Players fight against the sky. Karate.

Hunera Parastina Şerê Nêzîk

Wîng-Chun, hunera parastina şerê nêzîk yê Başûrê Çînê ye. Di vê hunera şerê parastinê da rê û rêgezên êrîşkirin û parastinê nîn in. Bo nimûne, di boks û tekvando û hinek hunerên şer yên din da rê û rêgezên êrîşkirinê hene, lê di Wîng-Chunê da tiştekî wisa nîn e. Di vê hunerê da hemû teknîkên şer hene. Hinek teknîkên êrîşkirinê hene ku bi rastî jî dijmin yekcar têk dibe. Ev hunera şerê parastinê di van salên dawî da li hemû dinyayê belav bû. Baş e, kî hînî vê hunerê dibe? Parêzkarên kesên navdar yên wekî erkdarên dewletê, pasban(gardîyan), ewlekarên taybet û kesên ku dixwazin xwe li dijî êrîşan biparêzin, dikarin hînî vê hunerê bibin.

Divê em bidin zanîn ku çend meh berê li Bazîdê cihê Wîng-Chunê vebû. Kesên ku dixwazin dikarin biçinê.

Bawer Agirî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Stêrkê Kurd Deniz Undav: Li Almanyayê Şeva Govenda Cîde

Duh êvarê di maça dostanî ya navbera tîma neteweyî ya Almanya û Ganayê de, lîstikvanê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *