Nîqaşên li ser sivikatî û heqaretên Serokê Giştî yê Partiya Zafer a nijadperest li Tirkiyê, Umît Ozdag, ên bo Rêberê Kurd Şêx Seîd di raya giştî ya Kurd de berdewam dikin.

Ozdag, ew gotinên sivikatî û heqaretê li ser parvekirineke parêzer û nivîskarê Kurd Sidki Zîlan a li ser Twitterê kiribû û piştî wê jî raya giştî ya Kurd û kesayetên Kurd bi tundî nerazîbûn û bertek nîşanî nijadperestîya Ozdag dabûn.

Herwiha Baroyên bajarên Riha, Şirnex û Diyarbekirê yên Bakurê Kurdistanê jî ji ber wan heqaretên Ozdag gilî li dadgehê tomar kirin û Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî jî ragihand ku ew ê jî ji ber sivikatî û heqareta li rêberê Kurd Şêx Seîd dozê li Ozdag vekin.

 


Ew heqaret û sivikatiyên Umît Ozdag ku bi mebesta manîpulasyonê li dijî Şêx Seîd kirin (tevî bikaranîna gotinên ku yên Şêx Seîd in), hişt ku bi taybet di nav Kurdên bawermend de hêrsek peyda bike. Mebesta Ozdag bi vê çi ye?

Sidki Zîlan: “Ez pê aciz bûm ku bûme beşek ji vê mijarê. Min qet tiştekî wiha nedixwest. Lewra tişta ku min behsa wê dikir, mijarên gelekî cuda bûn. Me ne qet behsa Şêx Seîd ne jî ya kesayetekî din kiribû. Wî bi zanebûn heqaret li Şêx Seîd kir. Peyv û heqaretên wî yên giran nîşan dide ku kesekî bêberpirsiyar tevdigere û niyeta wî jî provokasyon e.

Em têkoşîneke siyasî, hiqûqî û polîtîk didin. Em dijî zimanê tundî û heqaretê ne. Em jî rexneyan dikin. Carna em jî rexneyên giran dikin, lê rexne tiştekî din e. Divê mirov xwedê ehlaq be. Ozdag kesekî berê di karê diyaneta Tirkiyê de jî cî girtiye. Heger tu nirxeke wekî Şêx Seîd bikî hedefa xwe, diyar tu bi qest bûyeran tev didî.

Şêx Seîd Efendî hikumraniya Mustafa Kemal nas nekir. Ji ber ku dema ji dewleta Osmanî derbasî Komara Tirkiyê bûn, Kurd înkar kirin. Şêx Seîd jî ti sozek û îmzyeke nedaye ku xiyanetê bike. Dema gelê Kurd serî hilda jî Şêx Seîd Efendî neçar ma lîdertiya wan bike.

Bûyer ji nişka ve pêk hatibûn û bixwe jî dibêje; “Min xwe di nav de dît”. Ji xwe negotiye Tirkan bikujin. Tirk jî ligel wî hebûn. Eşkere ye ku Ozdag faşîstek e û di nav partiyeke faşîst de ye.”

Kasim Firat: “Bi min ev bi mebest hatiye kirin. Dema binêrin, em û wan ji gelek hêlan ve ji hev cuda ne. Wekî ku ev rewş hatiye organîzekirin û hewla hin emelên veşarî tê kirin, xuya dike. Wekî ku xwestiye bi rêya heqareta Şêx Seîd xwe derxe pêş û rewşê şêlû bike.

Rabirduya wî ya nepaqij û nerast tê zanîn û diyar e. Ji partiyan derbasî partiyan bû. Niha jî wekî ku ji bo hêzeke nexuya dixwaze derkeve pêş û em texmîn dikin di nav hesabên cuda de ye.”


“Ti kes nabêje, Kemalîzm û îdeolojiya fermî xirab e”

Tê zanîn ku Ozdag kesekî nijadperst û faşîst e. Gelo çima tevî ku wisa bi hêsanê derbarê nirxên mirovan de dipeyive, aliyên siyasî bertekê nîşan nadin?

Sidki Zîlan: “Xwezî ew tenê bûye, lê ne ew tenê ye. Ger ne erefeya hilbijartinê bûye û pêwendiya wê bi AKPê re nebûya, MHP jî heman tiştan dibêje. Herwiha İyi Partî jî. Dîtin ku di raya giştî de nerazîbûn zêde ne, paşde gav avêtin. Nîvê CHPê jî wisa ye. Yê Erdogan jî gotineke wî ya din nagire. 10 salan siyaseteke baş meşand. Niha dibêje, “Ey Zerdeştî no!” (Bi wateya xirab) Lê belê Zerdeşt bixwe Pêxemberek e.

Yanî aciziya me ev e. Berjewendiya wî çi be li gorî wê tevdigere. We di dema Efrînê de (êrîşa dagirkirina Efrînê) dît. Heta nav malên me polîs şandin. Dema dilê wan dixwaze hemû vê rolê li xwe digirin. Ti kes nabêje, Kemalîzm, îdeolojiya fermî xirab e.”

Kasim Firat:  “Divê her kesê ku bibêje rêzê li mirovatiyê digirin, ez Kurd im û misilmanekî bawermend im, ji vê re bertekê nîşan bide. Şêx Seîd Efendî kesayetekî xwedî nirxeke pîroz e ku di nav civakeke mezin de, rêz lê tê girtin.

Em jî wek warisên wî, bêyî ku ti tawîzeke bidin em ê bi serbilindî lê xwedî derkevin. Vê jî bibêjim ku dema xwedîderketina wî jî ti mebesteke me ya dilê aliyekî bihêlin û xirabkariyê bikin nîne. Muxatabê wî ne em in, ew kesekî gelekî astnizm e.

Niha civakê jî bertek û nerazîbûneke gelekî mezin nîşan da. Telefona min qet nesekinî. Ozdag di rêyeke şaş de ye, divê her kes jê re bibêje, bes e bisekine.”


Heta niha ne ji HDPê ne jî ji aliyê deshilatdariyê ti deng û bertekek nehatiye. Heger di demeke ku hilbijartin nêz dibin de, ‘bertekê nîşanî bêrêziya li bawermend û lîderên Kurdan ên hesas tê kirin nedin’, wê Kurd vê çawa pêşwazî bikin? 

Sidki Zîlan: “Rêxistina HDPê ya Diyarbekirê daxuyanî da. HUDA-PARê jî di asta seroktiyê de daxuyanî da. Bawer bikin Kurd nîqaşeke wiha naxwazin. Wekî şexs ez pê aciz bûm. Ji xwe min sala 2015an derbarê Şêx Seîd de daxuyaniyeke çapemeniyê dabû. Piştre bûbû girseyî êdî.

Ev şebeke jî (Ozdag) ji ber ku girêdana min a manewî ya bi Şêx Seîd re dizanin, biryar dan ji ser me ve, vê nîqaşê bikin.”  

Kasim Firat: “HDP û partiyên din helwesteke fermî nîşan nedan. Dibe ev ku hesabekî wan ê navxweyî be. Lê belê di nav hemû beşên kurdan de bertek hate nîşandan. Ev rewş red kirin. Ji ber ku li vê derê, heqaret li nirxekî Kurdan ê derveyî îdeolojî û partiyan hat kirin, bertek nîşan dan. Ev meseleya rûmetê ye.

Civak jî dizane, divê hemû partiyên bi hizra şovenî tevnagerin piştevaniyê bidin. Çimkî ev ji bo hizur û aramiya Tirkiyê pêwîstiyek e.”


“Ji aliyê hêzên kûr ve têne îdarekirin!”

Gelo Umît Ozdag projeyek e? Heta demek berê jî di qada siyasî de ti bandoreke wî nebû û niha wisa derketiye pêş ku bi nijadperestiyeke tund jî tevdigere, mebesta wî çi ye? 

Sidki Zîlan: “Partiyên faşîst û yên neweperwer ji hev cuda ne. Hemû partî netewerper in. Kurd jî wisa ne. Ev normal e. Neteweperwerî heyînek e. Car caran zihniyetên şexsî û takeparêzî çêbûne, lê ya ku dewleta li ser lingan dihêle neteweperwerî ye. Dema em werin ser mijara projeyê jî her tişt projeyek e. Proje ne xirab e. Ya xirab, xirab bûna projeyê bi xwe ye. Lê projeya wî xeter e.”

Kasim Firat: “Heger ev projeyek be jî ne tenê projeyeke li Tirkiyê hatiye rêxistinkirin e. Ji derve jî piştevaniya wê heye. Wekî wî gelek proje hene. Ev jî projeyek e. Li Tirkiyê proje û projeyên biçûk tim hene. Ji aliyê hêzên kûr ve têne îdarekirin. Ger ne proje be jî wê çi bibe qey, ti bandorekê nikare bike.

Dîsa jî çi dibe bila bibe, em ê di çarçoveya aqil û wijdanê de bi serbilindî heysiyet û rûmeta xwe biparêzin. Helwesta me eşkere ye. Çavê di hiqûqa ti kesekî de nîne, em rêzê digirin. Lê belê em gotinên xwe jî yekser dibêjin. Ji xwe me di dîrokê de bedelê wê daye. Bila şik û gumana ti kesî ji vê nebe.

PeyamaKurd