TIRSÊN TIRŞ

Di emelîyatekê de me û destên min xîyanetê li min dikin
Dilerizin
Diricifin
Ditevizin….
Cendeke bêrih e jiyan li ber destê minê ji ber parsa li ber xwedayên durû zingarî bûne

Rêwîyek im
Nizanim diçim ku
Nizanim li ku dera rê me
Serî
Dawî
Nêvî …..
Li hevrêyan digerim da ku karibim rêyan li xwe kurt bikim bi germahîya dostanîyê,

Mejîyek çeliqî di qafê min de tê û diçe min dike hêvîperestê eraqa xwedawendîgar
Vedixwim
Dirijînim
Dinoşim …
Eşqa mirinê ji lêvên min diramûse,  bi şehweteke kesnedîtî xwe bera nav kezeba min dide

Xewneke kufikî rêyeke reştarî xêz dike ji çavên kilkirî  ber bi hinarokên bi lêvan hatine sorkirin
Diherikim
Dinizilim
Difelişim….
Perçe perçe dibim di şevexewnên sewsokî de li nav nivînên rondikên bavekalek stûxwar

Lejyonerek bêderman e ronahîya peyvên arkaîkî ji ser zimanê şivanên arostokrat diherike ber bi guhên hê bekareta wan xera nebûye bi gotinên şaristanîyên bêgel
Birqok
Tirûskîner
Tîretîrêj…
Şewq dide li ezmanê rûyê keçikên xama,  xwe davêjin bextê bêbextîya ferhengên jibîrbûyînê

 

Dilbirîn DILO

Derbar ziman

Check Also

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; …

Leave a Reply