Faîk Ocal: ”Roman pêş ketiye. Lewre ji romanan çîrok û şano û helbest derdikeve.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Faîk Ocal ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Faîk Ocal –Ez di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûme. Mamosteyê Felsefe me.

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te berê bi tirkî dinivîsî. Te 5 pirtûkên tirkî nivîsî û weşand. Naveroka wan li ser çi mijaran bû?

Faîk Ocal –Hêj bi Tirkî dinivîsim. Ez him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîsim. Mijara wan însan û jîyan e. Bi rastî ez ji edebiyat û felsefeyê hez dikim.

101 Romanen Kurdi-Şirove Rexne u Nirxandin (Faik Öcal) - Fiyat & Satın Al | D&RLokman Polat – Pirs : 3 – Te Unîversîteyê beşa sosyolojiyê xwend û qedand, tu bûyî mamoste. Sosyolojî çiye? Pirtûkek ku bi tevahî naveroka wê li ser mijara sosyolojiyê be ku te ecibandibe û ji xwendevanan re pêşniyaz bikî ku bikirin û bixwînin heye?

Faîk Ocal –Belê, min sosyolojî xwend, mastera min a felsefeyê jî heye. Lêbelê bal û meraqa min tim li ser edebiyat û felsefeyê bû. Lê wê jî bibêjim. Divê haja her însanî li civaka xwe hebe. Divê ne mecbûrî yan jî fermî her însan civaknasîyê (sosyolojî) bizane. Nizanim bala we kîşand. Min negot bixwîne, min got bizane. Ez pirtûkên Foucault, Vallersteîn, Habermas, Baudrîllard, Bauman, Horkheîmer, Cîoran, Fanon, Elî Şerîatî, B. Chul Han, Zîzek hwd tewsîyê dikim.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Tu di kovara bi navê ”Yolcu- Rêwî” de bi tirkî dinivîsî. Ev kovar ez neşaşbim kovareke Îslamiya siyasî ye. Hemû hêzên îslamî ya siyasî yên tirkan di esasê xwe de kemalîst in. Piraniya wan senteza tirk îslamê diparêzin. Tu mirovekî welatparêzî, kurdperwerî. Çima di kovareke tirkan de dinivîsî?

Faîk Ocal – 15 sal in ez di kovara Yolcuyê de dinivîsinim. Min bi Yolcuyê re dest bi rêwitiya xwe û nivîsê kir. Ez di Yolcuyê de li gorî rastiya xwe dinivîsinim. Yanî sansur nîne.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Faîk Ocal Min di sala 2008an de li Geverê, bi kovara Nûbiharê dest bi xwendina Kurdî kir. Di 2015an de dest bi nivîsindina Kurdî kir. Min lê nêrî koka min ji dest min diçe. Min nexwest ez ji koka xwe bibim. Kok, ziman e. Ziman, namûs e. Namûs kaîdeya însên e. Eger ku kaîdê ji dest meriv biçe, her tiştî meriv diçe. 101 Romanên Kurdî (Cilda 1) li ser 50 romanên Kurdî şîreve, rexne û nirxandin e. Sala çûyî ji Weşanên Sîtavê derket.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Navê pirtûka te çima 101 roman e? Çima ne 100 û 101?

Faîk Ocal 100 xelasî ye. Lêbelê 101, bi yeka dawî re dewambûnê nîşan dike. Hûn jî baş dizanin karê rexne gelekî zor û zehmet e. Divê em dest ji karê rexneyê bernedin. Lewre wêje bi rexne û nirxandinê pêş dikeve.

YİTİK ANILAR ŞEHRİ - FAİK ÖCAL | Nadir KitapLokman Polat – Pirs : 7 – Te di pirtûka xwe a yekem bi kurdî de danasîn, nirxandin û analîza pêncî romanên kurdî kiriye û te di tabloyan de notên zeîf nedaye kesekî, ango te kesek di sinifê de nehêştiye. Ev mesela tablo û not dayinê ji mamostetiya te tê. Yan jî ev metoda notdayinê ji kur hate hişê te?

Faîk Ocal –Me gelekî serê xwe bi rexnê û rexnekariyê êşand. Armanca me ya ewil ew bû: Bi rexneyên pozîtîf destkevtiyên wêjeya Kurdî bêhtir pêşxistin. Jixwe kedkarên wêjeyê Kurdî ne ji bo berjewendiyên maddî yan jî navdarbûnê dest bi nivîsandina Kurdî kirine. Sedema bi nivîsandina Kurdî eşqa wan a Kurdî ye. Ji bo wê jî ez ji hemû kedkarên Kurdî re spas dikim. Belkî kêmasiyan romannûsên me hebûn. Me jî li gorî zanîna xwe ew kêmasî rawe kirin. Me got wisa bibe, dê hîn baştir bibê. Lêbelê ji yên baş re me got, hûn baş in, dê hîn baş bibin. Yê me tenê pêşgotinek e, pêşniyazek e. Em jî eşiqên Kurdî nin. Em werin mijara not û tabloyê. Min xwest ku ew kar objetîf û bêalîgir bibe. Ji bo wê jî min ewil tabloya xwe çê kir. Li gorî tabloyê kêmasî û çêyiyên romanan li der xistin. Paşê jî li gorî wê min not dan. Min got kê çi kiri ye, li ber çava ye.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Çend romannivîserên kurd ên navdar her wekê Bextiyar Elî, Jan Dost, Helîm Yusif Mehmed Uzun, Hesenê Met û hwd, wan ji te ji sedî sed not negirtine, Di cîlda 2 a pirtûkê de kesekî ku ji sedî sed not girtibe heye?

Faîk Ocal –Bawer im em li mijara notan wisa binêrin dê baştir bibe. Kê û çawa baştirîn kir? Di cilda yekemîn ya herî baştirîn rêzdar Bextîyar Elî bû. Lêbelê nizanim di cilda duyemîn ya herî başitirîn kî bibe. Jixwe karê cilda duyemîn didome.

Lokman Polat – Pirs : 9 –Di rexneyan de tu bi rehm î. Te kesekî neêşandiye. Rexneyên tûj yên wek rexnekûjan tun in. Tu derbarê rexneyên rexnekûjên tûj de çi difikirî?

Faîk Ocal –Rewşa wêjeyê Kurdî li ber çava ye. Divê em pozîtîf tevbigerin. Nêrîn û helwesta min ev e. Kêmasiyên her kesî, her nivîskarî hene. Divê em hevdu neêşînin. Kêmasiyên hevdu bidilrehmî bibêjin. Jixwe kî başe, kî bi hêginî û behredarê dê diyar bibe.

Uzaktaki (Faik Öcal) Fiyatı, Yorumları, Satın Al - kitapyurdu.comLokman Polat – Pirs : 10 – Piştî weşandina herdu cîldên 101 romanên kurdî tu ê şîrove, rexne û nirxandinên romanên kurdî bidomînî yan na? Heger bidomînî vêca dê navê wê çibe?

Faîk Ocal –101 Romanên Kurdî şûnde, karê 101 Çîrokên Kurdî di dest me de ye. Dixwazim karê 101 Çîrokên Kurdî biqetînim. 101 Çîrokên Kurdî jî bi eynî şêweyê romanan dîsa rexne û nirxandine.

Lokman Polat – Pirs : 11 – Tu car caran ceribandin û helbest dinivîsî. Naveroka ceribandin û helbestên te li ser çi ne?

Faîk Ocal –-Tenêtî ye.

Lokman Polat – Pirs : 12 – Tu sosyologî û bi kurdî pirtûkên sosyolojiyê tun in, heger yek du pirtûkên kurdî ên sosyolojiyê hene jî haya min jê tune. Tu nafikirî ku bi kurdî pirtûkeke sosyolojiyê binivîsî?

Faîk Ocal Rast e kekê Lokman. Pirtûkên bi Kurdî kêm yan jî tune ne. Lêbelê bala min li ser edebiyat û felsefe ye.

Lokman Polat – Pirs : 13 – Gelo pirtûkên te yên ku ji bo çapê amadene lê hêj nehatine çap kirin hene? Heger hene mijara wan li ser çi ne?

Faîk Ocal Romaneke min heye: Terennum. Lê nehatiye weşandin. Di dest min de gelekî dosyayên ceribandin, çîrok û helbestan hene. Mijara çapê hûn ji min baştir dizanin.

Lokman Polat – Pirs : 14 – Dibêjin yên ku pêşî helbest û çîrok binivîsin û paşê ji helbest û çîrokê  derbasê romannivîseriyê dibin, di vê hêlê de bi ser dikevin. Tu nafikirî ku roman binivîsî?

Faîk Ocal Min bi Tirkî pênc roman nivîsandine. Mijara romanên min li xwe gerîn e. Navên wan : 1-Yên Derveyî 2-Rêya Min a Azadîyê 3-Tol 4-Saro 5-Nêçîr û Nêçîrvan.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, lê bi tirkî dinivîsin.  Te jî pêşî bi tirkî nivîsî û paşê te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan kurdên nivîskar yên nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Faîk Ocal –Divê nexasim nivîskarên bi eslê xwe Kurd, bi Kurdî binivîsin. Lê her kes di tercîha xwe de serbest e. Kes nikare li ser kesî zextê bike. Dema her tiştî heye. Divê em bisebr tevbigerin.

Lokman Polat – Pirs : 16 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Faîk Ocal Pêş ketiye. Hêvidar im dê hîn pêş keve.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Faîk Ocal Roman pêş ketiye. Lewre ji romanan çîrok û şano û helbest derdikeve. Heman ji Tirkî û Kurdî du mînakan bidim. Yaşar Kemal Teneke ewil wek roman nivîsî, paşê jî bi terzê şano nivîsî. Di romana Bîr’a Nudem Hezex de gelekî helbest hene, Bîr dişibe helbesteke dirêj. Ji Bîr’ê şanoyek jî derdikeve.

Lokman Polat – Pirs : 18 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî bi gelemperî çi difikirî?

Faîk Ocal Romannûs û çîrokbêjên me gelek in lêbelê rexnegirên me kêm in. Karekî gelekî zor û zehmet e lêbelê divê em dest bi karê rexnegiriyê bikin. Rexne wêjeyê mobîlîze dike. Kêmasî û başiyan derdixe holê.

 

Lokman Polat – Pirs : 19 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

 

Faîk Ocal –Pirtûkek min tenê heye kekê Lokman. Ew jî pirtûka rexne ye. Ez dixwazim ku rexnegirek pirtûka min a rexneyê rexne bike. Belkî jî kêmasî û problema me yî herî mezin xwendine. Em Kurd naxwînin.

 

Lokman Polat – Pirs : 20 – Tu jî rexnegirekî. Li gorî te rexnegiriya kurdî di çi radeyê de ye? Li gorî te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

 

Faîk Ocal Hûn jî rexxegir in, bi karê rexne ve mujil. Ji min baştir dizanin ku rexnegirî li ba me gelekî kêm e. Min kêmasiya herî mezin di rexneyê de dît. Ji bo wê jî min bi dest rexnegiriyê kir. Jixwe karê me xwendine.

 

Lokman Polat – Pirs : 21– Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, Lêbelê ez zanim ku tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî. Ji bo ew nivîskarên ku pirtûkên kurdî û herweha pirtûkên hevûdu naxwînin çi difikirî? 

 

Faîk Ocal Bi ya min her kes her pirtûkê nexwîne. Yên her curê pirtûkan dixwînin jî kêm in. Her xwîner li gorî pêwistiyên xwe pirtûkê dixwîne.

Lokman Polat – Pirs : 22 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Faîk Ocal – Min çend pirtûkên we xwendin kekê Lokman.  Hûn kedkar û evîndarekî zimanê kurdî ne. Ez pirtûkên we diecibînim û bawer im hûnê pirtûkên din jî biweşînin. Romana we ”Fîlozof – Kaibê Şêx Saîd” û “Trajedîya Evîndaran” heman yên tên aqilê min in.

Lokman Polat – Pirs : 23 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Faîk Ocal Ez ê rêzê bigirim. Lewre kêmasiyên min jî hene û divê ez kêmasiyên xwe bibînim û ji holê rakim.

Lokman Polat – Pirs : 24 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

Faîk Ocal –Rexnegir divê subjektîf tevnegere. Rexnegir û nivîskar du dostên dilsoz û hevkar in. Divê wisa bibe.

Lokman Polat – Pirs : 25Gotina te ya dawî…

Faîk Ocal –Bi Kurdî xwendin, bi Kurdî xwendin, bi Kurdî xwendin…

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply