‘EZ SOND DIXWIM EZ ÊDÎ NEBIM KURD”!

Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn ku zargotina Kurdî de ev cure ji berê de hebû.  Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin. Çîrokên bi vî teşeyî ên Kurdî Mele Mehmudê Bazidî (1797,1867) bigire  Xelîlê Çaçan ( 1924,1981) û heya roja îro alî niviskarê Kurd ve  hatine nivisîn. Weysel Tirpan jî berhema ya bi navê “Lîlav”ê li ser hî mê vê teşeyê avakiriye.

Di edebiyata cîhanê de pîvana herî sereke yek jî ewe. Divê zimanê çîrokan helbestkî be. Niviskarê me jî çîrokên xwe serî heya dawî bi awayekî helbestî û gelek bi hêstiyarî nivîsye. Heta demekî çîrok îtnîbatnî dibin. Tenê helbest li meydanê ne. Pîştî çend helbestan. Berhem dîsa tê ser kemla xwe  dikeve şiverêya xwe û dimeşe.

Nivîskar bi çîrokên wekî Hebûn an Nebûn, Kes Tune, Heman Qeder, Rewşa Hewayê, Qesas, îmze û Rawestgeh bi hêstên netewî bi şêwazek polîtik dest pê dike, hêdî hêdî xwe berdide nava civatê, têkiliyên du kesî û kesane. Di vê rêyê de ne dev ji zimanê helbestê perdeye. Ne jî dev ji deqên zargotinê bernadeye û kurte kurt vegotiye.

Di edebiyata cîhanê de pîvana din jî heye ku divê bila honak be. Lê him Mele Mehmudê Bazidî him jî Xelîlê Çaçan çîrokên gelerî jî berhevkirine û nivîsne. Weysel Tirpan ji him çîrokê li gor pivanê cîhanê çîrokên honakî nivîsye. Him jî wekî Mele Mehmudê Bazidî û Xelîlê Çaçan çîrokên gelerî jî berhevkiriye.

Bi deqên honakî  ên wek “zexel” (r.25) “lingên ku li gund mayî”( r.161) “kêra potika sipî pêçayî ”       (164) metnê ew qas tîr dike. Heta metin ber bi kompleksê diçe. Her wiha deqên zargotinê jî pirin. Deqa ku çîroka Xwestinê de kar aniye ” Çakêtê mêrê xwe li xwe kir û çaya tarî ya wek qîrê, danî ber xwazgîniya” (r.154)deq  wisa bi cî bûye. Kesên ku haya wan vê deqê tuneyî sehnake ka bersiv erêniye an neyînî.

Êja em werin li ser hêla peyamdayînê. Tê zanîn ku divê çîrokê vê şêwazê  peyaman  jî bidin. Çawa ku me li jor jî got çîrok bi hêstên netewhezî û politîk hatine nivîsandin. Mekan her tim welat e. Zilm û zordarî ya gel dikşîne heye. Di çîroka Sond de (r.104) Divê ” Ez sond dixwim ez ê carekê din nebim Kurd”  Di vir de jî zilma ku xwe gihandiye reşê ezmanan tîne ziman. Karekterê çîrokê ew qas canzerî dibe axir sondek bi vî rengî îronîk dixwe. Tevlî îroniyê peyva “Kurd” va berxwedaneke nepenî li dar dixe.

Çîroka Keysfile va dîsa deqên di nava gel kar aniye. Bi min tenê peyva Keysfile jî têra vegotina komkujiya Ermenan dikir -peyva kesy xwe tê wateya zordariya hêzdaran. File jî navê ku bo mirovên ne Misliman e-. Niviskar bi vê hevokê ve -Qerektera jin a Ermen, dibêje-” Qur’ana we de  tiştekî wisa tê nivîsandin?”  ola Îslamê di nav vê gunehê de dadiweşîne.  Ango divê Îslam wan nekir dewletê kir.

Axir xwîner çîrokên xwe yên gelêrî ên berê guhdarî dikir tevî ên nû xwend.

 

Şanyar Adir

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply