Nûrî Pêxember yo û Hewnanî Amîna wo” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Bêdî cu nûrû kû ma kerdu sena
Ame bi mêman, bi qeybî Amîna”
10– “Eno mebhesî Welednayîşî Pêxemberî Ma o sallallahû aleyhî we ala alihî weselam” e û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Şî rebîûl ewwelî ra des şewî
Amîna bi xerqî nûrî yew hewî”
11- “Eno mebhesî Henî ‘ecayîban û amey Wucûd Şewê Mewlûdî” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Weqto ame na dunya tafil hema
Secde berd qê Xaliqî erş û sema”
12- “Eno mebhesî Helîmê Se’idyan û RazîAllahû Taala Enha” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Amîna ava hewnî min de bi beyan
Ko bido yi Şît Helîmê sa’idyan”
13- “Eno mebhesî nuzulî wehy û Mî’racîyo” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Bêdî cu anya dunya fanîya
Hem bi qîmet qasî yew dase nîya”
14- “Haza Dua û Mewlûdî Nebewîyî Sallallahu aleyhî we ala alihî wesehbihî we sellem” e û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Ya îlahî kemterînu qasirî
Mah eme Rebbî ti zanî nazirî”
15– “Werzî Qîllahumme Husnel Xatime Li Cemîl Muslîmînel Fatîhe” ye û ev beş mensûr e. Her beş bi vê xaneyê xelas dibe:
“Wazenê ger ma xelassiya temam.
Vatişe ma esselatu wesselam.”
b) Şemaya qafiyê ya Mewlîdê Nebî
“Mewlîdê Nebî”, mesnewî ye û şemaya qafîya wê: aa, bb, cc, dd, ee, ff… ye.
a________ bizan
a________ defteran.
b_________ şima
b__________ ma.
c_________ sero
c_________ bero.
d__________ surûr
d__________ nûr.
e________ tede,
e________ Ehmede.
c) Pîveka Mewlîdê Nebî
Wezna wê li gorî ku me li xwarê jî tespît kiriye, “Fâilâtûn, fâilâtûn, fâilûn” e:
Ez bi Bismîl lahi îbtî da kena
– . – – / . – – / . . –
Raziqê ‘aman û xasan piya kena: kîteyek zêde ye.
. . . . / – . . – / . . . –
Rebbî, hemd û şukri ancax to ri bê
– . – / – . – – / . . –
Kîbr û medh û fexri pêro to rê bê
– – – / – . . . / . . –
Çende rey bê ma sewabê hemdê ma
– . – . / . . . . / – . –
Labelê nê rê hisaban çendê ma
. . . . / . . . – / – . –
Hemd û şukrê to eda qet nêbenê
– – – . / . . . – / . . –
Ma sera reb bî, ti zanê vîne nê: kîteyek zêde ye.
. . . – / – . . /. . . –
Eno Mebhesê Pêxemberê Ma û Xelqe Eşyano
‘Ewilî da re yeqînê Rebbê ma
. . . / . . . / – . –
Kerde xelq û pa bi çar şa xi hema
– . – / . . – . / . . –
B’edi ço yê padîşahê sermedî
. . . . / . . . . / – . –
Hinki nûrê xu girot qey Ehmedî
– . . / . . – – / – . –
Va:”Bibe Ehmed!” hema şahê wedûd
. . . – / – . . /. . –
Şiklê teyra tawise a me wicûd.[3]
– . – . / . . . . / . . –
Fâ i lâ tûn fâ i lâ tûn fâ i lûn
2) BIYÎŞÊ PEXEMBERÎ û OSMAN EFENDIYO BABIJ
Osman Efendiyo Babij, di 1852an de li Sêweregê hatiye dinyayê. Bavê wî miftiyê Sêweregê bû. Di 1882’an de perwerdehiya xwe xelas kiriye û îcazeta xwe sitendiye. 1884an de dest bi karmendiyê kiriye û bûye endamê dadgeha Sêweregê. Di 1905’an de bûye miftiyê wir û wefata xwe ev kar kiriye.
“BİYÎŞÊ PEXEMBERΔ di 1903an de nivîsiye. Ji bo çapemeniyê şandiye Amedê û Stenbolê; lê mixabin nehatiye çapkirin. Ev berhem li Şamê di 1933’an de, ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye çap kirin. “Biyîşê Pexemberî” ji 9 beşan û ji 196 xaneyan pêk tê. Malmîsanij, ev berhem latinîze kiriye.
a) Beş û sernivîsên Biyîşê Pexemberî
Sernivîsên ve berhemê nînin. Lêbelê li gorî mijarên ku hatine bahskirin û li gorî xaneyên dubare an ji bo selewatan dawetkirina guhdaran, mirov kare beşan tespît bike:
1- Beşa yekem yazdeh xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Bî namey wahêrê no erd û azmîn
Kî ma dest kerd bî no gîrwedo rengîn.”
Di vê beşê de, vî karê nivîsandina mewlûdê dişibîne toximekî, dibêje kî çi karî bikê wê radihêjê, xedar û gunehkaran dawetî tobê û efû xwestinê dike.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Kam kî adîrî ra xelas xo rê wast
Wa bîwanên Ehmedî rê esselat.”
2- Beşa duyem bîstûheft xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Zew hîkayet qal keran to rê bîra
Qedrê Mewlûdî bîzanî tî cî ra.”
Di vê beşê de bahsa sedema nivîsa mewlûdê dike û dibêje temam bûye. Bahsa fêdeya xwendina mewlûdê dike, dibêje yê ku hirmetê jê re bike dê biçe Cinnetê.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“A dînî û na dînî dî dî necat
Kam kî wend pêxemberî rê esselat.”
3- Beşa sêyem nozdeh xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Goşê xo sernên cema’etê, Rebbê ma
Kerdî xezney xo mîyanî eşkera.”
Di vê beşê de bahsa nûra Mûhemmedî dike. Bi dorê bahsa xuliqandina Hz. Adem û Hawwa dike. Bahsa kalikê Pêxember aleyhîselam û bûyina bavê wî dike.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Kam kî adîrî ra xelas xo rê wast
Wa bîwanîn Ehmedî rê esselat.”
4- Beşa çaremîn bistûdu xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Ta kî Abdullah resa bî, wastê kîn
Ardî ey rê cayêndo boll rînd ra keynekên.”
Di vê beşê de, diya Pêxember aleyhîselam Amîne xewnek dîtiye û bahsa wê xewnê dike: Adem, Şît, Îdrîs, Nûh, Hûd, Îbrahîm, Îsmaîl, Mûsa û Îsa aleyhîselam bi dorê tên balê; mizgîniya Muhemmed aleyhîselam û pesnê wî didin.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Kam kî wazeno gunay cî ‘ef bîbo
Wa bîwano Ehmedî rê esselat.”
5- Beşa pêncemîn çilûheft xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Va Emîna çen new mengî bî temam
Ame xayîb ra melekê, da selam.”
Di vê beşê de, berî ku Muhemmed aleyhîselam bê dinyayê mizgîniya ku milyaketan dane, berî ku çê bibe û dema ku hatiye dinyayê karên ku hatine kirin, bi devê Amîne hatiye vegotin. Piştî ku hatiye dinyayê, weke mewlûdên Kurdî yên din dubareya “Merheba” dest pê dike.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Kam kî wendo pê dîma resna selat
A dînî dî adîrî ra dî necat.”
6- Beşa şeşemîn neh xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Çunkî îta bî temam Mewlûdê cey
Mu’ecîzatê ey bîwanîm çend qîsey.”
Di vê beşê de bahsa mucizeyên ku di derheqê Muhemmed aleyhîselam de hatine gotin tên vegotin.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Çunkî îta kerd temam ma mu’ecîzat.
Arêbên pêser buwanên esselat.”
7- Beşa heftemîn sîhûpênç xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Çun temam bî mu’ecîzatê ê Nebî
Qal keran mî’eracê cey to rê senînî.”
Di vê beşê de li ser mucîzeya Mîracê disekine.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Kam kî adîrî ra xelas xo rê wast
Wa Resulî rê buwanên esselat.”
8- Beşa heştemîn hîjdeh xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Çaxo Cebraîlî dîr kerdên kelam
Ame Refref Ehmedî rê da selam.”
Ev beş berdewama mucîzeya Mîracê ye. Ji ber daweta li ser Resûlê Ekrem me ev der ji beşa berî wê veqetand. Wir bi devê Pêxember aleyhîselam tê vegotin: Ji bo umeta xwe efûyê dixwaze. Dibêje Mîraca we jî nimêja pênc dahna ne.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Kam kî wendo pê dîma resna seleat
Adîrê Cahnîmî ra o bî necat.”
9- Beşa nehemîn huvdeh xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Ya îlahî hurmetê Pêxemberî
Ey cenabî Mustefa tacê serrî!”
Di vê beşê de helbestvan, diayên xwe dike.
Ev beş bi vê xaneyê dawî dibe:
“Kam kî wend û pêdîma resna selat
Adîrê Ca’hnîmî ra o bî necat.”
b) Şemaya qafiyê ya Biyîşê Pexemberî
“Biyîşê Pexemberî”, mesnewî ye û şemaya qafîya wê: aa, bb, cc, dd, ee, ff… ye.
a________ beguman
a_______ Quran.
b_______ Amîna
b_______ ma
c______ Xelîl
c______ delîl
d________ min
d________ min
c) Pîveka Biyîşê Pexemberî
Wezna “Biyîşê Pexemberî” li gorî ku me li xwarê jî tespît kiriye, “Fâilâtûn, fâilâtûn, fâilûn” e.
Di hin xaneyan de kîteyên zêde hene.
Ame Nuh men ga çeharî beguman
. . – – / . . . – / . . –
Va kî:”Pîzey to yo wahi rê Quran.
. z – – / . . . ./ . . –
Menga pancî ame Hud, va: Amîna
– . – -/ . . – ./ . – –
Pîzey to yo habîbê Rebbê ma: medd
– – . . / . – . – /. . –
Menga şeşî ame Ebra hîm Xelîl
– . . -/. . – ./ – . –
Va kî: ‘Lajê to bibo ma rê delîl.
. z . ./ . . . ./ . . –
Menga hewtî ame Îsma îl bi min
– . – -/ . . – ./ – . –
Va kî:“Pîzey to yo Muhammed, lajê min.”: kîteyek zêde ye.
. z – -/ . . . – / – . . –
Menga heştî ame Musa va: “Bizan
– . – – / . . . ./ . . –
Lajê to pê xemberê a xir zeman
. . . ./ – . . ./ – . –
Menga new di ame Îsa ba edeb
– . – ./ . . – ./ . . –
Va kî: lajê to bibo mîrûl-Ereb
. z . ./ . . . -/ – . –
Kam kî wazenno gunay ‘efû bi wa
– – . -/ . . – ./ . . –
Wa biwano Ehmedî rê essela[4]
. . . ./ – . – ./ – . –
Fâ i lâ tûn fâ i lâ tûn fâ i lûn
3) MEWLÎDÊ ZAZAKÎ Û MELA MEHEMEDÊ MURADAN
Mela Mehemedê Muradan, di 1952an de hatiye dinyayê, ji gundê Muradan ya Hênî ye. Pêşî li gundê xwe li bal bavê xwe dixwîne, duvra li Mûşê perwerdehiya xwe xelas dike. Di 1976an de dest bi melatiyê kiriye. Ji bo mişextiyê wî dişînin Kixi’yê. Îstîfa dike û diçe Qoserê û li wir sê salan li medreseya Şêx Selehadîn de dersê dide. Diçe Çorûmê û dûvra vedigere gundê Parsiyon ya Palûyê. Li wir medresekê çê dike.
Mela Mehemedê Muradan, “Mewlîdê Zazakî” di 2000’an de temam kiri ye.[5] Helbestvan ev berhem bi Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) nivîsandiye. Ev berhem ji 7 beşan û 204 xaneyan pêk tê.
a) Beş û sernivîsên Mewlîdê Zazakî
Her beşek bi Kirmanckî sernivîsek wê heye. Destpêka wê bêsernivîs e:
Ev mewlûd, bi vê xaneyê dest pê dike:
“Allah, nûmê xaliqî mawo ’elîm
Hem ’ezîm û hem kerîm û hem rehîm.”
Ev beş bêsernivîs e. Di vê beşê de Mela Mehemedê Muradan, pesnê Allah û Muhammed aleyhîselam dike. Daxwaza wî eve ku mewlûd herdem bê xwendin û li ser Muhemmed aleyhîselam selawat bên kirin.
2- Sernivîsa pêşî: “ENÛ MEBHES XELQÊ NÛRÎ PEYXEMBER (’eleyhî selatû wesselam)” e û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Bizûnê ewwelî mexlûqî îlah,
Nûrî Peyxamberî ma w’ bêîştîbah”
3- Sernivîsa vê beşê: “ENÛ MEBHES’ NEQLÎ NÛRÎ HETÎ ECDAD’ HEBÎBÎ YO” e û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Kerd rîwayet Ka’bu’l-Ehbar yarî yî
Yo rîwayetko sehîh û vatê yî.
4- Sernivîseke din: “ENÛ BEHSÎ WELADETÎ PEYXAMBERÎ MA (’eleyhî selatû wesselam)” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Gueşdarî bik’ ti weladetî Resûl
Tu rî vajî ez bi şeklêko qebûl.”
5- Sernivîseke din: “ENÎ BEHSÎ MERHEBA W’.” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Pîyori ’alem pê ûmeyîş yi bi şa
Eşq û cezbe ra pîyorin va: Merheba.”
Di vê beşê de xane, ji bilî du xaneyên dawî, bi “Merheba” dest pê dike.
6- Sernivîseke din: ENÛ BEHSÎ MABE’DÎ WELADET’ e û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Amîna vûna bi vatêko şîrîn:
O bi îlac, melhemî derd û birîn.”
7- Sernivîseke din: “ENÛ MEBHES’ WESFÊ HEBÎBÎ, HEM DU’A” ye û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Ay resûl î, ay hebîb î, serwer î
Eşq û hubb’ tu benû qelb ra kederî.”
Di vê beşê de pesnê Muhammed aleyhiselam dide, bahsa rebêrtî ya wî, mucizeyên wî, ehlaqê wî dike. Li gor van xaneyan: Ehlaqê wî Quranbû, rehma wî pir bû, li sehabiyên xwe dipirsî û wê şefeetê bike. Beşa herî dirêj ev e û bi vê xaneya ku xwendevanan an guhdaran dawetî xwendina Fatîhayê û selewatan dike.
“Hem qey ay kî bêumîd î, bêberat
Fatîha biwûnî, ya dir selewat”
Ji xeynî xaneya dawî hemû beş bi vê xaneyê xelas dibin:
“Ger ti bulbul’ aşiqê baxî cemal
Bid’ selatû weselamî, ey heval.
b) Şemaya qafiyê ya Mewlîdê Zazakî
“Mewlîdê Zazakî”, mesnewî ye û şemaya qafîya wê: aa, bb, cc, dd, ee, ff… ye:
a_________ ’elîm,
a_________ rehîm.
b_________ nebî
b_________ummî.
c_______ dewam
c_______temam.
d ________ hebîb
d________ tebîb.
c) Pîveka Mewlîdê Zazakî
Wezna “Mewlîdê Zazakî” li gorî ku me li xwarê jî tespît kiriye, “Fâilâtûn, fâilâtûn, fâilûn” e.
Hukmî yi qaîm o ta Weqtî qiyam.
– z . ./ – . . – / – . –
Pe yi cehdey xwi şinasnen xas û ‘am.
. . – -/ . . – – / – . –
Kûm ko vêr xwi tadû yi ra kafir û.
– . – ./ . . . ./ . . –
Kûm benû wa bibû cey yi adir û
– . ./ . z – ./ . . –
Xaliqî dabi hebîb’ xwi eqlo tam.
. . ./ . . – ./ – . –
Hes nikerdi ena dunya ra dewam.
– . – ./ . . – ./ . . –
Zûnênî warêko veng a, sahir a.
– . ./ . . – . / . . –
Însûnî Xapnena, bîzûn, ey bira! [6]
– z . -/ . . -/ – . –
Fâilâ tûn fâ i lâ tûn fâ i lûn
4- MEWLÎDÎ PEYXEMBERÎ Û MELA HUNIJ
Mela Hunij, li gundê Hunê ya Paluyê di 1930î de hatiye dinyayê. Mela Hunij li bal bavê xwe Mela Husen dest bi perwerdehiyê kiriye. Li Diyarbekir, Sêrt, Şirnex û Cizîrê xwendina xwe xelas kiriye. Vegeriyaye gundê xwe û li wir 25 salan melatî kiriye. 5 berhemên wî hene.
“Mewlîdî Peyxemberî” di 1971’ê de bi Kirmanckî (Dimilkî -Zazakî) nivîsandî ye. Ev berhem ji 4 beş û 242 xaneyan pêk tê.
a) Beş û sernivîsên Mewlîdî Peyxemberî
Eger em “Bismîllahirehmanirehîm” weke sernivîskê qebûl bikin, ev hevok sernivîseke wê ye. Ev mewlûd, bi vê xaneyê dest pê dike:
Bismîllahirehmanirehîm
“Namey Homay vaj hêverî, pey namey Homay ak berî
Xeber mewlîd weş xeber î, biwan mewlîd peyxemberî”
Ev beş ji 65 xaneyan pêk tê. Di vê beşê de li 5 cihan ev xane dubare dike:
“Ti wazenî xeyr û temam, vaj ‘esselatû wesselam’
Ti wazenî cennet meqam, vaj ‘esselatû wesselam’”
Mela Hunij di vê beşê de ji bilî vê xaneya jor, di hemû xaneyan de dibêje“…biwan mewlîd peyxemberî” û dixwaze mewlûd bê xwendin. Di vê beşê de bahsa Adem, Hawa, Îbrahîm, İsmaîl aleyhîselam û bûyina pêxember dike.
Sernivîsa din: “DUAYÊ MEWLİDÊ ŞERÎFΔ ye, 15 xane ne û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Ya Reb we bî heqqîr-Resûl, ya Reb mewlîd ma bik’ qebûl
Ya Reb ti ma nikîr melul, ya Reb du’an ma bik qebûl”
Ev beş ji serî heta dawî dua ne. Dua li gor cemeetê bi cînavka “ma” hatine kirin.
Sernivîsa din, “MÎRACÎ PEYXEMBERΔ ye. Beşa herî dirêj ev e, ji 93 xaneyan pêk tê û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Ti hêvêr namey Homay vaj, ti namey yi r’ ben’î muhtac
Peyxember ard panc wext nimac, peyxember ma vêca Mîrac”
Di vê beşê de Mela Hunij, bahsa hilkişîna Pêxember ya qata Xwedê dike. Erd û ezman dipeyivîn e, bahsa têkiliya Pêxember û Cebraîl aleyhîselam dike. Li dawiya beşê de Pêxember aleyhîselam û Xwedê bi hev re dipeyivî ne û Pêxember ji bo ûmeta xwe efûyê dixwaze. Di vê beşê de hemû xane bi “…peyxember ma vêca Mîrac” dawî dibin.
4- Sernivîsa din, “WEFATÎ NEBΔ ye , beşa dawî ev e, ji 69 xaneyan pêk tê û bi vê xaneyê dest pê dike:
“Namey Homay ben rehber ma, pey Homay aben xebêr ma
Merg ha yenû verî ber’ ma, dinya ra şî peyxembêr ma”
Di vê beşê de bahsa wefata Pêxember aleyhîselam dike. Di vê beşê de hemû xane bi “…dinya ra şî peyxembêr ma” dawî dibin.
B) Şemaya qafiyê ya Mewlîdî Peyxemberî
Şemaya qafîya “Mewlîdî Peyxemberî” ne weke mewlûdên din in, di şiklê qesîdeyan de ye. Di her beşê de şemaya qafiyan ji hev cûda ye: aa, ba, ca, da, ea, fa… ye.
Beşa yekem: redîfa wê “biwan mewlîd peyxemberî” ye. Şemaya qafiyan: aa, ba, ca, da…
a_______berî
a_______peyxemberî
b______veşnaw
a______peyxemberî
c________vêr û
a________peyxemberî
d_______ebsî yo
a_______peyxemberî
Beşa duyem: redîfa wê “ya Reb du’an ma bik qebul” e. Şemaya qafiyan: ff, gf, jf, kf…
f_______qebûl
f_______ qebûl
g______nêkî
f______ qebûl
j________Xelîl
f________ qebûl
Beşa sêyem: redîfa wê “peyxember ma vêca Mîrac” e. Şemaya qafiyan: mm, nm, pm, rm…
m_______muhtac
m_______ Mîrac
n______xeberî
m______ Mîrac
p________mi ra
m________ Mîrac
Beşa çaremîn: redîfa wê “dinya ra şî peyxembêr ma” ye. Şemaya qafiyan: ss, ts, vs, ys…
s_______ma
s_______ma
t______derg û
s______ ma
v________însanî
s________ ma
c) Pîveka Mewlîdî Peyxemberî
Wezna “Mewlîdî Peyxemberî” li gorî ku me li xwarê dahûrîn kiriye, “Mefaîlün, müstefilûn, Mefaîlün, müstefilûn” e. Lê li gorî vê zîhaf tê de zahf in û dibe ku helbestvan ew ne bi weznê arûzê nivîsandibe. Bi îhtîmaleke mezin, helbestvan ev berhem bi kîteya 16’î nivîsandiye.
Namey Homay vaj hêverî, pey namey Homay ak berî
. – . – / – . . – /z . – . / – – . –
Xeber mewlîd weş xeber î, biwan mewlîd peyxemberî
. – – – / – . . -/ . – – -/ – – . –
Peyxembêr zaf aşiq renaw’, yi qelbî aşiqan veşnaw’
z – – -/ . – . – / . – – ./ . – z –
Mewlîd peyxemberî beşnaw, biwan mewlîd peyxemberî
z – – – / . – z -/ . – – -/ – – . –
Medîna sukey peyxembêr, Îslamî heyna bîy sey vêr
. – . ./ – – z – / z . – – / . – z –
Xelîfetî resay ‘Umêr, dînya ra şî peyxembêr ma
. – . -/ . – . -/ z . . -/ – – z –
Medîna sukey Qur’anî, hezek’ peyxember bi ganî
. – . . / – . . -/ . – – – / – – . –
Xelîfetî kewt ‘Usmanî, dînya ra şî peyxembêr ma
. – . -/ – – . -/ z . . -/ – – z –
Medîna yew suka guler, tede defin bi peyxember
. – . – / . . . -/ . . . -/ – – z –
Xelîfe bi ‘Elî Heyder, dînya ra şî peyxembêr ma
. . . / . – z – / – . . -/ – – z –
‘Elî Heyder Hazret ‘Elî, Ya Reb, qey vil ‘ef bik’ telî!
.- – – / – – . -/ . – – -/ – – . –
Zazakî vûn Mehmed ‘Elî, dinya ra şî peyxembêr ma [7]: zîhaf
. . – -/ – – . -/ – . . -/ – – z –
Mefaîlün müstefilûn Mefaîlün müstefilûn
5) MEWLÎDÊ NEBÎ Û MELA KAMÎLÊ PUEXÎ
MELA Kamîlê Puexî, di 1938an de li Çewligê hatiye dinyayê. Li gundê Duedûnê dest bi perwerdehiya xwe kiriye. Li Xezik, Diyarbekir û Mêrdînê xelas kiriye. Piştî ku îcazeta xwe sitend li Gundê Miyûnê dest bi melatiyê kiriye. Ji ber redkirina referandumê, hatiye mişextî kirin.[8]
Mela Kamilê Puexî, “Mewlîdê Nebî” di 1999an de bi Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) nivîsiye. Ev mewlûd ji 104 xaneyan pêk tê. Li gorî 11 kîteyî hatiye nivîsandin. W. K. MERDIMÎN ev berhem latînîze kiriye û di kovara Vate ya jimareya 19an de çap kiriye.
a) Beş û sernivîsên Mewlîdê Nebî
Sernivîsên beşên vê mewlûdê nînin. Eger em vê xaneya jêr ku di mewlûdê de dubare dike, pîver bihesibînin, em karin beşan tespît bikin:
“’Eşq û can ra vajin şima selewat
Muhemmed ser al û eshabun yi piya”
1- Beşa yekem bi
Bismillahirrehmanirrehîm
“Pey Allay Mewlîd Nebî xwi r’ wuneno
Allah wahar canun û camidun o”
Dest pê dike û bahsa emrê Allah “kun” dike, berî ku Pêxember aleyhîselam bê dinyayê rewşa dinyayê û sewirandina derdorê dike:
“Her teref tarî, cehalet hakim bi
Zulm û heqaret qetl û qital zaf bi”
Pesnê Hz Muhemmed dike û dibêje ew nûra Allah e.
“Ey Muhemmed, ey ti enwaru’l-huda!”
Ew, hêvîya cin û mirovan e:
“Ti umidî cin û hem insanun î
Hem şafî’ û muşfiqe wir diyun î”
Wî, ji nava dinyayê ji Mekke’yê ronî daye:
“Şu’le da tu wertey dinya, Mekke de
Ruaşn tu tarî wera da derun de”
2-Beşa duyem bi
“Îrado ezelî weqta g’ umi hal
Waşt Allay Adem virazu zaf delal”
Dest pê dike û dibêje Allah xwestiye ku Adem aleyhîselam zaf xweşik bixuliqîne. Gotiye Adem aleyhîselam qet ne cin e, ji dar û keviran re gotiye ew, nebî ye.
“Ume geyra, behs’ Adem qet cine yo
Dar, kerri piyor vun ‘Muhemmed nebî yo’”
Hîn kes nehatibû xuliqandin, nûra Muhemmedî çêbûye. Dûvra Adem aleyhîselam û Hawa hatiye xuliqandin. Dawiya vê beşê de di derheqê Pêxember aleyhîselam de dibêje, ew nûra dawî ya pêxemberan e.
3- Beşa sêyem bi
“Şeytun hesudey xwi berd, şi cey yino
Va: Itya zaf rind û merg cine bini.”
Dest pê dike û bahsa Şeytan dike ku ji Adem Hawa qeheriye, ew bi dara genim xapandine, piştî ku jê xwarine, tazî mane û fedî kirine. Tobe kirine û gotine ji bo xatirê Muhmmed aleyhîselam me efû bike, Cebrail jî gotiye hûn hatin efûkirin.
4- Beşa pêncan bi:
“Weqto g’ nûri Muhemmed Adem ra vejya
Ume paşte fiit Pexmeri d’ şu’le da”
Dest pê dike û pesnê Muhammed aleyhîselam dide: Ew roniya erd û ezmanan e, hêviya gunehkaran e. Navê sulala wî û eşîra wî dide. Dibêje berî ku pêxember aleyhîselam bê dinyayê kahînan pê zanîbû, gotine va tê. Dema ku hatiye dinyayê qesrên Îranê xerab bûne.
Beşa şeşan bi:
“Milad-tarix punc sey hewtay serri bi
Duyes rebi’ul-ewwel hem umebi”
Dest pê dike û bahsa şeva ku Muhammed aleyhîselam hatiye dinyayê dike: bê diya wî, apê wî çi kar dikirin, milyaket çi kirine.
Beşa heftan bi:
“Qey hîdayet ins û cin yi g’ şeref da
Pey veng berz piyorin va: Tu r’ merheba!
Dest pê dike û hatina pêxember aleyhîselam bi hûnera tekrîrê, bi dubareya “merheba” û bi pesnê wî, ev beş xelas kiriye.
8- Beşa heştan, beşa dawî ye û bi:
“Umidware rehm û ihsani tu yî
Hem talibi ‘ef û xufrani tu yî”
Dest pê dike. Di vê beşê de navê berhema xwe: “Kumo g’ hazir Mewlîdê Nebî biyo”
dide, pesnê Allah dide û efûyê jê dixwaze. Ev beş bi tevayî dûa ye.
b) Şemaya qafiyê ya Mewlîdê Nebî
“Mewlîdê Nebî”, mesnewî ye û şemaya qafiya wê: aa, bb, cc, dd, ee, ff… ye:
a_________ wuneno
a_________ camidun o
b_________ vinu
b_________ meydu
c_______ dewam
c_______temam.
d ________ ten u
d________ nevinenu
c) Pîveka Mewlîdê Nebî
Dema me kîte li gor vekirî û girtîbûnê xêz kir, me dît ku ev berhem ne li gorî weznê arûze hatiye nivîsandin. Me kîjan qalibê weznê anîba balê zaf zîhaf derdiketin holê. Loma em karin bêjin ev helbest li gorî pîveka kîteya 11’î hatiye nivîsandin. Li hin deveran kîte jî zêde ne:
ENCAM
Di vê lêkolînê de me pênç mewlûdên Kirmanckî (Zazakî-Dimilkî) tespît kirin. Ji aliyê beş û sernivîsên wan, ji aliyê şemaya qafiyê ya wan û ji aliyê pîveka wan hatin lêkolîn.
Ji xeynî BİYÎŞÊ PEXEMBERÎ ya Osman Efendiyo Babij û “MEWLİDÎ NEBΔ ya Mela Kamilê Puexê hemû mewlûd bi sernivîs in. Binavkirina beşan, li gorî kevneşopiya mesnewiyan e.
Ji xeynî BİYÎŞÊ PEXEMBERÎ ya Osman Efendiyo Babij bi tevayî li dawîya van beşan xaneyek dubare dike. Ev xaneya dubare, xwendevan û guhdaran dawetî salawatan dike.
Ji aliyê şemaya qafiyeyan me dît ku ji xeynî MEVLİDÎ PEYXEMBERÎ ya Mela Hunij, şemaya qafiye ya hemû mewlûdan: aa, bb, cc, dd, ee, ff… ye. Ya Mewlûda Mela Hunij di şiklê qesîdeyê de ye: aa, ba, ca, da, ea….ye.
Ji aliyê pîveka helbestan ve ji van pênç mewlûdan sisê bi wezna arûzê hatine nivîsandin. “MEWLİDÎ NEBΔ ya Mela Kamilê Puexê û MEVLİDÎ PEYXEMBERÎ ya Mela Hunij, bi pîveka kîteyan hatine nivîsandin.
ÇAVKANÎ
Hunî, Mela Mehemad Elî; Mewlîd, Weşanxaneye Vateyî, Îstanbul, 2004
Lezgîn, Roşan; Botîn Dîçe Nivîs Dimîne, weşanen Perî, Stenbol, 2009
Lezgîn, Roşan; Panelê Mela Ehmede Xasî, Vate, j.32., Zimistan, İstanbul, 2009
Muradan, Mela Mehemede; ‘Ez lna ze yew Mûsîbetek Vinena’; Roportajkerdoxs: W.K Merdimin-N. Celalî, Vate, j.21., Payîz, Îstanbul, 2003
Puexî, Mela Kamilê; Mewlîdê Nebî, Transkriberdox, W. K. MERDIMÎN, Vate, j.19., zimistan-wisar, 2003
Puexî, Mela Kamîlê; ‘Werrekîna lnî Melay Mumtazî Biûmênî yew ca’; Roportajkerdox:W.K Merdimîn, Vate, j.18., Hamnan-Payîz, Stockholm, 2002
Uzun, Mehmet; Mela Mehmed Elî Hunî Û Edebîyato Kirdkî (Zazakî), Vate, j.18., Hamnan-Payiz, Stockholm, 2002
Uzun, Mehmed; Antolojiya Edebiyata Kurdî, Tüm zamanlar yay.
[1] Lezgîn, Roşan; botîn Dîçe Nivîs Dimîne, weşanen Perî, Stenbol 2009, r.261
[2] Uzun, Mehmed; Antolojiya Edebiyate Kurdî, Tüm zamanlar yay. r.157
[3] Uzun, Mehmed; Antolojiya Edebiyate Kurdî, Tüm zamanlar yay. r.107-108
[4] h.b. r 123-124
[5] Mela Mehemede Muradan; ‘Ez lna ze yew Mûsîbetek Vinena’ ; Roportajkerdoxs: W.K Merdimin-N. Celalî, Kovara Vateyî Estanbul 2003, r.4-17
[6] Mela Mehemede Muradan; ‘Ez lna ze yew Mûsîbetek Vinena’ ; Roportajkerdoxs: W.K Merdimin-N. Celalî, Kovara Vateyî Estanbul 2003, r.27-28
[7] Mela Mehemad Elî Hunî (Hunij); Mewlid, Weşanxaneyê Vateyî, Anman, Stenbol 2004, r.3
[8] Mela Kamîle Puexr; ‘Werrekîna lnî Melay Mumtazî Biûmênî yew ca’; Roportajkerdox: W.K Merdimîn, Kovara Vateyî, Stockholm 2002, nr.18, r.82-94