Çîrok: ”Tu çi bikî ew tê serê te”

Merivên baş hene û yên xirab. Rojekê zilamek bi jinekê dizewice. Gava jin kete malê. Çavên xwe li dê û bavê zilam sor kir û nexwest her du li bal wan bimînin.

Her roj bela xwe li zilamê xwe dide. Dixwest di mal de her du tenê bimînin. Dê û bavên rebên halê lawê xwe didîtin û li ber pir diketin.

Bavê wî got: “Lawê min ez merivekî extiyar im û li ser rûyê dinê wextê min zêde nemaye. Lê hîn tu ciwan î. Hizûra xwe xira neke. Nêzî gund kendalek heye tu dikarî me di wir de wer bikî. Tu yê ji halê xwe û em ê ji halê xwe rizgar bibin. Lê vêya jibîr neke. Zarokên te jî wê heman tiştî bînin serê we.”

Kurê wî bi gotina bavê xwe kir û ew birin ber kendal da wan ji wir wer bike. Lê dilê wî nexwest vê xirabiyê bi dê û bavê xwe bike.

Li bajêr mala extiyaran hebû çû dê û bavê xwe teslîmî wir kir. Piştre vegeriya malê.

Bi dilekî şewat vegeriya. Gava hate malê dît jina wî pir kêfxweş e. Xwarinên herî xweş çêkirine û li bendî mêrê xwe sekinî maye.

Li ser vê bûyerê pir wext derbas dibin. Zarokên wan mezin dibin. Tişta ku zilam û pîrekê anî serê extiyaran zarokên wan heman tiştî anîn serê wan û ew birin teslîmî mala extiyaran kirin. Wê demê her duyan fam kir tu çi bikî ew tê bi serê te.

Berhevkar: Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply