Hejmara 5an a LEWergerê têr û tije derket

Hejmara pêncem a tekane kovara taybet a wergera helbestan “LEWerger” derket pêşberî hezkirîyên helbestê.

Kovara LEWerger a ji çar mehan carekê derdiçe, kovarek taybet e ku wergera helbestên ji zimanên cuda ji bo Kurdî dike. 

LEWergerê, di vê hejmara xwe ya ku ji 64 rûpelan pêk tê bi wergera helbestên ji gelek zimanên cîhanê yên wek Spanyolî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Ermenkî, Erebî, Portekizî, Bulgarî, Norwêcî, Swêdî û çend zimanên din, deryayek helbestî pêşkêşî. xwenderên Kurdî dike.

Di vê hejmara nû de herwiha bi sernavê ‘Serpêhatîya Helbestkarekî’ nivîseke helbestvanê Îraqî Haşim Şefîq ku bi Erebî hatiye nivîsandin û dabaşa serpêhatiya jiyan û helbestvaniya hozanê Sûrîyeyî Riyad Salih Hisên jî cih digire.

Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên naskirî yên Kurd û yên cîhanê yên wek Xurşîd Îlêwî, Alan Hemo, Seyrana Celad, Nûwar, Samî Hêzil, Vrezh Kosayan, Rizoyê Xerzî, Hakîm Batî, Yeqîn h. û gellek helbestkarên din cih girtine.

Komisyona weşanê ya kovarê, di pêşgotina vê hejmara kovarê de daxwaz ji xwendevanên xwe dike ku li Kurdî û LEWergerê xwedî derkevin.

Komîteya weşana LEWergerê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H.

Edîtorên hejmara 5an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Ciwan Qado, Azad Rêbwar, Seyîdxan Kurij, Abdurahman Çelik û Besam Mistefa.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply