Hejmara Pazdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Pazdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya hejmara nû ya kovarê “Daneriya Wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” ye. Ji ber girîngiya wê di ronesansa giştî ya wêjeyî û çandî de.

Di pêşekiya hejmara de wiha tê gotin: “piştî destpêkirina şoreşê guhertinên mezin pêk hatin, der barê pirsa zimanên zikmakî û belavkirina wan a fermî de giraniyek hate dayîn. Bi derbasbûna demê re jiyana wêjeyî ber bi rêxistinbûnê ve çû, nemaze piştî avakirina desteyên çandî yên rêveberiyên xweser li herêmên Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha avakirin û vekirina çapxane û weşanxaneyên nûjen, komîteya wêjeyê, Yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran, saziyên wêje û lêkolînan, lidarxistina festîval û pêşbirkên wêjeyî, derxistina kovarên wêjeyî û rojnameyên giştî, ev hemû bûn sedema vekirina deriyan li ber nivîskaran û aktîvkirina tevgera nivîskariya wêjeyî li herêmê…”

Di hejmara Pazdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.

Hejmara Pazdemîn a kovara Şermola 196 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Sernivîskariyê ya kovarê (kesayeta wêjeyî) weke dosyaya hejmara bê ya “şazdemîn” pejirand û ragihand da ku nivîskar û lêkolîner bi berhem û nivîsên xwe yên çandî û wêjeyî beşdarî hejmara nû bibin.

 

Naveroka Beşa Kurdî ya Hejmara Pazdemîn:

 

Pêşekî

-Daneriya Wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.. (Desteya Sernivîskarîyê)

 

Dosyaya Hejmarê

-Şoreşa Wêjeyî Nebe, Bedewiya Berhemên Daneriyê jî ne Gengaz e.. (Nêrgiz Ismayîl)

-Rewşa Wêjeya Kurdî ya Şoreşê.. (Arşek Baravî)

-Bîblografiya Pirtûkên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê 2012-2022.. (Dilşad Murad)

 

Lêkolîn

-Melayê Cizîrî û Pênaseya Evînê -2-.. (Diyar Bohtî)

 

Hevpeyvîna Hejmarê

-Li Gel Helbestvan Kemal Necim e (Aram Hesen)

 

Pirtûkên Derketî

-Mîrateya Oblomov…Feraseta ‘Oblomovtî’.. (Armanc  Hêvî)

-Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)

 

Werger

-Jibîrkirin.. (Zekeriya Tamir, wergera ji erebî: Aram Hesen)

-Kataloga Baxçeyekî Ajelan ê Îranê.. (Leyla Fercamî, wergera ji zimanê Farisî: Ebas Mûsa)

 

Huner

-Gula pîroz.. (Alan Ebdela)

 

Helbest

-Hezar Cengên Bêdawî.. (Cemîl Xoce)

-Rêwiyên têkoşînê.. (Bêrîvan Xelîl)

-Xatirê dawî.. (‏‎Bêrîtan Hiso)

-Zimanê Koremaran.. (Ehmed Hesen)

-Koçberî.. (Hesen Xalid)

 

Serbest

-Dîsa li ser Rewşa Romana Kurdî.. (Lokman Polat)

-Êzîdî û Zerdeştî.. (Arif Şingalî)

 

Tabloyên Hunerî

Rojda Xelîl, Ednan Şerbeawî, Tolîn Umer

 

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply