Gelo Ûrfa yan jî Riha rast e ?

Li Gorî Belegeyên Zanistî Bajarê Ûrfayê, Dergûşa Şaristaniya Cîhanê Ya Herî Pêşîn e.

Bajarê rengîn, dêrîn û xweşwar bajarê Ûrfayê yan jî bajarê Rihayê ku dikeve bakurê Kurdistanê yek ji kevintirîn bajarê Kurdistanê ye. Bêguman gengeşe li ser van her du navan tên kirin, hinek kes hene ku navê vî bajarî wekî “Riha” bi kar tînin, wekî navekî kurdî û navekî kevin dizanin û bi vî şêweyî jî bi kar tînin, lê hinek kes jî hene ku navê vî bajarî wekî “Ûrfa” bi kar tînîn. Gelo ka em binêrîn kîjan ji van her du navan kurdî ye û kîjan jî ji wan ne kurdî ye?

Li gorî lêkolînên ku min li ser zimanê kurdiya kevin anku sumerî kirine sumeriyan ji bajarên mezin re “Ûr”gotine. Ji bilî bajarê “Ûrşelîmê” ku tê wateya “bajarê selîm” anku bajarê aram û tenah ku niha paytexta Îsraîlî ye, û di nava ereban de jî weke Qudsê tê binavkirin, hemû bajarên din ên ku bi peyva “ûr”ê destpê dikin tev ên kurdan in.

Bo nimûne, bajar û navên mîna Ûrmiye, Ûrbîl (Er-bil-Hewlêr), Ûrabxa-Ûraxa, Ûrafa, Ûrartû, Ûrfa, Ûrkeş, Ûramûn (Ûraman-Ewraman-Hewraman), Ûramar, Ûrzana (şahê bajarê pîroz ê Erdînîyê), Ûratûyan, Ûrban (şaristaniya jiyar), Ûrmezd (bajarê mezd û merdan), Ûrxan (xwediyê şaristaniyê) hwd… tev girêdayê kurdan in.
Em bi van nav mînakan têdigihîjin ka peyva Ûrfayê ji ku hatiye û ji kîjan kurdî ye, lewre ev nav tev bi kurdî ne anku navên bajar û keyên kurdan in.

Lê belê pêwîst e ku em bizanin ka peyva “Rihayê jî ji ku hatiye, vedigere kîjan dem dewranê û ji kîjan zimanî hatiye ketiye nav zimanê kurdî tê de bi cih bûye? Wekî ku tê zanîn, bajarê Ûrfayê yan jî Rihayê wekî her bajarên din ên kurdan jînwarê dîn û baweriya mîtrayî bûye. Wek nimûne, her çar dînên kurdan ên mîna “yarsanî, elewî, zerdeştî û êzdatî” jî di bingeha xwe de ji dînê mîtrayê ne û ku tenê peyrewên wan hinekê ji mîtratiyê cuda bûne, tev jî li bajarê Ûrfayê bûne. Lê piştî hatina dîn û baweriyên biyaniyan ên mîna dînê Hz. Îsa û dînên din ku bi awayekî li vê herêmê berbalav bûne, bawermendên van dîn û baweriyan li herêmê navê gelek tiştan li gorî zimanên xwe guhertine. Bajarê Ûrfayê ku di wê vedorê de bûye navenda geşedana
vî dînê nû, suryaniyên li vê hermê yên ku dînê Îsa pejirandî navê Ûrfayê guherandin wek “Edsa”, paşê jî ev nav weke “Erha” guhertine, lê piştî hatina erebên misilman ev nav weke “El-Riha yan jî El-Reha” tê guhertine. Wekî ku ji vê metnê jî diyar dibe, navê vî bajarî berê jî ji aliyê kurdan
ve wekî Ûrfa hatiye bikaranîn, lê paşê wekî ku tê dîtin, ji aliyên hin gelên din ve hin navên din lê hatine kirin. Nexwe ev mentiqa ku tê gotin navê Ûrfayê ne kurdî ye gelek şaş e û bê bingeh e. Lewre wekî ku me gotî kurdan berê jê re gotine Ûrfa, paşê suryaniyan jê re gotine Edsa û paşê jî
ereban jê re gotine El-riha. Lê navê bi kurdî ku Ûrfa ye navê herî kevn e.

Dîn û Mîtolojî/ Nezîr Ocek

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply