Barbariya Nivîsê

Îro hişê min li çarnikalê dinyayê geriyayî ye, tibabek çîrok berhev kiriye û barê hişê min bedena min betilandiye. Nema tebatî tê min, gerek zû barê hişê xwe sivik bikim. Kompîturê vedikim, rûpelê wordê kirasê spî yê zivistana Serhedê li xwe dike, da cezba wê min motîve bike.

Xezalek, li ser berfê karika xwe fêrî talûkeyên azadiyê dike.

Çavê xwedê nîka tivingê. Azadî kemîna teqînê-

Xezal dimeşe, şopên simên wê di seknê de rêz dibin li pey wê. Nikare şopên xwe jî bi xwe re bibe. Bes ezmûnên xwe yên mîlyon salî neqlî karika xwe dike. Karik pê li dewsa şopên dayika xwe dike û şopên karikê di şopên dayika wê de wenda dibin.

Loma çavê talûkeyê dibê, “Tenê xezalek di vir re derbas bûye.”

Çavê nivîsê dibê, “Goştê xezalekê di beroşê de dikele û karikeke bê şop li dayika xwe digere.

Çavên karikê dibên, “Dêya min şopên xwe ji min re hişt û çû. Dêya min wenda bû, şopên min çêbûn.”

Şopên li ser berfê, xwediyê xwe dibin ciyê jiyan ne li wê.

Dixwazim vê çîroka trajîk jê bibim, da talûke ji holê rabe û karika xezalê sêwî nemîne. Dizanim ev daxwaza min ji welatê ehmeqan hatiye û di nava min de bi cî bûye, lê dîsa jî nikarim hukim lê bikim. Gava zarok bûm, Safîtî welatê daxwazên min bû, niha jî Ehmeqî welatê daxwazên min e. Na, daxwazên min ne daxwazên min in, ne ji min in.

Ezmûnên min bi min didin zanîn go ez welatek im. Erê, ez welatê daxwazan im, lê hemû daxwazên di nava sînorên min de dijîn penaber in. Ez wan nas nakim, ew bi ya min nakin. Ez hestiyar im, ew lawazên barbar in.

Nivîsê jê dibim, bes şopên nivîsê di spîbûna zivistana wordê de dimînin û çîroka karika sêwî bi hemû zindîbûna xwe didome.

Ev jî barbariya nivîsê ye. Lewra nivîs tim penaber e – ji trajediya navwelatî tê, diçe trajediya derwelatî.

Penaberiya daxwazan û penaberiya nivîsê di neqeba şibandinê de diderize, şaxekî nivîsê ji daxwazan diqete û dirêjî dagirkeriyê dibe – daxwaz di penaberiyê de hêsîr dimîne, bes nivîs vediguhêze û dibe penabera dagirker. 

Hevkariya daxwazên penaber ên nava min û nivîsa penaber a li derveyî min, van gotinan bi min didin kirin:

Ji azadiya bêsînor wê de faşîzm û qetil dest pê dike, ji şibandina zêde wêdetir jî şikestin û veqetandin. 

Li erdgilora fikrê, gava ez û Gombrowicz ji şibandinê zêdetir dişibin hev, dengê qîrçînekê ji nava me tê û em ji hev vediqetin. 

Gombrowicz dibê, “Hebûna bê şêwe ne mimkûn e.”      

Ez jî dibêm, “Ji ber hebûn di tunebûna xwe de heye, şêwe hilweşandina xwe dinimîne.”

Westandina min çavên min tîne bîra min. Şerên dinyayê çavên min kirine qadeke kortçûyî. Kompîturê digirim, şer bi dawî dibe, teqîn dibile û xewa min a tirsiyayî li welatê xwe vedigere. 

 

H.Kovan Baqî-diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply