‘Folklore’ Çi ye û Ji Bo Kurda Girîngîya Wê

Necat Keskin[1]

Îro li gelek ciha, di nav medyayê de, li nav kolana, li ‘navendên Çanda’ peyva ‘folklor’ tê bikaranîn. Bi piranî li va cîya tevde jî ev peyv bi watê ya ‘lîstik’a, lîstikên gelerî tê gotin û wexta ku mirov jî qala vê peyvê dike jî dîsa wusa tê fam kirin. Ev bikaranîn a vê peyvê di vê wate yê de jî bi piranî –ji bo me Kurdê li Anatolîyê dijîn- bikaranîna ji Tirkî tê. Ji ber ku ji zude li Tirkî ev peyv bi piranî di devsa ‘lîstikên gelerî’ de tê bikaranîn. Wek mînak ku ‘em folklorê bilîzin’, ‘pêşengeh a Folklorê’ tê gotin. Mixabin, îro jî ev peyv ketîye ser zimanê me û em wusa bikartînin.

Ji alîyên din ve jî, ji hêla kesên ku bi xebatên edebîyata devkî ve eleqadarin folklor,  dîsa ji bilî ‘lîstikên gelerî’ beşeke ku bi berhemên devkî wekî çîrok, gotinên pêşîyan, qewl, pêkenok hwd. û tomar kirina wa ve eleqedar dibe tê bikaranîn. Wek gelek cara em dibînin ‘folklor’ wekî berhevkirina stranên gelerî jî tê bikaranîn. Lê ecebe ‘folklor’ tenê lîstikên gelerî ye? Yan jî tenê berhevkirina çîrok, hikaye, gotinên pêşîyan û tiştên wek dîne? Yan jî, çiye folklor, ev peyv ji ku tê? Çîrok a wê çîye? Çawa hatîye bikaranîn? Di zimanê me de wateya wê çîye?. Ji hela zanistî ve tê çi wateyê?

Folklor, ji du peyvê ji zimanê ingilîzî pêk tê. Folk=Gel û lore=zanîn, agahî. Ev her du peyv jî bi hevdu re peyva ‘Zanîna Gel’ diafirînîn. Di Kurdî de bi piranî wekî ‘zargotin’ tê bikaranîn, lê mixabin ev peyv têrî tiştê ku em dixazin bibêjin, an tiştê ku wekî beşeke zanistî ‘folklore’ bibeje nake. Ev peyv cara yekemîn di sala 1846-an de ji alîyê Folklorzanê Ingilîz William John Thoms ve di nivîsa xweyî kovara The Athenaum’de hatîye pêşnîyar kirin û bikaranîn û di demek kin de jî ev peyv di hêla zanîsti de hatîye qebul kirin (Emrich 1946). Herweha di salên 1780-î de li Elmanya peyva ‘Volkskunde’ ku tê heman wateyê yanî ‘zanyarîya gel’ hatîye bikaranîn. Lê ev peyv tenê li welatên ku bi Elmanî diaxivin cih girtîye û belav nebuye.

Folklor[2] yan jî bi navekî din, “Zanistîya gel, [yan jî zanyarîya gel] yek ji şaxê zanîstî ye ku, berhemên çandî ê bujenî (maddi) û arîşen (manevi) ê gel ê welatekî yan ê heremeke diyar ji xwe re dike mijar, wa bi metodê xwe î taybetmendî dide berhevkirin, tasnif kirin, tehlil kirin, şirove kirin û di asta dawîde gihiştina senteza wa ji xwe re dike armanc” (Örnek 2000:15).

Wekî ku di vê salixê de jî tê xuya kirin, yekemîn, folklor ne lîstike, ne lîstikên gelerî ye, ne tenê berhevkirina stranên gelerî ye, yan jî ne tenê berhevkirina gotinên pêşiyan, çîrokên gelerî hwd ne. Duwemîn, folklor ne tenê karê berhevkirinê ye jî, lê berhevkirin tenê karek ji xebatên folklor ê ye. Li ser mijarê û ferehbuna folklor ê Folklorist Paul Saintyves wiha dibeje;

“Folklor, ji ber berfirehiya qada xwe, zanisteke wisa ye ku çav li mirovan ditirsîne. Kesên ku cara pêşî pê re eleqedar bûne, qada vekolînê bi beşên wêjeya devkî yên wekî çîrok û efsane, rond û stran, gotinên pêşiyan, têderxistinok û zûgotinokan bisînor kiriye. Kevneşopîparêzan vekolînên xwe hêdî hêdî berev tiştên ku bi zargotinî tên neqilkirin, berev tiştên ku li derveyî dibistanan tên fêrkirin û bi taybetî berev hemû tiştên jiyanê, berfireh kirin.”

“Zanista folklorê, ji dema ku hatî afirandin ve her tim qada xwe berfireh kiriye. Folklorzanên ku demên pêşî wekî ku tenê bi wêjeya devkî û nêrît û kevneşopiyên gel re eleqedar dibin, dihatin dîtin, bi demê re eleqe nîşanî zanistên xwezayî û hemû hunerên xweşik ên gel dan û pê re eleqedar bûn. Qada folklorê bi demê re wisa berfireh bû ku êdî hemû têgehan, hemû nêrît û kevneşopiyan, bi kurtî hemû bûyerên têkildarî çanda gel hembêz kirin” (veg. Ji P. Saintyves, Evliyaoğlu 1988: 24).

Wekî ku di vê derê de jî tê xuyakirin, folklor zanisteke berfirehe ku mirov nikare tenê bi wateya ‘lîstikên gelerî’ û ‘stran’, ‘gotinên pêşîyan’ bikarbîne.  Ew beşek zanîstîye ku wekî her beşê zanistî bi metod û teknikên zanistî li ser ‘çand’a ‘gel’ lêkolîn û vekolîna birêve dibe[3]. Ji ber vê yekê, ango ji ber ku mijara Folklorê zanyari ya gel e, yanî ‘Çand’ bi xweye, têkilîyê vê beşê û zanistîyên din wekî civaknasî, mirovnasî (antropolojî), bastanasî (arkeolojî) û herweha etnografya jî gelekin. Herweha tekilîyên bi siyasetê ve jî –nemaze ‘netewebun’, avakirina netewe- pirin. Gava ku em li dîroka Folkorê jî dinêrin vê tekilîyê baş dibînin[4].

Giringîya Beşa Folklorê:

Neteweperestî û piçekî jê durtir nijadperestî li helekê, hetanî niha gelên ku dixwazin di vê dinê de cî bigirin ji ‘xwenasîn’ê destpêkirine. ‘xwenasîn’ jî tê wateya lêkolîna dîrok, ziman û çanda xwe. Weke neteweke derengmayî, Kurd jî, li rojhilata navîn doza ‘netewebunê’, doza destgirtina mafê xwe dimeşênin. Netewe, wek me li jor jî gotibu, li ser ‘çand’a di nava ‘gel’ bilind dibe. Her ku çanda xwe nas dike, rengê xwe dibîne. Tiştên hevpar bi ‘gel’ê derdora xwe re dibîne; her weha tiştên ku wa ji hevdu cuda jî dike dibîne. Ango em dikarin bibêjin ku hem xwe nasdike, hem jî ên derdora xwe.

Îro her çiqasî em bibêjîn ku Kurd li ser dîrok û ziman gelek rê derbas kiribin jî, vî tiştî em ji bo lêkolîna li ser ‘çand’ê nikarin bibêjin. Gelek berhem hene ku li ser ‘folklor’ û ‘çand’ê hatine nivîsandin, gelek lêkolîn jî bi vî navî hene, lê mixabin piranîyê van berhema, her çiqasî bi nîyeteke pakij û ji dil, her çiqasî bi dilxwazî hatibin kirin jî, em dikarin bibêjîn ku bi rengekî ‘amator[5]’ hatine amadekirin. Sedema vê yekê bêguman ne yeke tenê ye, lê yek ji wa ev e ku- bi piranî jî ji bandora perwerdehîya li Tirkî- nezanîna beşên ku bi ‘çand’ê re eleqedar dibin e. Eger ne nezanîn be, nedîtin e, an jî ihmal kirin e ku her du jî ji nezanînê xerabtirin.

Di dawîyê de em carek din divê bibêjin ku, Folklor yek beşek zanistîye ku bi metod û teknîkên zanistî li ser berhevkirin, tasnif kirin, tehlil kirin û şirove kirina ‘çand’a ‘gel’ xebatan dike. Ji ber vê yekê jî Kurd –tevli derengmayîna xwe- divê zu bi zu dest bavêjin vê mijarê û vê mijarê di akademîyên xwe de wekî beş bikarbînin[6].

Beşên Folklorê:

Wek beşek zanistî folklor, xwedîyê hinek jêrebeşa ye ku bi teorî û metodên xweyî zanistî wa di bin banekî digihînê hevdu. Wek nimune em dikarin bibejin ku ev jêrebeşên Folklorê evin;

– Edebîyat a devkî

– Lîstikên Gelerî (Dans, lîstikên zarokan, Şanoya gelerî)

– Muzîk a Gelerî

– Hunerên Gelerî

– Çandinî (û kevneşopîyên bi çandinîye ve girêdayî)

– Bijîşkîtîya gel

– Mîmarî

– Aborî

– Hiqûk

– Orf û adet

Bêguman ev tenê hinek ji jêrebeşên Folklorê ne. Di binê her yekê de jî şaxên ku pê ve girêdayî heye û tevde jî bi rê û rêbazên Folklorê ên zanistî lêkolînê dikin.

Encam:

Wek ku bi kurtî li jor me anî ziman, Folklor, yek beşek zanistîye ku hîna ji hêla Kurda ve zêde dest nahatîye avêtin. Bi pêşveçuna teknolojîyê û bi guhertinên lez ‘zanyarî û zanistî’ya gel ya ku wê me bi me û bi derdora me bide naskirin hin bi hin wunda dibe. Ji ber vê yekê jî, di vê pevajoya dîrokî ku em niha dijîn, bi a min vazîfeya akademîyên Kurda ew e ku rojek berî rojekê vê beşê damezrînin û dest bi perwerdehîya wê bikin da ku di vî warî de Kurd jî di nav zanyar û zanistên cîhanê de cîh bigirin.

Çavkanî:

Celîl, Ordixan; Celîl, Celîlê (2013), Zargotina Kurda, Aram, Diyarbekir

Emrich, Duncan 1946, “Folk-Lore”, California Folklore Quarterly, Vol. 5, No. 4 pp. 355-374

Evliyaoğlu, Sait; Baykurt, Şerif 1988, Türk Halkbilimi, Ankara

Örnek, Sedat Veyis 2000, Türk Halkbilimi, Kültür Bakanlığı Yayınları, Ankara

Öztürkmen, Arzu 2009 Türkiye’de Folklor ve Milliyetçilik, İletişim, İstanbul

Malper:

http://www.folklore-society.com/publications/index.asp

Nivîs ji vê blogê hat standin;

http://necatkeskin.blogspot.com/2013/11/folklore-ciye-u-giringiya-we-ji-bo-kurda.html?m=1

Li vê kovarê de hatiye weşandin;

*KovaraW Hj. 48, Tirmeh-Gelawêj 2013, 70-71rp.

[1] Li Zaningeha Hacettepe, Beşa Antropolojî de Doktora dike.

[2] Ev peyv li gelek welatan wek ‘Folklore’ tê bikaranîn. Li Tirkî gelek cara wek ‘Halkbilim’ (wergera wê ji Ingilîzî) tê bikaranîn. Bi Elmanî jî ev beş ji pêşîde wek ‘Volkskunde’ku ew jî tê heman wateyê tê bikaranîn. Di Kurdî de her çiqasî wek ‘Zargotin’ hatibê gotin jî –Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl berhema xweyî giranbiha ya ku cara yekem e li Tirkî ji alîyê Weşanxana aram ve hat çap kirin bi ‘Zargotin a Kurda’ binavkirin e-, bi ya min ev peyv ji ber ku tenê li ser ‘gotin’ê disekine ev peyv wateya ‘Folklore’ bi temamî nayînê ziman. Ji ber wê yekê jî em dikarin ‘zanyarîya gel’ yan jî wek peyveke bi tenê ‘Folklore’ e bikarbînin.

[3] Têgihên (terim) ‘Çand’ û ‘Gel’ bi serê xwe divê bên binavkirin û li ser wa bi firehî bê sekinandin.

[4] Li ser tekilîya Folklor û netewebunê hun dikarin li vê xebatê binêrin: Arzu Öztürkmen, Türkiye’de Folklor ve Milliyetçilik, İletişim yayınları, 2009.

[5] Li vê derê em peyva ‘amator’ ne bi wateya biçukbune, Lê bi wateya ku bi bê metod û teknîkên zanistî hatine kirin bikartînin. Carekî din em dibê bibêjin ku her çiqas ev xebat ‘amator’ jî bin, her yek ji wa xebatek giranbiha ye. Ji ber ku her yek ji wa di heman demê de çavkanîyên xebatê ku ê werin kirin in.

[6] Di sala 1878-an de ‘Komelaya Folklore’ li Ingilîstan’ê hatîye damezrandin û ji hingî ve jî kovarek tê weşandin. Navê kovarê wextê pêşî ‘Folk-lore record’e û du re dibe ‘Folklore’. http://www.folklore-society.com/publications/index.asp

Herweha bi vî navî ev xebat li temamê Ewropa belav dibe. Berî wêna bi sed salî jî li Elmanya ev xebat tên kirin. Li Anatolîa jî hê berî Komarê ev xebat destpêkirîye û bi navê ‘Halkîyat’ hatîye binavkirin. Ez bawerim ev mînak ji bo derengmayîna me besin. 

Derbar Çand Name

Check Also

Dêw: Taybetî û Tezahurên wan

Dêw di Avestayê da weku “Daeva” û di Hindiya Kevin da “Deva” hatiye binavkirin û …

Leave a Reply