Kronolojîyeke Rewşenbîrî û Têkçûyî

Destpêk

Bûyer bandorên mezin li ser jiyana mirov û netewan dikin. Bi saya nivîsandinê tiştê ku di dîrokê de çêbûne digihê ber deste mirovên dema me. Mirov çiqas xwe û dîroka xwe nas bikê wulqasî zana û rewşenbîr dibe. An ku ji jiyanê haydar dibê, ji bûyeran ders digrê û di jiyana xwe de li gor van serpêhatîyan tevger dike.  Dîrok, mamosteye ji bo mirov û netewan. Pêşeroja mirov û netewa bi dîroka wan ve giredayî ye. Bi ve armance min xwest çend pelên ji dîroka Kurdan derxînim ber ronîye. Ji bo ku em xwe nasbikin û ji bûyêrên nebaş ders bigrin da kû em wan xeletîyan dîsa nekin.

Rêbaza xebata me ne kronolojik e. Behtîr li dor salnameya mîladî roj bi roj e. Di vir de çêdibe ku hin bûyêrên giring me ji bîr kiribin. Ji bo ku li ba Kurdan nivîsandin kêm e dibe ku dîroka hin bûyêran çewtî tê de hebe. Di ve xebatê de şîrove û berfirehîya bûyeran nîne. Tenê bûyer û dema bûyere hatiye nivîsandin. Kesê ku berfirahîya van bûyêr dixwazê dibe lêkolînan li ser van bike. Di vir de armanca me haydar bûna ji dîrokê ye. Ka em bibînîn bê çi anîne serê me an me çi anîye serê xwe.

 

Çile

1 Çile 1936 Nave Dersîm kirin Tunceli

3 Çile 1961 Bi îdiaya ‘avakirina dewleta Kurdistan’ 49 rewşenbîren Kurd hatin darizandin.

5 Çile 1908 li Stenbolê Rojnameya Kurd Teawûn û Teraqqî  derket.

6 Çile 1963 li Elihê petrok hate dîtin.

6 Çile 1995 li Berlînê Konferansa Zimanê Kurdî çêbû.

7 Çile 1940 li Mehabadê kovara  Kurdistan dest bi weşanê kir.

17 Çile 1922 komkujiya Koçgiriyê çêbû.

17 Çile Komara Mehabadê hate hilweşandin.

17 Çile 1995 Parlementoya Ewrûpayê xelata Saharov da Leyla Zana.

19 Çile 2001 li Hollanda Kongreya Aboriya Kurdistan çêbû.

21 Çile 1926 li Silêmaniye rojnameya Jiyan dest bi weşanê kir.

21 Çile 1996 li Stenbolê rojnameya Azadiya Welat dest bi weşanê kir.

21 Çile 1926 Serhildana Hezoyê dest pê kir.

22 Çile 1946 Komara Mehabadê hate damezrandin.

25 Çile 1991 Tirkî, axaftin û stranên Kurdî serbest kirin.

26 Çile 2001 li Berlînê Konferansa Zimanê Kurdî çêbû

28 Çile 2000 serokê Weqfa Zehrayê Îzzeddîn Yildirim hat şehidkirin.

29 Çile 1939 li Bexdayê yekemin rodyoya Kurdi dest bi weşanê kir.

30 Çile 1950 kovara Şark Mecmûasi dest bi weşanê kir.

31 Çile 1919 li Stenbolê kovara Kurdistane dest bi weşanê kir.

 

Sibat

1 Sibat 1992 kovara Rewşen dest bi weşanê kir.

1 Sibat 1979 kovara Denge Kawa dest bi weşanêkir.

2 Sibat 2004 Medya Tv hat girtin.

7 Sibat 2004 Komeleya PENa Kurd ava bû.

8 Sibat 1914 li Bexdayê kovara Bangî derket.

8 Sibat 1925 rexistina Azadî hate avakirin.

10 Sibat 1970 li Başuê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd avabû.

12 Sibat 1945 bi nave Azadî rêxistinek ji hêla Mele Mistefa Berzanî ve hat avakirin.

13 Sibat 1925 Serhildana Şêx Saîd dest pê kir.

15 Sibat 1999 seroke PKK Ebdullah Ocalan hate girtin.

17 Sibat 1996 Yekîtîya Rojnamegerên Kurdistanê hat damezrandin.

22 Sibat 1992 rojnameya hefteyi Welat dest bi weşanê kir.

 

Adar

1 Adar 1992 Weşanxana Nûbiharê dest bi weşanê kir.

1 Adar 1979 li Emerîkayê Mele Mistefa Berzanî wefat kir.

1 Adar 2004 Roj TV dest bi weşanê kir.

2 Adar 1994 parlementerên DEPê hatin girtin.

3 Adar 1943 kovara Roja Nû dest bi weşanê kir.

4 Adar 1925 li Diyarbekirê Dadgeha Îstîklalê hat sazkirin.

4 Adar 1929 li Tirkî, kanuna Takrir û Sûkûn derket.

4 Adar 1993 Heyva Sor a Kurdistanê hate demezrandin.

5 Adar 1975 li hember Kurdan, Iraq û Îran Peymana Cezayîrê hat mohr kirin.

6 Adar 1921 Serhildana Koçgirî dest pê kir.

7 Adar 1927 Dadgehên Îstîklalê hatin rakirin.

7 Adar 1991 Serhildana Başûrê Kurdistanê li Silemanîye dest pê kir.

8 Adar 1984 li Tirkî, li 8 bajarên Kurdan Rewşa Awarte (Olaxanustû Hal) dest pê kir.

11 Adar 1925 li Bexdayê kovara Diyarî Kurdistan derket.

11 Adar 1970 Başurê Kurdistanê otonomîya xwe bidestxist.

13 Adar 1974 Leyla Qasim hate idam kirin.

16 Adar 1988 komkujiya Halepçe dest pe kir.

17 Adar 1993 cara yekemin PKK agirbesta yekali îlan kir.

18 Adar 1979 Arteşa Îranê bajarê Sine bombebaran kir.

21 Adar 1937 Serhildana Dersîme dest pê kir.

22 Adar 1999 Med TV hate girtin.

23 Adar 1960 Bedîûzzaman Saîdê Kurdî wefat kir.

23 Adar 2006 li Tirki, cara pêşî weşana TV û radyoye bi Kurdî dest pê kir.

26 Adar 1966 kovara Deng dest bi weşanê kir.

30 Adar 1995 Yekem televizyona Kurdî Med TV dest bi weşanê kir.

31 Adar 1947 Muhammed Qazî û 2 hevalên wî li Meydana Çarçira hatin idam kirin.

 

Nîsan

1 Nîsan 1968 kovara Gulistan dest bi weşanê kir.

1 Nîsan 1942 li Şamê kovara Ronahî dest bi weşanê kir.

3 Nîsan 1959 Weşanên PDKê Xebat û Azadî dest bi weşanê kirin.

5 Nîsan 1991 Kurdên Başûrê Kurdistanê (Iraq) ji ber zilma Seddam dest bi derbasbûyîna bakûr (Tirkî) kirin.

6 Nîsan 2005 Celal Talabanî bu serokkomare Iraqê.

9 Nîsan 1914 li Bedlîsê Şêx Şehabeddîn û Seyîd Eliye Hîzanî hatin îdamkirin.

9 Nîsan 1992 kovara Teqlo derket.

10 Nîsan 1930 Kurdî li Iraqê li herema Kurdan bu zimanê fermî.

12 Nîsan 1995 li Ewropa Parmentoya Kurdistanê hate avakirin.

14 Nîsan 1925 li Bedlîse Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya Beg hatin îdamkirin.

15 Nîsan 1925 Şêx Saîd hate girtin.

15 Nîsan 1963 kovara Deng dest bi weşanê kir.

18 Nîsan 1992 li Stenbolê Enstîtûya Kurdî vebû.

22 Nîsan 1898 li Kahîre yekem rojnameya Kurdî, Kurdistan dest bi weşanê kir.

22 Nîsan 1940 li Ramanê petrol hate dîtin.

22 Nîsan 1994 li Berlîn Enstîtûya Kurdî vebû.

28 Nîsan 1937 Elî Şêr hate qetilkirin.

29 Nîsan 1918 rojnameya Pêşkewtin derket.

 

Gulan

3 Gulan 1943 rojnameya Roja Nû li Beyrûde dest bi weşanê kir.

4 Gulan 1995 Dayikên Şemiye cara yekemîn çalakîya rûniştine dest pe kirin.

5 Gulan 1932 li Tirkî ji bo Kurdan, kanuna Îskana Mecbûrî derket.

6 Gulan 1958 Mele Mistefa Berzanî ji Yekîtîya Sovyetan vegeriya.

7 Gulan 1639 Peymana Qesra Şîrîn hat mohr kirin.

7 Gulan 1993 DEP hate avakirin.

10 Gulan 1946 Radyoya Dengê Komara Mehabad hate avakirin.

11 Gulan 1919 Serhildana Elikê Bate derket.

15 Gulan 1932 kovara Hawar dest bi weşanê kir.

16 Gulan 1926 Serhildana Agiriye dest pê kir.

17 Gulan 1992 rojnameya Azadî dest bi weşanê kir.

20 Gulan 1929 Serhildana Geliye Zîlan dest pê kir.

21 Gulan 1919 Serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî dest pê kir.

22 Gulan 1969 DDKO hate damezrandin.

24 Gulan 1999 KNK (Kongreya Neteweyî Kurdistan) hate damezrandin.

26 Gulan 1927 Serhildana Motikan û Sasonê dest pê kir.

26 Gulan 1913 komelaya Hêvî hate damezrandin.

27 Gulan 1947 Meşa Mezin ya Mele Mistefa Berzanî dest pê kir.

29 Gulan 1971 Seîd Elçî hat kuştin.

30 Gulan 2000 li Tehranê Yekemîn Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî hat lidarxistin.

31 Gulan 1946 li Gimgim û Xinûsê erdhej çêbû.

 

Hezîran

1 Hezîran 1960 li Tirkî, 485 zana û rewşenbîrên Kurd sirgunî Sêwasê kirin.

1 Hezîran 2005 Şêx Mihemed Maşûq el-Xeznewî hat şehîdkirin.

1 Hezîran 1975 Celal Talabanî YNK ava kir.

5 Hezîran 1971 li Diyarbekir petrol hat ditin.

6 Hezîran 1913 Kovara Rojî Kurd dest bi weşanê kir.

7 Hezîran 2015 li Tirkî, di hilbijartinê de HDP, 80 parlementer şiyand meclisa Tirkî.

10 Hezîran 2004 TRT dest bi weşana Dimilî kir.

11 Hezîran 1922 Şêx Mehmûdê Berzencî xwe kralê Kurdistanê îlan kir.

12 Hezîran 1966 temelê bendeva Kebanê hat avetin.

14 Hezîran 1920 Serhildana Eşîra Millî dest pê kir.

15 Hezîran 1909 Rojnameya Peyman derket.

16 Hezîran 1994 li Tirkî partîya DEP hate girtin.

17 Hezîran1921 Serhildana Koçgirî  têk çû.

18 Hezîran 1919 Îngilîzan Şêx Mehmûdê Berzencî sirgunî Hindistanê kirin.

19 Hezîran 1924 Silemanî ji hêla Îngilîzan ve hat dagirkirin.

23 Hezîran 1963 Şêx Merûf Berzencî û 28 hevalên wî hatin îdam kirin.

28 Hezîran 1943 Rêya hesin dinavbera Diyarbekir û Êlihêde dest bi seferan kir.

29 Hezîran 1925 li Diyarbekir Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin idam kirin.

 

Tîrmeh

6 Tîrmeh 1992 li Iraqê Hukûmata Kurd ava bû.

13 Tîrmeh 1960 Mezelê (gora) Bedîûzzeman vekirin û cesede wî birin cihekî nedîyar.

13 Tîrmeh 1988 Serokê PDK-Î Ebdurrehman Qasimlo û 2 hevalên wî li Viyanayê hatin qetilkirin.

15 Tirmeh 1964 PDK-T hate damezrandin.

20 Tirmeh 2015 li Pirsûsê di encama teqînekê de 30 mirov zêdetir hatin kuştin.

23 Tîrmeh 1784 li Erzincanê erdhej çêbû.

24 Tîrmeh 1920 Peymana Lozanê pêk hat.

 

Tebax

5 Tebax 1960 Dewleta Surî 5000 kesên endamên PDK-S girtin.

7 Tebax 1924 Serhildana Nasturiyan dest pê kir.

10 Tebax 1920 Peymana Sewrê hat îmzakirin.

15 Tebax 1984 PKK dest bi şerê çekdarî kir.

16 Tebax 1948 PDK-Î hate damezrandin.

17 Tebax 1964 li herêma Hemşo ya bajarê Sêrtê petrol hate dîtin.

20 Tebax 1988 Şerê navbera Îran û Iraqê bi dawî bû.

28 Tebax 1974 li Bendava Kebanê hilberîna elektrîke dest pê kir.

30 Tebax 1995 li Ewropa Konfaransa Jinen Kurd pêk hat.

 

Îlon

4 Îlon 1993 Mehmet Sincar û hevalekî vî li Êlihê hat qetilkirin.

6 Îlon 1962 li Îdirê erdhej çêbû.

6 Îlon 1975 li Licê erdhej çêbû.

10 Îlon 1959 Yekem Konferansa Mamosteyên Kurdistanê li Şeqlewa dest pê kir.

11 Îlon 1941 li derdora Gola Wanê erdhej çêbû.

19 Îlon 1909 li Stenbolê Cemîyeta Kurd Teawun û Teraqqî hat damezrandin.

20 Îlon 1992 Musa Anter li Diyarbekir hat kuştin.

28 Îlonê 1991 li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamya ava bû.

 

Çiriya Pêşîn

1 Çiriya Pêşîn 1992 Kovara Nûbihar dest bi weşanê kir.

2 Çiriya Pêşîn 1187 Selaheddîn Eyyûbî Qudûs bidest xist.

4 Çiriya Pêşîn 1992 li Başûrê Kurdistanê, Dewleta Federal ya Kurd hate damezrandin.

6 Çiriya Pêşîn 2014 li Bakûrê Kurdistanê ji bo piştgirîya Kobanê çalakî destpêkir. Nêzî 50 mirov hate qetilkirin.

14 Çiriya Pêşîn 1989 li Parîsê Konferansa Kurdî dest pê kir.

19 Çiriya Pêşîn 1960 ji bo 155 mirovên Kurd biryara sirgûne derket.

22 Çiriya Pêşîn 1937 Serhildana Dersîmê têk çû.

23 Çiriya Pêşîn 2011 li Wanê erdhej çêbû.

24 Çiriya Pêşin 1913 kovara Hatawî Kurd derket.

26 Çiriya Pêşîn 1926 li Qersê erdhej çêbû.

 

Çiriya Paşîn

1 Çiriya Paşîn 1943 li Surî rojnameya hefteyî Stêr derket.

7 Çiriya Paşîn 1918 Kovara Jîn derket.

13 Çiriya Paşîn 1960 Sinema Amûde şewitî. 283 kes mirin.

16 Çiriya Paşîn 2000 Ahmet Kaya li Fransa di sirgûne de mir.

18 Çiriya Paşîn 1937 Seyid Riza û 11 hevalên wî hatin îdam kirin.

26 Çiriya Paşîn 1971 Doktor Şivan (Saîd Kiziltoprak) hate kuştin.

27 Çiriya Paşîn 1978 PKK ava bû.

27 Çiriya Paşîn 1998 Kurdistan TV dest bi weşanê kir.

 

Kanûn

12 Kanûn 1980 ji rêxistina KAWA 15 kes li Qamişlo hatin kuştin.

14 Kanûn 1914 Şêx Ebdusselam Berzanî li Musilê hate îdam kirin.

17 Kanûn 1918 Kurd Tealî Cemiyetî hate avakirin.

18 Kanûn 1996 Eyşe Şan wefat kir.

20 Kanûn 820 wefata Îmamê Şafiî.

27 Kanûn 1939 li Erzincanê erdhej. 40 hezar kes mir.

27 Kanûn 1944 Tirkî nave Çebexçûr (Çewlîk)ê xiste Bîngol.

28 Kanûn 1991 rojnameya hefteyî Rojname derket.

28 Kanûn 2011 li Roboskî 34 mirovên Kurd bi erîşekê bombayî hatin qetilkirin.

 

Encam

Wek ku te xuyakirin dîroka Kurdan dîrokeke têkçûyî ye, dîrokeke şikestîye, dîrokeke birîndar e. Lê li hember van têkçûyîna jî dîrokeke berxwedanê ye, dîrokeke serhildanê ye, dîrokeke rewşenbîrî ye jî. Di vê xebatê de 3 tişt zêde tê dîtin.

  1. Ji aliye azadîye ve; serhildanên têkçûyî.
  2. Ji aliye rewşenbîriye ve; derxistina kovar û rojnameyan û avakirana dezgeyan.
  3. Ji alîye tekoşîne ve; îdam û qetilkirin û kuştin.

Wek dî her şeş mehê pêşî di dîroka Kurdan de cihekî taybet digre. Ji % 80 bûyer tenê di nav van her şeş mehên pêşî de çêbûne. Bi taybetî mehên biharê gelek bûyer çêbûne.

Di vê xebatê de bûyêrên di Kurdistana ku dinav Tirkî, Sûrî, Irak û Îranê de û ê Ewropa qewîmîne bi awayekî giştî hatine rêzkirin.

 

Dilazad A.R.T  

dilazadart@gmail.com

Nisêbin, Mêrdîn, Elih, Amed, 2021

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply