Êşa pişt û qorikê

Nexweşiya AnkîlîzanSpondîlît nexweşiyekî bi êş e û li ser mazmazka we bandorekî romantîzal çêdike. Her wiha ev nexweşî carna ji aliyê gel ve wekî fitiqa piştê tê binavkirin. Lê belê ev nexweşî ne fitiqa piştê ye. Ji ber wî jî teşhîskirina vî nexweşiyê pirî caran 8 salan jî berdewam dike. Ji bilî wî ji aliyê doktoran ve ev nexweşî hin caran bi şaşî wekî fitiqa piştê tê dîtin

Li ser nexweşiya AnkîlîzanSpondîlît de Dr. Yahya Kemal Burkan ku niha li Nexweşxaneya Memorîalê ya Amedê di beşa Rehabîlîtasyon û Tedawiya Fîzîkê de dimîne ev agahî dan: “Ev nexweşî bi piranî di temenê 20 salî de derdikive û bi piranî di zilaman de derdikeve pêş. Heger tedawiya nexweşiyê neyê kirin, li ser rewşa kesê nexweş bandorekî psîkolojîk jî çêdike. Ji ber wî jî kesên ku pişt û qorikên wan biêşên divê teqez serî li doktoran bidin.”

Rê û rêbazên parastina ji nexweşiya AnkîlîzanSpondîlît:

– Cihê ku hûn li serê radikevin divê hişk be lê divê we bêhuzûr neke.

– Divê bi awayekî ahengdar xwarin bê xwarin û cixare jî neyê kişandin.

– Divê her tim mazmazkê mirovan bixebite û tu carî korse neyê bikaranîn.

– Divê kesên nexweş rojê 20 deqe serpiştî yan jî serdevkî xwe dirêj bikin û divê mirov dema rakeve xwe nekişîne hev.

 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply