Gelo Çanda Me De Xwarinê Tazîyeyê Heye?

Nofelî, gundekî Wêranşarê ye. Gundîyan qerar daye ku di tazîyeyê de xwarin nedin. Ez dibêjim ev qerarekî gelek baş e. Înşalah li Diyarbekira me jî ev edet rabe. Çimkî mesrefa xwarina tazîyeyê pişt li xwedîyê mirî dişkêne.

De wisa hesab bikin, ji malbatê yek diçe rehmetê; mesrefê definkirinê heye. Dû re, li gorî edetan, sê roj li cihekî tazîyeyê şîn tê danîn. Ji bo av û elektrîk û bikaranîna cihê tazîyeyê meblaxek pere bo komeleya xwedîyê ciyê tazîyeyê tê dayîn. Her kesê ku hatiye sersaxîyê, muheqeq çayek vedixwe, avê vedixwe. Sê roj xwarina navrojê tê dayîn. Cihê tazîyeyê ji bo mêran heye, alîyek jî, ji bo jinan heye. Yanî li du cihan mesref dibe.

Welhasil, ji bo şînekê kêmtir 30 hezar tl mesref diçe. Ev pereyekî cidî ye, malbatên feqîr bi mirina merivên xwe re perîşan dibin, ji mirinê xirabtir dibin. Lewre ez hêvîdar im li Diyarbekir di ciyê tazîyeyê de edeta xwarinê bê hîlanîn.

Ez sond naxwînim lê li nav Diyarbekir min heta niha nanê tazîyeyê nexwariye. Ez nîvro, wextê nan naçim tazîyeyê. Lê dema ku dana êvarê diçim, bitaybetî zivistanê ku pencere jî girtî ne, ji hundir bêhna goşt û tirşikê tê, madê meriv tevlihev dibe. Yanî li cihê tazîyeyê xwarin karekî medenî jî nîne. Jixwe, bajar e, li her derê lokanta hene.

Lutfen di tazîyeyan de tenê çay û avê îkram bikin bes e, xwarinê terk bikin; dev ji xwarina tirşik û goşt û birincê berdin!

Roşan Lezgin

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply