Dengbêj Zahiro: Dengbêjiya Berê Nemaye!

Dengbêj Zahiro (Zahir Koçu) yek ji wan dengbêjên me yên ‘zor’ e ku li çarme dorê welatê me tê nasîn. Bi rastî jî, ev ciwanmêrê hanê, dengbêjekî wisa ye ku li dora 3540 sal in navê xwe di nava lîteratûra kilam û stranên klasîk de daye qebûlkirin. Mirov dikare navê Zahirê Dengbêj, piştî Dengbêjên bi nav û deng ku çûne rehma Xwedê; Reso, Şakiro, Hacî Evdilkerîm û Hiseynoyê Orginosî yê Mûşî bîne zimên.

Her wisa mirov dikare wî, di nava kelepora stranbêjiya Teyîboyê Sêrtî, Salihê Qûbînî, Salihê Bêynatî û Mehmûd Qizil de bide nîşandan.

Zahirê Dengbêj, di sala 1950’yî de li Di yarbekira Xopan çavên xwe ji jiyana deng û awaza kurdewarî re vekiriye. Hê di 15 saliya xwe de, tevî malbata xwe, ji Diyarbekirê derketiye û berê xwe daye Kopa (Bûlanix) Mûşê. Ew bi xwe ji Gundê Kinyada Farqîna Diyarbekirê ye. Li gorî gotina wî, zarokatiya wî li Kinyada Farqînê; xortaniya wî li Bûlanixa Mûşê derbas bûye.

Ev 30 sal in ku Zahirê Hosteyê dengbêjiyê li Rojavayê Tirkiyeyê, li bajarê Aydînê keferata jiyanê dike û hewl dide ku deng û awaza kurdewariyê, li vê derê û ji vê derê bilind bike. Dengbêj Zahiro, bavê deh zarokan e. Bi eslê xwe ji ‘Eşîra Bekirî’ ye. Li gorî gotina hosteyê me, ev malbat, malbateke pir mezin e û li seranserê welêt û Tirkiyeyê, li bajarên wekî Diyarbekir, Batman, Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Bûrsa û Aydînê belav bûye.

DENGBÊJ ZAHİRO , GOMA SİMİTÊ , FULL ALBÜM - YouTube

Li Stenbolê û li bajarê Aydînê çendîn car me hev dît. Cara paşî gava li Stenbola Xo- pan em rastî hev hatin, piştî xweşbêşiyeke ‘kilamî’ me pirsîbû, Dengêj Zahiro bersivandibû. Bi bersivdayînê re nemabû, destê xwe biribû ber guhê xwe, bi sê denga ji me re bi têra xwe kilam jî gotibûn….

Li ser pirsa min a “Mamê Zahir, roja ewil te çawa dest bi kilamgotinê kir? Te li kîjan civatê, kîjan kilam gotin?”, piştî ponijîneke kurt wiha gotibû: “Li derdora 20 salî bûm gava min li civatan kilam gotin. Kilama ku min roja ewil gotiye û heta niha jî dibêjim kilama ‘Heso û Nazê’ ye. Ev 50 sal in ku ez kilaman dibêjim. Paşê min kilamên Mamo- ste “Reso” û kilamên Xwedê jê razî ‘Evdalê Zeynikê’ gotine. Helbet min kilamên xwe jî gotine û hê jî dibêjim. Ez bi gelek dengbêjan re jî geriyame.”

Dengbej Zahiro - Genç Xelil: lyrics and songs | Deezer

“Hoste û rêberên her dengbêjî hene. Gelo hoste yan hosteyên Zahirê dengbêj kî ne?”

Li ser vê yekê jî bersiva wî bi têra xwe balkêş û hewqas jî qewîn û jixwerazî ye: “Ez şagirtê tu dengbêjekî nîn im. Ez xwe wekî şagirt nadim qebûlkirinê. Ez neçûme ba tu dengbêjan û min ji wan nexwestiye ku stranekê bibêje ku ez jê hîn bibim. Lê wekî şêwaz, rêbaz û deng min ji xwe re Reso wekî pîr û hoste qebûl kiriye. Min Evdalê Zeynê nedîtiye, min Şêx Silê nedîtiye lê min Ferzê dît. Ferzê pir pêşketî bû. Reso şagirtê Ferzê ye. Ez neçûme ba tu dengbêjan û min ji wan re negotiye; ‘ezê ji te stran, kilam û baciyan hîn bibim.”

Ez bi Reso re ketime şerê kilaman!

Wî bi gelek dengbêjan re kilam gotine û şevbihûrk derbas kirine. Kerem bikin bila ew bixwe behsa vê bike: “Ez bi Reso re jî ketime şerê kilaman! Lê hemû dengbêj, -bi taybetî jî Reso- taca serê min in. Hemû jî ji min çêtir in. Lê rehma Xwedê lê be, şêwaza

Reso bi min xweş dihat. Dengê rehmetî pir xweş bû.”

Ji sohbeta me çend pirs û bersivên dûve- dirêj, ezê di vê nivîsarê de bi kurtayî wiha bidim…

Ji aliyê Mistefayê Heyran ve hatiye çêkirin. Ew ji Elaşgirê bû.

Dengbej Zahiro - Genç Xelil: lyrics and songs | Deezer

Evdalê Zeynê pîrê degbêjan e. Piştî wî Şêx Silê û piştî wî jî Ferzê û piştî Ferzê Resoyê Gopala an jî Resoyê Qilîwelo û piştî wî jî Mistefayê Heyran. Heta tê gotin Reso bi Mistefayê Heyran re ketiye ber hev û sê şev û sê rojan Reso tenê du hêk û îskanek şîr vexwariye û di dawiyê de bi gotina kilama Metê cihê Mistefa jê standiye û ketiye pêş.

Şahidê Reso hene ku çavên wî di xewê de, dîsa kilam gotine. Ango razayî kilam gotine. Şakir jî heta ku tu bibêjî dengbêjekî baş û hêja bû. Dengbêjekî hok bû. Ez dikarim bibêjim hem şagirtê Reso bû û hem jî ne şagirtê wî bû. Piraniya kilamên wî yên Reso bûn. Hiseynê Orginosî şagirtê Sidîq bû. Dengê wî pir zelal bû.

Ez dikarim vê yekê jî bibêjim ku Salihê Qubînî jî heta ku tu bibêjî dengbêj e. Reso kilama Quling li Îspaya ku gundekî Bulanixê ye gotiye û şahidê wî hene ku quling bi ser serê wî hatine û çûne.

Kilama “Şêx Seîd Efendî” min çêkiriye.

dengbej zahiro | SpotifyMin ev bûyer ji meleyekî bi navê Mele Evdirehmanê Palî yê Cizîrî hîn kir û kir kilam.

Wekî din min kilama “Tayê Taloriyê” gotiye. Min li ser mala Seydo gotiye. Mala Seydo Seyîd in. Ew Seyîdên Mûşê ne. Wan li dijî Roma Reş serî hildabû.

Min 20-25 kilam çêkirine. Lê heta ku rûh di can û cesedê min de hebe ez dikarim kil- aman bibêjim û kilamên ku ez dizanim xelas nabin.

Tu dengbêj î, çi navî li hunera xwe dîkî?

Ez dengbêj im! Ez dengbêjê dîwanên gi- ran im. Çawa ku di pirtûkxaneyekê de li ser her mijarê pirtûk hene, li ba me dengbêjan jî kilam û stran hene.

Salihcan, ez li seranserê welatê me gav bi gav geriyame. Ya rastî cihê ku kurmanc lê hebin, ez lê geriyame. Heke ev derwêşî, belê dengbêj derwêş in.

Li kîjan herêmê elaqeyeke mezin nîşanî kilam û dengbêjan didin? Ez dikarim bibêjim li her cihê ku ez çûme, elaqeya zêde nîşanî min dane lê herî zêde li Diyarbekirê. Paşê jî li Batmanê, Sêrtê, Mêrdînê û hema bêje li piraniya Serhedê zêde elaqe nîşanî min didin.

Jixwe îro dengbêj nemane. Heyf û mixabina giran, dengbêjîiya berê jî nemaye! Mesela berê digotin; “Îşev Zahirê Dengbêj hatiye mala filankes!” Wê milet li wê malê kom bibûya. Wê çaxê teketûk teyîb hebûn, tiştê din tunebûn. Wê dengbêj heta serê sibê yan heta nîvê şevê kilam bigota, wê herkesî guhdariya wî bikira, kêfa xwe bikira û lê bixista biçûya mala xwe.

Kar û xebata min tune ye. Xebata min tenê li ser dengbêjiyê ye. Dengbêjî jî nemaye. Hama Xwedê îdare lo…!

Erê hin caran gazî min dikin. Piştî ku mirov yek du kilaman dibêje ev nifşê nû tê û dibêje: “Heval zor spas ji bo we. Saz û amûrên me hene wê hunermendên me bistirên. Biborin.”

Avatir Salihê birazî, tu li ser herdu çavê min hatî…

 

Salihê Kevirbirî | salihkevirbirî@gmail.com

Çavkanî: POPKURD • Jimar 2 • 2018 Îlon • 25

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply