Hinek rêz û rêzikên edebê

1. Ji du caran zêdetir bi telefonê li kesekî negerin.

Ger ew bersiva banga we nedin, bifikirin ku lênihêrîna têlefonê girîngtir tiştekî din heye.

2. Beriya ku kesê din bi bîr bîne ku wan deyn dane we, pereyên ku we deyn kirine vegerînin.

Ev rastbûn û karaktera we nîşan dide. Ji bilî pereyan ji bo tiştên din jî wisa ye.

3. Dema ku kesek ji we firavîn/êvarê îkrama we dike, tu carî xwarinên biha yên ne li ser menuyê nexwazin.

Ger gengaz be, ji wan bipirsin ku ji we re xwarina bijartina xwe jî ferman bikin.

4. Ji kesî va pirsan nekin “Ax, ma tu hîn nezewicîyî?”, “Ma zarokên te nînin”, “Çima te xanî nekirî?” an “çima tu erebeyekê nakirî?”

Pirsên xerîb mîna va pirsên we ne…

5. Her tim derî ji bo kesê li pişt we tên vekin.

Kur be yan keç be, pîr be yan ciwan be ferq nake. Di nav gel de xweşbûn ji kesekî re, we piçûktir nake.

6. Heger hevalekî ji bo te perê xwarin û xerckirinê we da, carek din jî hûn bidin.

7. Ji ramanên cihêreng re rêzbigrin. Bînin bîra xwe, tiştê ku kesek 6 dibîne ji bo yî/yê din 9 xuya dikin, Ji bilî vê ramana duyemîn her tim alternatîfek baş e.

8. Tu carî axaftina mirovan qut nekin. Bila biaxivin. Tiştê ku ew dibêjin bibihîzin û wan hemîyan fîlître bikin.

9. Di dema axaftinê de nekevin nav mijarên nehewce. Hewl bidin ku bila mijara sereke bi zelalî rave bikin.

10. Heger tu henekê xwe bi yekî bikî û ew jê hez neke, raweste û careke din vê yekê neke.

Mirovan teşwîq bikin ku bêtir bikin û nîşan bidin ku hûn çiqas spasdar in.

11. Dema ku kesek alîkariya we dike bêje “spas”.

12. Di nav gel de pesnê hevalên xwe bidin. Dema ku hûn tenê ne rexne bikin.

13. Qet sedem nîne ku meriv li ser giraniya/kîloyên kesekî şîroveyan bike. Tenê bêje “tu xweş xuya dikî”. Ger ew dixwazin li ser dayîna kîloyan biaxivin, ew ê jixwe wayê bikin.

14. Dema ku kesek di têlefona xwe de wêneyek nîşanî we dide, çep û rast nexuşînin. Tu carî hûn nizanin ku di hêlê din kijan wêne hene û tenê wêneyê ku nîşane we dide binêhêrin.

15. Ger hevalek ji we re bêje ku randevûya bijîşk heye, nepirsin ew ji bo çi ye, tenê bêje, “Ez hêvî dikim ku hûn baş in/an jî baş bin.”

Wan nexe nav rewşeke nerehet ku ji we re behsa nexweşiya xwe ya kesane bikin. Ger ew dixwazin ku hûn zanibin, ew ê ji we re bibêjin.

16. Ji paqijkerê cihê ku hûn dişuxilin re heman hurmetê wekî midûr/birêveber nîşan bidin. Ku hûn xerab tevbigerin jî kes bibandor nabe, lê ger hûn bi rêzdarî bi wan re tevbigerin dê mirov ferq bikin.

17. Ger kesek rasterast bi we re diaxive, meriv li têlefona xwe binêre ew tevgera bêrûmetîye.

18. Heta ku ji we neyê xwestin qet şîretan nekin.

19. Dema ku ne hewce be, temen û meaşên kesekî nepirsin.

20. Li ser karê xwe bisekinin heya ku tiştek ku rasterast we eleqedar nake jê re mijul nebin.

21. Heger tu li kuçeyê bi kesekî re diaxivî, berçavkên xwe yên rojê derxin. Ev nîşana rêzgirtinê ye. Têkiliya çav bi qasî axaftinê girîng e.

22. Di nav xizan/hêjaran de qet qala dewlemendiya xwe neke.

Bi heman awayî, li ber kesên ku zarokên wan tune ne, behsa zarokên xwe nekin.

23. Piştî xwendina peyameke baş, hewl bidin ku bibêjin “Spas ji bo peyamê”.

24. Dema ku hûn bi têlefonên xwe yên destan dipeyivin, hay ji xwe hebin ku kesên din neçar in ku guh bidin we.

Jêder: Rûpela M.Emîn Kuş hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply