Girîngîya Peymana Hudeybiyê

اِنَّا فَتَحْنَا لَكَ فَتْحًا مُب۪ينًاۙ

1. Resûlê min! Bi rastî me fetheke eşkere ji we re kiriye ku ewe bibe pêş û mizginiya gelek fethên li pey hev. (Sureya Feth-1)

Ev feth peymana Hudeybiyê ya bi muşrikan re di sala şeşan a hicretê de ye. Çend xalên sereke yên peymanê ev bûn:

❀    Dema peymanê deh sal e. Di vê heyamê de wê şerê di navbera her du aliyan de bê rawestandin û ti aliyek çi bi awayekî veşartî û çi jî eşkere li hember hev tu karekî neke.

❀    Dê Misliman îsal nikaribin biçin Kabeyê; ev serdan dê sala bê bê kirin. Kesên ku di sala bê de werin ziyaretê dê sê rojan li Mekkê bimînin û di wê demê de muşrîk ji Mekkê derkevin û bi misilmanan re nekevin têkiliyê.

❀    Eger yek ji Qureyşiyan xwe bispêre Medîneyê, her çiqas misilman be jî, ew ê were vegerandin, lê yên ku ji Medîneyê xwe spartine Mekkê, nayên vegerandin.

❀    Eşîrên din ên Ereb ger bixwazin dikarin bibin alîgirê Mislimanan, an jî ger bixwazin dikarin bibin alîgirê Qureyşiyan.

Dema ku Resûlê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] da zanîn ku Hudeybiye fetheke mezin e, yekî ji sehabiyan wiha got: “Nehiştin ku em Beytullahê  zîyaretkin û li Heremê qurbanê xwe serjêkin. Resûlê Xwedê du kes (Ebû Cendel û Ebû Basir) ku wek misilman hatin cem me û paşva hatin dayîn. Ev fetheke çawa ye?” hat gotin. Dema ku ev gotinan gihîştin Resûlê Xwedê [dirûd û silavên Xuda lê bin], çawa ev peyman fetheke mezin bû wiha vegot:

“-Belê! Ev peyman fetha herî mezin e. Muşrikan razî bûn ku hûn herin warên wan û karê xwe bikin, û xwestin ku hûn di dema ku çûn û hatinê de di nav ewlehî û selametiyê de bin. Ew ê Îslama ku heta niha nedixwestin û jê hez nedikirin ji we bibînin û hîn bibin. Xwedê we bi serfirazî bike û hûn ê ji cihê ku hûn derketine bi saxî û sûdmend vegerin. Ev serketina herî mezin e.” (Helebî, II, 715)

Hz. Ebûbekir (ra) der barê peymana Hudeybiyê de wiha dibêje:

“Di Îslamê de ji fetha Hudeybiyê mezintir fetih tunebû. Lê gel ji ber ku kurtbîn û tengbîn bûn li dijî vê peymanê derket. Mirov di navbera Xwedê û Pêxemberê Wî de di meseleyên xwe de lez û bez e. Xwedê Teala wek wan lezê nake û heta kuew tişta tam amade nebe, wî tiştî nake.” (Vâkıdî, el-Meğazî, II, 610; Helebî, II, 721)

Îmam Zuhrî encamên peymana Hudeybiyê bi van hedîsên Resûlullah di vê mijarê de bi kar tîne:

“Berî niha Misliman û muşrîk her ku diçûn şer û pevçûn dikirin. Piştî ku aştiya Hudeybiyê pêk hat şer bi dawî bû. Atmosfera baweriyê di navbera her du aliyan de ava bû. Derfeta wan hebû ku bi hev re bicivin û hev nasbikin. Heta di gelek mijarên cuda de dest bi alîkariya hev kirin. Di vê demê de ji kê re  behse Îslamê dihat kirin, piştî ku hinekî dihizirî, rastî fahm dikir û di cih de dibû misilman. Ji ber vê yekê hejmara kesên ku di nav du salan de ji Hudeybiyê heta fetha Mekkeyê bûn misilman, ji hejmara kesên ku di encama nozdeh salên vexwendina îslamî ya Hudeybiyê de bûn misilman zêdetir bû.

Îbnî Hîşam van gotinan li ser vê yekê zêde dike:

“Resûlê Xuda (dirûd û silavên Xuda lê bin) bi hezar û çarsed kesî re ber bi Hudeybiyê ve ketin rê. Piştî du salan, di dema fetha Mekkeyê de, bi deh hezarî re donzdeh hezar misilman û li gor rîwayeteke din jî du hezar kes di rê de tevê bûn. Ev hejmar nîşan didin ku tespîtên Zuhrî çiqas rast in.” (Heysemi, Mecma’u’z-zevâid, VI, 170; Ibn Hîşam, es-Sîre, III, 372)

Bi rastî Hudeybiya çi serkeftineke bi heybet bû, bi bûyerên piştî wê derket holê. Ger em bixwazin van dîsa bi kurtî bînin ziman, mirov dikare bêje:

-Bi vê peymanê yekem car hebûna hikûmeteke îslamî li Erebistanê bi fermî hat pejirandin.

-Bi saya vê peymanê hestên kîn û nefretê yên ku li Erebistanê ji ber propagandayên Mekkeyîyan li dijî Îslamê di dilê eşîran de bi cih bûbûn, hinekî sivik bûn.

Hawirdora aşitiyê pevguherîna bazirganî û çandî di navbera civaka misilman û civaka muşrîk de vejandiye. Bi vê minasebetê Mislimanan bi belavkirina Îslamê li deverên herî dûr ên Erebistanê jî dest bi teblîxê kirin. Di demeke kin de hejmara misilmanan ji berê zûtir zêde bû.

Piştî ku şer rawestiya, Resûlê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] firsend dît ku bi xurtkirina dewleta Îslamê li Medîneyê civakeke îslamî ya mînak ava bike.

Dema ku sînorên başûrê welêt bi saya vê peymanê hatin ewlekirin, eşîrên li bakur û navîna Erebistanê ketin bin desthilatdariya dewleta Îslamî.

Omer Çelîk-Tefsîra Sureya Fethê ayeta 1em

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply