Hêviya Jar û Belengazan: Baba Îshaqê Semsatî

Raperîna Baba Îshaq romaneke ji rûpelên dîroka me ye. Qala jiyan, têkoşîn û felsefeya Baba Îshaq dike.

Nivîskarê romanê Mehmet Oncu ye. Hêja Mehmet Oncu hetanî niha 25 berhem -erê bavo bi gotinê hêsan e- diyarî ferhenga kurdî kiriye. Min ew cara ewil di 18ê berfanbara 2023an li pêşangeha pirtûkan ya Amedê, li standa wesanxaneyekê dît, bi min wisa dixuya ku bêhnteng e. Min nêzîkî lê kir, ji nav pirtûkên wî Raperîna Baba Îshaq neqand û da ber da ku bişanenavîne. Ji kûrahiya dil axînek kişand, pirtûk îmze kir û dirêjî min kir…

Û va ye ez jî bi dilxweşî pêşkêşî we dikim…

Wekî romanûs Mehmet Oncu jî di vê romanê -Raperîna Baba Îshaq- de behs dike wargeha Baba Îshaq herêma Semsatê, gundê bi navê Kefersûtê ye.

Romana gelek herikbar a ku bi kedeke mezin, bi gelek çîrok, mesel, bûyêrên derasayî û bi gotinên pêşiyan hatiye xemilandin û her rûpela wê mirovî di meraqê de dihêle da ku di zûtirîn demê de bixwîne û bigihêje agahiyeke nû, bi jiyana Baba Îshaq ve girêdayî, qala dîroka dûr û dirêj ya herêmê dike ku tê de navên pêşîyên kurdan ên wekî Hurî, Kawî, Komagene û gelek komên etnîkî yên li wan deran jiyan e yên wekî Suryanî, Keldanî û Nestûriyan jî derbas dibe.

Dîsa xweşbîniya di navbera ol û mezhebên cûda cûda yên wekî ehlên Riya Heq, misilmanî, mesîhî, êzidî û yên din de bi vegotina Bengî tê ravekirin.

Baba Îshaq di heman demê de di nava Yarsanî, Kakayî û Şebekiyan de bi navê Siltan Sehaq tê naskirin û baweriya wî li gelek herêmên rojhilat û başûrê welat berbelav e.

Dema Baba Îshaq li dora xwe ‘can û cananan’ kom dike û dibe xwedî hêzeke ji hezkirinê pêk hatî, serwerê herêmê di lehzê de dikeve nava tirs û tengasiya siberoja xwe. Serwer Selçûkî ne û her roja diçe nakokiyên di navbera Baba Îshaq û Selçûkîyan de zêde dibe û li herêma Ademan/Semsatê Raperîna gel zîl dide. Dem Serdema Navîn e, dîrok li dora 1240î ye û zordestê Selçûkiyan Xiyasedîn Keyxusrev e û wezîrê wî jî Sadettîn Kelp e. Ji ber ku Baba Îshak hêviya jar û belengazan bû, di nava mêr û jinan de wekhevî dixwest û ‘mulkiyeteke hevpar’ diparast û vê yekê di serî de begên pergala îxtayê/îktayê nerehet dikir. Xwediyên îxtayê di wê demê de xwîna cotkaran dimêt, mîsal ger te deh teneke genim hilberandiba divabû te tenekeyek genim bidaya xwediyê îxtayê, hetanî carinan wisa dibû ku piştî Selçûkiyan di dema Osmaniyan de ev ‘begên zordest’ dihatin di gundan de mîh û bizin dijmartin û bi navê ‘baca axnamê’ jê hinek tov dikirin dibirin ji bo sifreya siltanan.

Berî Selçûkiyan rêveberiya Eyûbiyan hebû û li gor Selçûkiyan gelek dadwer û bi rehm bûn. Dema Selçûkî zilma li ser Pîr Elyasê ku ew jî rêberekî Riya Heq e, zêde dike, Baba Îlyas ji bo ewlehî û aramîya herêmê xerab nebe wî û gelek kesî dişîne cem kurdên Amasyayê. Wê demê bi navê ‘Mîrektiya Hereşnayê’ Kurd li derdora Amasyayê serwer bûn. Bi ser de pirsgirêkên aborî, bac û xeraca Selçûkiyan li ser gel ferz dikir di nava şêniyên gund û bajaran de dibû egera raperînê… Bêhizûriya herî mezin jî ji ber koçberên ji zilma mogolan ji Asyaya Navîn direviyan û dihatin zevî û gundên niştecihan talan dikirin, bû. Vê koçberiyê sazûmana civakî tevlihev dikir, dibû sedema bingehîn ya raperîna Baba Îshaq. Rêzebûyerên di romanê de dînamîzmeke wisa nepen ya bi raz afirandiye ku mirov bi dilxweşî vê romana ‘cure dîrok’ dixwîne.

Di romanê de baweriya gelê herêmê jî li dora têgehên wekî dergah, talib, pîr, murîd û bi cem girêdanê tê ravîkirin. Di dem/cem girêdanê de li hev kombûna bi hezaran bawermendên Riya Heq, bi hev re jenandina tembûran dîmenên seyr di xeyalên meriv de çê dike û pê re jî xwendina gulbangan armoniyek xweşik dide romanê, mîsal;

“Bi eşqa we her dem dîn û xemgîn im,

Bêtebat im, ne l’ erdê, ne l’ esman im

Wek Tahir im, Kerem im ez, Mecnûn im,

Lew rûsar û bikeser û dilxûn im…”

Di romanê de kêmasiyên berbiçav tune ne lê herka bûyeran ji destpêkê hetanî dawiyê tenê ji hêla vebêj Bengî ve tê vegotin, ev rewş jî kesayetên din di tariyê de dihêle. Em derheqê lehengên din de tenê bi vegotinên Bengî bi awayekî saya dibin xwedî hin agahiyan; derûniyên wan, hezkirinên wan, kîn û nefretên wan ên li hemberî kesayetên din an pergala heyî hemû di xumamiyê de maye. Mîsal qet hestên baba Îshaq an jî xanima wî Zêwê naxuye; hezkirinên wan yên li hemberî zarokên wan qet nehatiye ravîkirin, dema kurê wan di raperînê de tê kujtin ev dê û bav çi hîs dike, bi vegotinên wan bihata ravîkirin dê baştir bûya. Ji ber vê şêweyê vegotinê bi baweriya min cûreyê pirtûkê di şûna ‘romanê’ de wekî ‘vegotin’ bihata bi navkirin dê baştir bûya. Navê ‘qijika’ Baba Îshaq ji ber ku ‘mê’ ye ger wekî ‘Rindê’ bihata nivîsîn dê baştir bûya. Dîsa vebêjerê bûyeran Bengî, piştî şkestina raperînê vedigere Meletiyê û di mêvaniya hevalê xwe de bi îştaheke wisa goştê li ser sifreyê dixwe ku tu dibêjî qey têkçûna şoreşê, bi darvekirina Baba Îshaq qet bandorek arîşenî/moralî lê nekiriye, bi ser de jî li çarşiya Meletiyê por û rûyê xwe kur dike û ‘simbêlê xwe badide’ û ji berberxaneyê derdikeve. Bivê nevê mirov wekî xwîner dipirse; ma piştî ewqas trajediyan mirov gelek heval û hogirên xwe di şer de wenda kiribe dikare qala ‘simbêl badana’ xwe bike?

Bi hêviya ku em xwe ji xwendina wê bêpar nehêlin.

Mahmut Ozçelîk

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply